Di 25 û 26'ê mihê de li Dihokê Dîdara Mediyakarên Bakur- Başûr pêk hat. Li ser navê Diyarnameyê ez jî beşdar bûm û min gotarek da. Mijara min Medya û Netewe bû.
Ez gotara xwe ya ku min raberî beşdarvanan kirî li vir dixwazim bi we re parve bikin.
Medya û Netewe
Gelî hêjayan, hûn hemû bi xêr hatine.
Gellekî kêfxweş im ku îro gelek xebatkarên medyaya kurd li vir di bin heman banî de, bi heman armancê gihaştine hev.
Bi hêviya ku ev hevkombûna me pencereyekî nû li ber medyaya kurd
veke!..
Bi destûra we hêjayan, Ez ê axaftina xwe di bin sê beşan de pêk bînim. Di beşê pêşîn de ez ê behs bikim ku her medyayek netewî xweyî karekterêk gerdûnî ye û li derûdora ekonomî-polîtîkaya pergala dinyayî ya kapîtalîst teşe digire û tim raman û kultura vê pergalê vediguhezîne.
Di beşê duyem de jî ez ê behsa karekterê medyaya netewî ya ku li derûdora dewleta wê neteweyê teşe digire û tim ramana dewleta wê neteweyê û kultura wê neteweyê vediguhezînê bikim.
Di beşê sêyê de jî ez ê behsa rewşa medyaya kurd bikim û li gel sedemên wê ez ê destnîşan bikim ku di rewşa îroyîn de em nikarin behsa hebûna medyaya kurd a netewî bikin lê li şûna wê em tenê dikarin behsa medyaya kurd a herêmî bikin. Wekî encam jî ji bo avakirina medyaya netewî ya kurd ez ê çend xalan pêşniyar bikim.
Medyaya Gerdûnî
Medya xweyî du karekteran e: 1) Karekterê Gerdûnî, 2) Karekterê Netewî.
Wekî ku tê zanîn ku îro li dinyayê pergala serdest pergala kapîtalîst e, fikra serdest jî fikra lîberal e. Ji bo vê jî medyaya netewî jî li gel karekterê xweyî netewî herwiha karekterê xwe yî gerdûnî jî di xwe de vedihewîne. Yanî wekî karektêr herçiqasî her yek ji medyayên netewî xweyî karektêrên ji hev cuda bin jî, di hemû medyayên netewî de em li medyaya gerdûnî, bi gotineke din medyayeke di bin berjewendiya pergala serdest a dinyayî de ye rast tên.
Kultur hevşibînê pêk tîne. Di berbelavbûna kulturê de medya xweyî roleke girîng û berfireh e. Hemû beşên ku di nav medyayê de cih digirin di nava xwe de pergalekê pêk tînin. Ew hevdeng, hevgotin in. Di medyaya gerdûnî de awayê xwe derbirîna siyasetên dijberî hev jî di dawiya dawî de di bin xizmeta pergalê de ne û ji sînorên diyarkirî dernayên.
Têgehên wekî ‘’demokrasî, azadiyê, azadiya derbirînê, piyaseya serbest, berzkirina takekesîtiyê, pêşveçûn, aqil, modern û modernîzm û tegehên bi wî awayî ku mohra pergala serdest li ser heye di medyaya gerdûnî de têgehên sereke ne. Ev têgeh di medyayên netewî yên dewletên modern de jî xweyî roleke girîng in.
Hem medyaya gerdûnî û hem jî medyaya netewî bi van têgehan kultureke hevpar pêk tîne. Di nav civakan de bi berbelavkirina kultureke gerdûnî pergala kapîtalîst serdestiya xwe di hiş û giyanên takekes û neteweyan de li dar dixe û domdariya pergalê mîsoger dike.
Awayê rêvebirina neteweyan herçiqasî ji hev cuda bin jî medyaya wan hêmanên ku kevirên bingehîn ên pergalê ne derdixin pêş.
