Ez kêm caran dicim komelan. Vê carê min bihîst ku ji bo zarokan dersên zimanî kurdî di komelaya bajarê ku em dimînin de dê bidin. Bi kêfxwesî ez çûm komeleyê ku du zarokên min ên ku ez bişînim dersên zimanî kurdî hebûn.
Berpirsyar an jî serokê komelê ev bîst sal in ez nas dikim. Dema ez dîtim bi rûyek bi kên got: “Merhaba heval.”
Min got: “Merhaba; çawa yî?”
Got: “İyiyim, sen nasilsin?”*
Gotûbêja me wiha berdewam kir. Min bi kurdî û wî jî xwe şaş nekir bi tirkî vegot. Dawiya dawî em hatin ser mijarê û min pirsî: “Civîna malbatan a xwendekaran ên dersên zimanî kurdî çi wext e?"
Bi hêrs bersivand: “Yeter, birak civîn û mivîni; toplanti..”**
Wayê xelî li sarê min; “civîn û mivîn”..”toplanti”.. Emê çi bikin serokê komeleke kurdan ji zimanî kurdî aciz dibe; illê “toplanti” dixwaze..
...
Di jiyana xwe de min pir caran Donkîşotî kir; ji wan pirî caran dîsa min her carê şerê xwe yê Donkîşotî li hemberê aşên ba winda kir; ez bi ser neketim.
Vê carê jî ez dizanim, ez Donkîşotî dikim.
Bi rastî vê carê ez nizanim Donkîşot ez bi xwe me yan zimanî min e. Em kîjan Donkîşot, kîjan Panço ne? Ev ne girîng e. Ya girîng li hemberî tiştên ku li hemberî rastiya min berxwedan û şer kirin e.
Li doraliyê min hemû kurd in lê tu kes kurdiyê bi kar nayne. Kurdên doraliyê li hemberê min dibin ejder lê ez dizanim ew aşên bê ne.
Min gorî biryara xwe û zimanî xwe her gavên xwe yên bi kurdan ve kurdî axifîn danîbû pêş xwe û dev bi kurdî axaftinê kiribû. Ciyê ku ez kar dikim em çend kurd dixebitin. Me di nav xwe de piranî bi tirkî û bi mişteriyan re bi almanî diaxifîbû. Rojek min biryara xwe ya 'bi kurdan re bi kurdî biaxifim' ji bo hevalên xwe yên kargehe anî ziman: “Hevalno min biryarek daye: Êdî ezê li vir bi we re bi kurdî biaxivim.”
Yekî bi tirkî got: “Ama Kurtçem yetmez ki konuşayim.”***
Yekî din got: “Ezê bi te re bi kurdî deng bikim.”
Min got: “Hûn dixwazin bi tirkî an bi almanî biaxivin lê hûnê ji min kurdî bibihîzin.”
Tu kesî li hemberî biryara min tiştek negot. Bi vî awayî li ciyê kar dikim jî min dev bi kurdî jiyînê kiribû.
Hevalan bi piranî bi tirkî lê carna qest ku karibûn bi kurdî û almanî bi min re diaxifîn. Bi vî awayî jiyana kar gelek dijwar dibû. Carina stres dibû dema kar ku zêde dibû. Zimanên me, yê min kurdî, yên wan tirkî û almanî, tevlihev dibûn û kar betal dibû dema ku wan ez fêm nedikirim. Pirî caran ez mecburî pêyvên tirkî dimam ji bo ku kar hêsan bibe. Dema min pêyvên tirkî bi kar dianî zimanî min ditêziya mîna ku bi îsotên tûj dişewitiya.
Rojek ji hevalên min yekî got: “Neden boyle yapiyorsun; bizi zora sokuyorsun ve kendini tuzaklara düşürüyorsun. Ne olur yani sen Kurtçe konuşsan ya da konuşmasan. Ne olur Kurdistan mi kurulur. Kurtler mi kurtulur esareten. Bu mucadele ve direniş senin bizimle Kurtçe konuşmana kalmişsa…”****
Min meselek jê re vegot: “Li gundî me mêriyek hebûye. Ev merik hinek tirsonek bûye. Rojek sangoyekî wî mêrî ser jina wî de çûye. Sengo bi sitûriyên tûj jinik ger erdê kiriye û pê de kutaye. Jinikê di nav xwêdanê û xwînê de hawar kiriye. Merik ji tirsan nikaribûye nezikî sengo bibe, lê li durî sengo û jina xwe dengê xwe bilind kiriye û gotiye, “oha, oha, oha…”
Çi bûye, çi kiriye jinik ji nav sitûriyên sengo filitiye. Di nav xwîn û xwîdanê de li mêrî xwe hêrs ketiye û dengê xwe bilind kiriye; gotiye: “Hinek ma bû ku sengo ez bikuştama; te çima tiştek nekir?”
Mêrik gotiye: "Hê min çi bikira jinik; tama min sê caran oha oha oha got.”
“Êe, çi bûye?” got hevalê min.
Min got: “Hê çi bibe; sengo ser we de tê; ez jî dibêjim oha oha oha.”
*Ez baş im, tu çawa yî?
**Bes e, dev ji civîn mivînê berde, toplanti (Li vir kurdî û tirkî tevlihev dike)...
***“lê kurdiya min lê neki ku ez pê biaxifim.”
****“Çima wiha diki; me didî zorê û xwe dikî kemînê. Çi dibe ku te bi kurdî axifî an na. Ma bi kurdiya te Kurdistan ava dibe? Kurd ji dilgirtî difilitin? Ger ev tekoşîn û berxwedan li benda kurdiya te ma be, weylê...”


