Amed
Endamên Însîyatîfa Dayikên Aştiyê ji bo cezayên îdamên yên li Îranê şermezar bikin û cezayên li benda înfazkirinê ne jî bidin rawestandin ji Amedê ber bi Enqereyê ve ketin rê. Dayikên Aştiyê li Enqereyê wê bi balyozxaneya Îranê re hevdîtinê pêk bînin.
Li Îranê ev demeke girtiyên kurd têne îdamkirin. 9 endamên Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Balyozê Îranê yê Enqereyê re hevdîtinê pêk bîne çûn Enqereyê. Dayik wê daxwaz bikin ku bi Serokomarê Îranê Mahmud Ahmedînejad re hevdîtinê pêk bînin. Her wiha dayikan dosyaya li ser îdaman ku amade kiriye jî wê teslîmê balyozxaneyê bikin.x