Di tv, radyo, rojname, kovar, şano, sînamayan de em tim pêrgî kultureke lîberal tên. Di fîlman de em rastî jiyaneke li gorî kapîtalîzmê teşegirtî rast tên. Hemû têkiliyên karekteran li ser felsefeya lîberalîzmê hatiye avakirin. Heke hin kesên li dijî pergala heyî derdikevin hebin jî em dibînin ku bi awayekî trajîk ew têk çûne. Ango bi rêya medyaya gerdûnî ji me re tê gotin ku, heke di vê jiyanê de serkeftinek, şadiyek wê hebe ew di lîberalîzmê de ye, di pergala heyî de ye. Ne tenê di fîlman de di şanoyan de jî, di bernamayên tv, radyoyan de tim ev jiyan, kultur tê veguhaztin. Ji bo vê jî bi rêya medyaya gerdûnî karekterekî gerdûnî an jî lîberal tê avakirin.
Ên ku medyaya gerdûnî pêk tînin medyayên netewî ne û ev medyayên netewî yên ku medyaya gerdûnî pêk tînîn di nava xwe de sîstemekê pêk tînin; herwekî ku dewletên dinyayê jî di nava xwe de sîstemekê pêk tînin.
Hin medyayên netewî yên ku bi vê sîstemê re tam entegre nebûyîn jî têne entegrekirin.
Medyaya Emerîkayê, ya Ingilistanê, Almanya, Fransa herçiqasî xweyî karekterekî netewî jî bin beriya her tiştî xweyî karekterekî gerdûnî ne û hevgotin in.
Medyaya Netewî
Heya niha min hewl da destnîşan bikim ku hemû medyayên netewî xweyî karekterekî gerdûnî ne, di nava xwe de sîstemekê pêk tînin û di biniya xizmeta berbelavkirina kultur û fikrekê; kultur û fikra lîberal de ne. Herçiqasî medyayên netewî li hêlekê di xizmeta avakirina vê kultur û fikrê de bin jî, li hêla din jî medyaya netewî xweyî taybenmendiyên xwecih e û tim vê xwecihiyê derdixin pêş.
Medyayên netewî yên ku ji hêlekê ve bi awayekî lihevkirî tim heman kultur û fikir derdixistin pêş û bi vî awayî nasnameyeke gerdûnî nîşan dida, bi carekê re em dibînin ku her yek ji medyaya netewî dev ji vê nasnameya gerdûnî berdana û bi hemû hêza xwe ve nasnameya xwe ya millî, kultur û fikra xwe ya millî derdixin pêş.
Êdî her medyayek netewî çand, ziman, kultur, dîroka neteweya xwe derdixe pêş, wê mezin nîşan dide, berz dike. Medyaya netewî ya ku heya radeyekê di bin xizmeta pergala makro de bû , vê carê dikeve bin xizmeta pergaleke mîkro. Êdî pergala ku medyaya netewî di bin xizmeta wê de ye, dewleta wê neteweyê ye û hemû beşên ku medyaya netewî pêk tînin, sîstemekê pêk tînin û hemû hêza xwe ji bo domdarkirin, bipêşxistina dewletê, berbelavkirina bîrdoziya fermî ya dewleta heyî, dikevine nav hewldanan.
Êdî di medyaya netewî de em li pirçandiyê, pir-kulturiyê, pir-netewiyê rast nayên. Di medyaya netewî de êdî li şûna pir-neteweyan tenê neteweyek, li şûna pir-kulturan kulturek xwe nîşan dide.
Di medyaya netewî de hêmanên ku wê neteweyê pêk tînin gellekî hêjatir, biqîmetir in ji hêmanên ku neteweyên din pêk tînin.
Di medyaya ereb de neteweya ereb, di medyaya tirk de neteweye tirk, di ya farisan de neteweya farisan bi hemû kitekitên xwe ve tê raberkirin. Her medyayek netewî çand, kultur, huner, ola neteweya xwe raber dike. Di sînameyên xwe de, di şanoyên xwe de, di bernameyên tv, radyoyan de, di kovaran de, di rojnameyan de êdî em tenê li rengekî, dengekî rast tên.
