Hê wext ji nivîsa min re heye. Me ev nivîs wekî nivîseke di navberê de lê kir. Ji jana jinekê, ji jana qezayekê û ji jana hin rastiyan xwe da der. Bi hêviya ku hêviyên Pîppa Bacca li her welatî li her deverî şîn werin. Ji bo însan bi însan beled be, ji bo wê hezkirina kûr…
Xwarin û sifre di jiyana însanan de xwedî cihekî muhîm in, çi ji alî bîyolojîk ve çi jî ji alî çandî ve. Di jiyana rojane de jî pirî peyv, gotin û henekên me der barê xwarinê de ne. Piştî xwarinê bêhtir peyva noşîcan an jî gotina, efiyetê canê te be tê bikaranîn.
Îşev xwarin û vexwarina min li gorî dilê min bû lê xwezî min îro rojname nekirîba; navbera min û têlevîzyonê ne baş e, xwezî, xwezî min rojname nekirîba!...
Ka ez pêşî behsa xwarin û vexwarina li ser sifreyê bikim hê basa rojnameyê bikim. Li ser sifreyê gûlik hebû. Li çiyayên Bîngolê û li hin deverên Erzeromê şîn tê. Derê biharan ji Vartoyê û gelek cî û navçeyan jin bi dolmîşan diçin wan çiyayan ji bo gûlik û caxê bînin. Wekî nîşeyekê bi bîr bixim êdî kes caxê û soyê wekî konserve jî amade dikin û heya zivistanê dixwin.
Çend kesan li bazarê gûlik difirotin. Min kirî û anî. Jina min amade kir. Vexwarina min jî ava ‘ikşût’ bû. Ikşût jî li Mêrdînê gelek tê bikaranîn. Tê bawerkirin ku ji bo cegeran derman e. Bi erebî jê re ikşût dibêjin.
Kêf kêfa min bû; ez nizanim ji xwarin û vexwarinan bû yan ji bîranîn û bêriya wan deveran bû…Varto û Mêrdîn. Welatê min û welatê nivîskariya min…
Wextê min ew xwarin dixwar gotina, welat, careke din di hiş û dilê min de bû sedema tevliheviyan. Ji taybetiyên însan e; pirî caran dixwaze ji xwe re desîseyan bibîne, xwe bispêre rastiyekê yan jî gotinên parastinê… Pê re jî kesên di halê we de bi bîra we tê, hûn dixwazin hinekî bi gotinên wan bibin xwedî sebir. Jê hinan gotibû, “Welatê însan hişê însan e.” Hin kesan, “Du, sê welatên min hene” gotibûn. Hinekan jê di xewn û xeyalên xwe de her tim xwe li ‘wir’ hîs kirine, dikin. Hinek kesan jî tu car nexwestine wê rastiyê bi bîr bînin. Hin kes jî dibêjin li wir bûn muhîm e lê ev jî ne bes e…Welhasil tevlihevî. Lê hew rastiyeke gelek zelal xwe da der; dibe ku aliyek dilê me li wir be yê din li van deveran, welat hinek be jî me bihewîne lê zarokên me bi dil û derbirînan, em ji wan deveran in dibêjin lê ji alî rih û jiyanê ve ji van deveran in. Bi me tahl tê lê ev rastî nedibû sedema tevliheviyê.
Me çi digot, xwarin û vexwarin. Hê ew tevlihevî dibû sedem loq di qirika min de asê bimînin destê min çû rojnameyê, xwezî min rojname nekiriya û di wê kêliyê de min rojname venekiriba; îro sêzdehê nîsanê ye û di berga rojnameyê de nûçeyek heye, “Fecîaya demsalî, neh mirî.” Kurd ji bo wê rewşê, çûyîna ormanê, dibêjin. Di tirkî de jî ji bo wan karkerên cotkariyê tê gotin. Qamyon wergeriya ye neh kes mirine.
Ew kes ji ku bi rê ketine? Ji Rihayê. Ji welatê peyamberan. Ji erda bi adan. Ji erda ku qaşo êdî avî ye! Ji kûrahiya şaristaniyê…
Min xwarin xwar û ava ikşûtê vexwar. Bi çi awayî? De hûn texmîn bikin…Ger di wê kêliyê de ji we yekî/ê têlefonê min bikira û bipirsiya, te çi xwar? Teqez bersiva min dê ev bûya: “Min ziqûm xwar û ziqûm vexwar, wekî gelek caran.”!
Na, xilas nebû. Piştî min nûçeya din xwend yekî din pirs bikira min dê bigota min ziqûma ziqûmê xwar û vexwar! Ew nûçe çi bû? Ew jî der barê hunermendeke îtalî de bû. Li vî welatî tecawizî wê kirine û kuştine!...
Ez bi we nizanim lê gelek caran ez ziqûmê dixwim! Lewre gelek caran ji zarok û jina xwe dixwazim di wextê xwarinê de televîzyonê venekin û behsa tu bûyerî nekin, behsa jiyana kesên bajêr nekin. Hîç nebe kêliyekê ji rastiyê direvim…


