logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Muhsin Kizilkaya çi dibêje? Çend gotinên min ji bo wî

  • Dîrok: 07/07/2015
Ji bo yên nizanin: Muhsin Kizilkaya di sala 1963’yan de li Çelêya Culemêrgê hatiye dinê. Kurd e. Rojnameger, nivîskar û werger e. Ew dibêje, “bi xêra min wêjeya kurdî hat naskirin” Lê ger em bibêjin “bi xêra wêjeya kurdî tu hatî nasîn?” Welhasil, meseleya me ne ev e. Meseleya me ew e ku kurdekî, bi ser de jî kurdekî ji Culemêrgê çawa diçe dibe alîgirê partiya desthilatdar; ew partiya ku di serdema wê de bi sedan kurd hatine kuştin û yek jî kiryarê wan kuştinan nehatiye dîtîn?
Mesela me ew e ku ev kurdê ku bi rehetî dikare du gotinan bîne ba hev van her du gotinan çima ji bo neheqiya li kurdan bikar tîne?
Ji ber vê, zûdeye min dixwest li ser Muhsin Kizilkaya nivîsek binivîsim. Min gelek caran nivîs û dîtinên wî yên çewt dîtine û her xwestiye binivîsim lê nebû nesîb.
Dema li Somayê ew qas mirov mirin û ew rabû li ser Wezîrê Enerjiyê nivîsek nivîsî û pesnê wî da, ez gelek êşiyam. Min ji xwe şerm kir. Bifikirin li cihek 300 kes dimirin, tu radibî dibêjî 'wezîr du roj in gomlekê xwe neguhartiye, dixebite'. Û heman wezîrî çend meh berê pesnê xwediyê wî cihî dabû ku çiqas baş e. Dîsa min xwest binivîsim lê, na; her min got dev jê berde.
Piştî ku roja 5'ê tîrmeha 2015’an, di rojnameya hikumetê SABAH’ê de hevpeyvîna bi Kizilkaya re hat weşandin (1) û ew wekî "Mexdûr" nîşan da, mijar ji bo min nû bû û ev not derketin holê. 
Û hinek jî ev gotinên wî zor li min kir ku ez binivîsim: “Her kurd mecbûr ba biba HDP’yî, dê hemû tirk bibana MHP’yî.” Belê, ne ku Kizilkaya ji ber di nav AKP'ê de ye ez jê hez nakim; ji ber ku tenê "çenebazî" dike, tiştên ne rast dibêje, neheqiyê li kurdan, neheqiyê li kesên deng dane HDP’ê (ku ez jî yek ji wan im) dike min pêdivî pê dît ku bersiê bidim.

De fermo em bi hev re lê binêrin ka wî çi, çawa gotiye û rastiya mijarê çi ye?
(Ji niha de lêborînê dixwazim ku nivîs piçek dirêj bû):

- Muhsin Kizilkaya ji bo Haberturkê dibêje: "Ji Demirel heta Kenan Evren kî neheqî û zilm kiribe, partiya siyasî ya kurd niha tola vê ji Davutoglu û Erdogan digire. Lê yê herduyan jî bandora wan ne di kuştinek kiryarnediyar, ne jî di valakirina gundek de rola wan heye.” (2)
Tenê mînakek ez bidim: 28.09.2009, li Mezraya Paşaçiya (Xambaz) a Licê Ceylan Onkol bi guleya topê ku hat avêtin hat kuştin.(3) Kes ji ber vê bûyerê nehat cezakirin. Wê çaxê Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan, Serokomar Gul û partiya hikumetê AKP bû.
Nizanim Kizilkaya xwendekarê dibistana seretayî Abdullah Duran ê biçûk ku di 28’ê adara 2006’an de li Amedê hat kuştin nas dike? Nizanim hay jê heye ku kujer pê çi bûn?