Di avakirina neteweyekê de medya xweyî roleke bingehîn e. Du cure netewe dewlet hene: 1) Netewe- Dewletên ku hê ji serî de yeknetewe ye lê bi mekanîzmaya dewletê hest, fikr, kultura neteweyî tê xurtkin û berbelavkirin. Ku di vê pêvajoyê rola medyaya netewî pir girîng e û diyarker e.
2) Netewe- Dewletên ku di destpêkê de ne ji yek neteweyî pêk tên lê di maweya demê de, bi mekanîzmaya dewletê-ku rola sereke di vir de medyaya netewî ye- yek-netew tê avakirin. Ev jî bêhtir bi rengê asîmîlasyonê pêk tê. Medyaya netewî hemû avaniyên etnîk ên ‘’ne ji xwe’’ di nav xwe de difetisî ne, dihelîne. Heke di medyaya netewî de cih bidin avaniyên etnîk, neteweyên din ên di nav xwe de jî vêya bêhtir bi rengî biçûkxistînî didin nîşandan, di nav bûyer û rewşên kirîmînal de ew têne kategorîzekirin.
Sînorên nûçeyên ku di medyaya netewî de cih digirin bi rêjeyeke bilind ji hêla sînorên cografîk ên siyasî ve diyar dibin. Kan û naveroka nûçeyan bêhtir netewî ne. Nûçeyên derveyî sînorên siyasî ên cografîk ku di medyaya netewî de cih digirin jî bêhtir ew rûdanên ku xweyî wê dînamîkê ne dikarin bandorê li neteweya wan jî bikin.
Ji bo vê jî di medyaya netewî de bi rehetî em li em li hemû hêmanên neteweyê, netewe-dewletê rast tên.
Di medyaya netewî de em di derbarê sosyolojî, psîkolojî, ekonomî, siyaset, polîtîka, kultur, çand, folklora neteweyê de dibin xweyî agahî. Bi rêya medyayê hêmanên ku neteweyê pêk tînin tim têne raberkirin û bi vê raberkirinê ew di nav endamên ku neteweyê pêk tînin de, têne xurtkirin.
Heke em bi termînolojiya Marksîst bibêjin, medya dikeve nav seravaniyê de. Ji ber ku navika seravaniyê bi binavaniyê ve girêdayiye, û ji ber ku binavanî temsîlîyeta xwe ya şênber di dewletê de dibîne, medyaya netewî di bin bandora dewletê bi teşe dibe. Heke em Louîs Althusser bi bîr bînin em bi rehetî dikarin bibêjin ku medya yek ji amûra îdeolojîk a dewletê ye. Di nav amûrên îdeolojîk ê dewletê de medya xweyî rolekî gellekî girîng, berfireh û bibandor e.
Ji bo vê jî dema ku em behsa hebûna medyayeke netewî dikin herwiha em behsa hebûna mekanîzmaya dewletekê û têkiliyên wan î bi hev re jî dikin. Bêyî hebûna dewletekê, bêyî hebûna bingehekî daringî, ne pêkan e ku em bikaribin behsa hebûna ‘’medyayeke netewî’’ bikin. Di rewşeke bêdewletbûnê de medyaya heyî ya bi angaşta medyaya netewî derdikeve ser dike jî bêhtir lokal dimîme û nikare xwe ji vê lokalbûnê derxîne û xîtabî hemû endamên ku neteweyê pêk tînin bike.
Medyaya Netewî ya Kurd
Beriya bi demekê Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî beşdarî konferaseke bijîşkan bû. Di wê konferanê de Mesûd Barzanî axaftinek kir. Di wê axaftinê xwe de mînaka Almanya û Çekoslovakya hatibû dayin. Destnîşan kiribû ku li gel ku Almanya ji yek miletî pêk dihat ew bi awayekî nexwezayî ji hev hatibû dabeşkirin lê piştî 40-50 salî, ji ber k
u ev dabeşkerin ne bi awayekî xwezayî bû dîse gihane hev. Di mînaka Çekoslovakya de jî hatibû destnîşankirin ku li gel ku Çek û Slovak ne ji heman miletî bûn ew bi zorê bi hev ve hatibû girêdan lê piştre ew ji hev veqetiyan. Bi van tespîtên xwe rêzdar Mesûd Barzanî balkişandibû ser dabeşkirina cografîk a Kurdistanê û miletê kurd.