- Di heman hevpeyvînê de dibêje "Belê wekî Roboskî bûyerên biêş çêbûn, lê Erdogan keça xwe, jina xwe şand wir; her wiha wezîran gelek caran got xeta çêbûye.
Herhal nayê bîra Kizilkaya ku piştî bûyera Roboskî Erdogan sipasiya Serfermandariya Giştî kir?
Herhal haya Kizilkaya ji welatên hemdem tune ye, di bûyerên wisa de yên ku biryar dane têne darizandin ku li Tirkiyeyê kes nehat darizandin û di bûyerên wisa de dewlet bi awayekî fermî lêborînê dixwaze, li vir dest ji wê berde, her roj bi ser Roboskiyan de zor û tehde heye.

- (ji heman hevpeyvînê li ser pirsa "Tu dixwazî HDP bendavê derbas bike?) “Na. HDP bendavê derbas neke AK Partî dê bi lez bikeve nava hewldana Zagoneke Bingehîn a demokratîk û dê çêbike. Ger HDP bendavê derbas dike dê li pêşiya Zagona Bingehîn a Demokratîk bibe astenga herî girîng.”
Pêşî, mirov nexwaze dengê 5-6 mîlyon mirovî bikeve meclisê û partiyek belaş van dengan bigire bike bêrîka xwe, ev yek ne li gor demokrasiyê ye, ne li gor edaleta Îslamê ye, ne li gor mafên mirovan e. De ji van Kizilkaya xwe di ku de dibîne bila lê pîroz be.
Xala din jî ev e: Ev 13 sal in AKP desthilatdar e, çima zagona ku Kizilkaya qal dike çênekir? Bi têra xwe hejmara mebûsên wê jî hebûn. AKP'ê kîjan KHK (Kanun Hukmunde Kararname - Biryarnameya di asta zagonê de) dixwest derdixist, çi zagon dixwest (herî dawî zagona ku hêzê dide polîsan) ligel nerazîbûna muxalefetê jî derdixist, ma çima zagoneke demokratîk çênekir?
AKP berî bibe desthilatdar ji bendava sedî 10'ê bigire, heta YOK'ê heta RTUK'ê, heta Serokatiya Karên Olî, dijî her tiştî derdiket, piştî bû desthilatdar hemû li gor xwe şikil da wan.
Temam tu AKP'ê diparêzî biparêze lê hinek bi wijdan be.

- (ji heman hevpeyvînê) “Li vî welatî tekane rêpîvan ji bo demokrasî û dîktatorî ew e ku wekî Î.Beşîkçî, Y.Kemal, N. Hîkmet çend kes di girtîgehê de ne? Çend pirtûk hatine qedexekirin?”
Bersivê bila ÇGD bide: 
Li gor Rapora Çapemeniyê ya Avrêl-Gulan-Pûşper (2015) a Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) di van sê mehan de der barê 26 nûçegîhan, nivîskar, berpirsê karê nivîsaran û gerînendeyên weşanê de doz hatiye vekirin û di van lêpirsînan de ji bo 19 rojnamegerê daxwaza cezayê hepsê hatiye kirin.
Wekî berê jixwe pirtûk nayên qedexekirin. Îro êdî her cure pirtûk dikarin bi navên cuda di tora civakî de bêne weşandin.Pêdivî bi wê qedexeyê nemaye. Û em dizanin ev hikumet heta dikare sansurê dide ser tora civakî. Dîsa em dizanin gelek rojnameger ji ber li dijî hikumetê bûne ji rojnameyên xwe hatine qewirandin. Muhsin beg dîsa bi "Alo Fatih"an jî dizanin. Lê dîsa jî tu dixwazî nîşan bidî ku demokrasî heye, dîktatorî nîn e, hema bila wekî te be.

- (02.06.2015,di hevpeyvînek din de wisa dibêje): "Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd tune ye, pirsgirêka kurdî heye. Sedî 75'ê kurdan wekî min, sedî 25'ê kurdan wekî HDP'ê difikirin.” (4)
Mêro, ger sedî 75'ê kurdan wekî te difikirin tu ji Culemêrgê yî çima tu neçûyî li Culemêrgê nebûyî berendam? Tu wisa derewçiyî piştî vê hevpeyvîna te bi 5 rojan wan kurdan nîşanî te jî, nîşanî partiya te jî da ku ka çend kurd wekî te difikirin.

- (Di hevpeyvînek de wisa dibêje) "Gotin HDP bendavê derbas neke dê bûyerên wekî bûyerên ji bo Kobanî derkevin holê. Ji bo vê yekê hilbijêrên mihafezekar yên AK Partî ji bo pêvajo zerar nebîne, ji bo ew bikevin meclisê tercihek kirin."
Ew ji ku hilbijêrên AKP'ê bûn? Wekî ku AKP ev sed sal in heye, ev sed sal in ew mihafezekar deng didin AKP'ê, niha ji bo selametiyê deng dane HDP'ê. Lê rastî ew e ku beşek kurdên mihafezekar ev dehan salan in deng didan partiyên desthilatdar (Ji AP, ANAP,DYP û van salan jî AKP). Vegera wan bixwehesînek e. Bersivek e ku gotine nûnerên me ev in. Îro ew êdî ne hilbijêrên AKP'ê ne. Berevajî van gotinên Kizilkaya, van hilbijêran dît ku AKP ji bo Kobanî dibêje "Ket, wê bikeve" û pêre bi ser xwe de hatin.

- (Mêro wisa dibêje) "Partiyên ku bangî şer kirin di vê hilbijartinê de quwet girtin, AK Partiya ku di her rewşî de xwedî li pêvajoya aştiyê derdiket deng winda kirin". 
Erê carinan mirov derewan dike, lê ew qas derewên mezin jî nabin lo! Erê mirov bîrkor in, lê bi qasî bûyerek hê çendek berê çêbûbe ji bîr bikin ew qas ne bîrkor in. Ka de bêje, yê ku ew 10 Xalên Dolmabahçeyê qebûl nekirin, yê ku got (maseyek wisa nîn e) kî bû?
AKP'ya te li ser pêvajoya çareseriyê du peyv jî nexistin Danezana Xwe ya Hilbijartinê û piştî pirsan, gotin ‘dema here çapê ew rûpel jêketine’. Ma ev mesele wisa meseleyek biçûk e çend rûpel ji danezanê bikevin?
Û HDP… HDP'ê di danezana xwe de xwedî li wan 10 Xalan derket û eşkere kir. Ka kî li pêvajoya aştiyê xwedî derneket?!

- (Di hevpeyvînek din de wisa gotiye): "Ger piştgiriya Komara Tirkiyeyê neba dê DAIŞ'ê Kobanî bigirta. Peyva 'Ket, wê bikeve' gotinek li hemberî bêdengiya Ewrûpiyan bû." (5)
Agir bi mala te nekeve. Heta ku çeteyên DAIŞ'ê tam neketin nava Kobanî, heta ber bi dawî ve jî nehatin di serî de HDP, û hin welatên derve xwestin Tirkiye korîdorê veke. Salih Muslim bi xwe hevpeyvîn da, gotin rê vekin em bi pereyên xwe çekan bistînin, dîsa Tirkiyeyê rê venekir. Heta ku DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) mêze kir Tirkiye rê venake, bi balafiran ji hewayê de ji bo YPG'ê amûrên şer avêtin. Ha, tam wê kêliyê diyar bû ku dê Kobanî nekeve. Piştî wê kêliyê Tirkiye mecbûr ma rê li ber çûyîna pêşmergeyan vekir.
Erê Muhsin Kizilkaya tu kesek koneyî, dizanî peyvan û deman tevlihev bikî, lê bizane ku ê me jî piçek be jî bîr û aqilê me heye.