Belê, Kurdistan wekî cografîk di nav sînorên çar dewletan de hatiye dabeşkirin. Lê ev dabeşkirin tenê cografîk nemaye. Vê dabeşkirina cografîk bi xwe re, dabeşkirineke hişî, hestewarî, kulturî jî aniye.
Kurdên di nav sînorên dewletên ji hev cuda de ji hev hatin veqetandin, di bin bandora medyaya netewî ya wan dewletan de man û hêdî hêdî ji hev dûr ketin.
Li hêlekê kurd di bin bandora ziman, kultur, çanda tirkan de man; li hêlekê di bin bandora ziman, çand, kultura ereban û li hêla din jî ya farisan de man. Kurdên di bin bandora medyaya tirkan de man bive neve ji hin aliyan ve bûne tirk, ên di bin bandora medyaya ereban de man hinekî bûne ereb û yên di bin bandora medyaya farisan de mayin jî hinekî bûne faris.
Li hêlekê zimanê tirkî bêhtir di kurdî geriya û qada jiyanê li kurdî hate tengkirin li hêlekê zimanê erebî û li hêlekê zimanê farisî di kurdî geriya qada û jiyanê lê teng bû.
Bandora medyayên netewî ên tirk, ereb û farsan tenê di hêla zimên de nema. Bi rêya van medyayan, wan kultura xwe, folklora xwe, têgihiştina xwe ya jiyanê di nav me de bi cih kirin.
Bi rêya medyaya netewî ya neteweyên tirk, ereb, farsan kurd ji hêla giyan, hiş, kultur û fikr ve jî ji hev hatin dabeşkirin. Êdî ji bo kurdên her perçeyê, kurdên li perçeyê din bûne‘’ew’’. Parçebûna me ya giyanî, di ser zimên re, bi cînavka ‘’ew’’bûna ‘’me’’ xwe bi awayekî pir trajîk nîşan da.
Dema ku em hinekî bala xwe bidine medyaya kurd em vê parçebûnê bi rehetî dikarin bibînin.
Medyaya her parçayê ku kurd lê dijîn bêhtir bi sînorên parçeyên ku lê dijîn bi sînor bûye. Em di medyaya parçeyekî de yan qet parçeyên din nabînin an jî bi awayekî pir mînîmalîzekirî dibînin.
Medyayên her parçeyê jî di nav xwe de parçebûyî ye û li şûna ku berdevkiyê ji neteweya kurd re bike bêhtir dibe berdevka wê dînamîka ku pê ve girêdayî ye. Ji bo vê jî mixabin ku em nikarin behsa hebûna medyaya kurd a netewî bikin lê li şûna vê em encax em dikarin behsa hebûna medyaya kurd a herêmî bikin.
Ji bo ku em bikaribin behsa hebûna medyaya kurd a netewî bikin;
1) Divê medyaya kurd hewl bide ku nerewebûna dabeşkirina cografîk a Kurdistanê destnîşan bike. Loma heya ku dabeşkirina cografîk di medyaya kurd de rewa were dîtin ne pêkan e ku medyaya kurd bibe xweyî nasnameyeke netewî.
2) Divê medyaya kurd hewl bide ku di neteweya kurd de paradîgmayeke hevpar ava bike.
3) Divê medyaya kurd bikaribe ku di nav neteweya kurd de hest û giyanekî hevpar ava bike.
4) Medyaya kurd divê ji bin xizmeta partî û komikan derkeve û bikeve bin xizmeta berjewendiya neteweya kurd.
5) Bikaranîna alafabeyên cuda li pêşiya pêkhatina medyaya kurd a netewî dibe astengeke gellekî mezin. Divê çareseriyek ji vêya re were dîtin.
6) Pirzaravayiya ku dewlemendiyek ji zimanê kurdî ye li hêlekê li pêşiya pêkhatina medyaya netewî dibê asteng, divê ji vêya re çareseriyek were dîtin.