(ji heman hevpeyvînê): "Erdogan Zagona Bingehîn biguherîne dê pêşî li mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî veke."
Ne ez, bila Dengîr Mîr Mehmet Firat bersiva vê gotinê bide, fermo: "Dema min jêre got 'Gere em ji bo kurdan bi zimanê zikmakî dibistanan vekin', Serokwezîr Erdogan wisa bersiva min da, 'Ma dewleta wan heye em ji bo wan dibistanên bi zimanê zikmakî vekin?' Dîsa min mafê axaftinê girt û got 'Ji aliyê mantiq ve tiştek şaş e em têkiliya ziman û dewletê bi hev ve girê bidin. Ji ber ku îro li dinyayê nêzî 200 welatî hene, lê bi 5 hezar zimanan mirov diaxivin. Hema em bibêjin bila tu têkiliya dewlet û zimanan nebe jî, 70 heb mebûsên we yên kurd hene. Hûn di heman demê de Serokwezîrê kurdan in jî. Lewre Komara Tirkiyeyê dewleta kurdan e jî. Ligel kurdan hatiye rizgarkirin û avakirin. Di zankoyan de hûn li ser zimanên mirî jî dersan didin lê zimanê 20 mîlyon kurdî nadin hînkirin. Ez wekî hemwelatiyekî vî welatî dixwazin zarokên min kurdî hîn bibin. Ji bilî 1-2 mebûsên kurd kesî piştgirî neda min. Ji Serokwezîr jî jixwe qet deng derneket." (6)
Belê te got çi Muhsin Kizilkaya? Bersiv bes e yan na?

Notên ji twitterê
Ez di twitterê de Muhsin Kizilkaya naşopînim. Dema min xwest li ser tiştinan binivîsim min xwest li twittera wî jî binêrim.. . Ev Muhsînê xwe wisa kurd dihesibîne, dest ji kurdîtiyê berde, wekî mirovek, wekî siyasetmedarekî nekariye tiştek li ser Hamdulah Oge ê ajokarê erebeya HDP’ê ku li Çewligê hat kuştin tiştek binivîse, bûyerê şermezar bike. Ka li ku ma mirovatiya te?
Welhasil. Vane ji twittera wê çend gotinên ku ketin ber şûrê min:

- "Dema Meclis bi rê ve dibir li aliyê çepê wî kesek sergirtî (bi turban), li aliyê rastê D.Ocalan rûniştibû. Ev yek deyndarê demokratîkkirina AK Partî ne.”
Derew! Dîlek Ocalan bi keda Tevgera Bakur ku ev 30-40 sal in dide hat wir. Meseleya 'Başortu' jî ne bi keda AKP'ê tenê, çiqas AKP'ê ked dabe mînak mebûsa HDP'ê Huda Kaya jî ew qas ked daye. AKP'ê ger demokrasî çêbikira bila pêşî bendava sedî 10'ê rakira ku li Tirkiyê her partî bikaribe bikeve meclisê.

- (Di twitterek ku van rojên dawî de nivîsandiye de jî wisa dibêje): "Li welatek ku dîktatorî lê hebe 4 partiyên siyasî dikarin bikevin meclisê?"
Du tiştan mirov dikare bibêje; Li Sûriyê dîktatorî heye, lê di Hilbijartina Serokomariyê ya Sûriyê ya dawî (03.06. 2014) de ligel Esad du berendamên din jî hebûn. Li Almanyayê dema Hitler hat ser kar, bi hilbijartinê hat û pêre çend partiyên din jî ketin hilbijartinê û ketin meclisê.
Xalek din, ew 4 partî ne bi daxwaz û rêlibervekirina AKP'ê ketine meclisê, berevajî vê, Muhsin Kizilkaya, Y. Akdogan û gelekên AKP'ê yên wekî wan nedixwestin ew qas partî bikevin meclisê. Jixwe bêsebeb mezinê wan 400 nedixwest... Niha partiyan ligel hemû bêeladetî, bi hêza xwe ketine meclisê, mêro radibe çi dibêje...

- (ji twittera 05.06.2015): "Ak Partî kurd ji bin zilma dewleta zalimkar xilas kirin."
Belê rast e ji Yewnanistanê hikumeta Syriza, biborin hikumeta CDU-CSU'ya Almanyayê hat bi ser Roboskî de bombe barandin.
Serokomarê Fransa Hollande di sala 2006’an de ji bo gelê li Amedê got: "Ew zarok bin jî, jin bin jî tiştê divê dê bê kirin” û pêre kuştinan dest pê kir.

- (ji twittera 10.06.2015): "Di temamê dîroka Komara Tirkiyeyê de tekane partiya ku ji kurdan re gotiye "kurd" Ak Partî bûye. Hin kurd jî rabûn ew (AK Partî) ji bo xwe kirin neyar."
Ozalî ji bo kurdan meseleya federasyonê jî dida nîqaşkirin, Demirelî qala "Realiteya Kurd" kir, Yilmazî gotibû "Rêya YE'yê ji Amedê re derbas dibe"... Ligel van gotinan jî di van salên 90'î de siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin, hatin windakirin û hatin kuştin.
Û belê AKP'ê qala kurdan kir, lê di vê demê de jî bi hezaran (binêrin "Operasyonên KCK'ê") siyasetmedarên kurd hatin girtin. Erê nehatin kuştin lê her yek herî hindik 2,3,4 salan girtî ma. Ew AKP’ya ku qaşo qala kurdan kir, li Amedê, li pêş çavên wan kurdan got “Emê Girtîgeha Amedê xira bikin û bikin dibistan.” Na, emê nekin muze, emê xira bikin, emê we bîrkor bikin. 

Wekî din hewce dike mirov dirêj bike.


1-
http://www.sabah.com.tr/pazar/2015/07/05/ben-uzlasmanin-temsilcisiyim
2- 
http://www.haberturk.com/gundem/haber/1083424-kibirliydim-muhafazakrlarin-donusturucu-gucunu-gordum
3-
http://www.bianet.org/bianet/siyaset/124372-ceylan-onkol-patlayiciya-vurmadi-korunmaya-calisirken-oldu
4- 
http://t24.com.tr/haber/muhsin-kizilkaya-solcuydum-devrimciydim-akp-beni-inandirdi,298541
5-
http://www.semdinlihaber.com/makale/firat-o-polis-baskininda-kapi-acilsa-demirtas-infaz-edilecekti-h27473.html
6-
http://www.radikal.com.tr/politika/dengir_mir_mehmet_firat_erdogan_ile_arasinda_gecen_konusmayi_acikladi-1345021

Hin Nivîsen Nivîskar

Du fîlm, du derhênerên kurd, du gotin

  • 04 Gulan 2019

Emê vê carê li ser du fîlmên du derhênerên kurd bisekinin. Her du jî di çarçoveya 38'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê...

Ji bo bikarhênerên tora civakî û hêja Zinarê Xamo

  • 12 Berfanbar 2021

Emê di vê nivîsê de ji aliyê etîka rojnamegerî (em nivîskarî jî lê zêde bikin) û hiqûqê ve li meseleyê binêrin. Û di...

Kîjan kurd dê dengê xwe bide van?

  • 29 Kewçêr 2015

Ji aliyê AKP'ê ve gelek gotin hatin kirin. Wisa hatin gotin, "PYD terorîst e", "PYD ji DAIŞ'ê bi talûketir e".Wekî din?Ma hewceye em qala "AKP ji...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Cenevre-2 ra çîke nêvecjiya

ad

4 pûan li pêş e

ad

BDP bû DBP û vaye rêveberên wê

ad

Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne

ad

“Filozofê Kurd Hazretiyê Şêx Ehmedê Xanî” bi tirkî derket

ad

Dayikên Aştiyê ji bo îdaman çûn Enqereyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname