SIBE HER SIBE YE
Sibe Newroz e,
Ger gulên me di dilê me de vedin,
Sibe Newroz e,
Wê kevir û dar bi ser ziman bikevin…
Sibe Newroz e,
Ger dayik bi dilê şa bin,
Wê, sibe, bibe “her sibe”…
Sibe Roja Helbestê a Cîhanê ye
Ger helbestên me bi rê bikevin…
Sibe,
Wê helbest bibe Newroz û Newroz jî bibe helbest
Helbesteke bi şîr û şekir xwedîkirî…
Helbesteke
Bêyî sond û qesem
Helbesteke
Bêyî xwîn û birîn
Helbesteke bibe kenê şîrîn
Da li dîwarên fedîkar ji zarokan re bibe hêviyeke hûr, kûr û dûr…
**
Li nêzî gundekî qemyonekî werdigere. Tişt bi şofêr nayê. Çi xiyar û bacanên sor hebûne li derdor belav bûne. Kesên ji wî gundî bacanên sor û xiyaran birine. Pîrejinek jî hatiye. Bacan û xiyar xistine pêşa xwe. Deng li şofêr kiriye:
- Lawê min, ma îsot di qemyona te de tunebû!..
Şofêr, li pîrê nihêriye, halê xwe ji bîr kiriye û wiha bersiv daye pîrê:
- Xaltîkê, îsot jî di qemyona birayê min de ne, ger ew jî were li gundê we wergere tuyê îsotan jî bibî!
**
Ger em li pirsên wekî civakek çawa? Jiyaneke çawa? Însanek çawa? Edebiyatek çawa? Cîhanek çawa? bifikirin emê bi rihetî karibin bêjin ku bi gelemperî xeyala edebiyata me hê jî reng li xwe kifş nekiriye.
**
Di demên borî de wexta êş bi diranên kesan diket an jî kes nexweş bûn ji bo hukmê êşê ji bîr ve bikin kilam digotin. Carnan kesên me bi saetan bi navê îdeolojîyê bi navê zanistê bi navê têkoşînê li ser ziman û çanda me diaxivin lê dawiya dawî bi bîr naynin an jî ji dilê wan nayê ku kilamek bi kurdî ji bo rihê xwe bêjin! Rastiya tiştên mezin û tiştên piçûk an jî sivik hinek dişibe vê mînakê.
**
Çend caran min di der barê hin berheman de nivîs lêkirin. Min destnîşan kir ku ew bertekiyên ji xwendinê ne. Ev rastiyek e. Ji bo çi?
1. Ji bo hûn rexnegirî bikin gere hûn kedeke gelek mezin bidin; hûn di der barê nivîskar û bi gelemperî berhemê de lêkolînan bikin. Carna rexnegiriya we dibe sedem ku hûn berhemê ji nû ve şîrove bikin û bi awayek, berhemek din xwe bide der. Bi awayek gere ew ked û pisporiya we ya rexneyî hebe ku hûn bikaribin berhemê bi cih bikin, ev jî ne bes e, hûn bikaribin navek din li berhemê bikin.
2. Bertekiyên xwendinê û rexnegirî du têgehên cuda ne. Ji derî vana nivîsên danasînê jî hene ku ew bêtir sayakî ne. Di rexnegiriyê de hûn neçar in objektîf bin. Di nîşeyên xwendevaniyê de bivê nevê hûn hinekî sûbjektîf in. Ji halê me yê aniha, dîsa, bivê nevê bandora romantîzmê hukum li me dike.
3. Belê di nivîsên danasînê de jî, di rexneyê de jî di bertekiyên xwendinê de jî şîrove heye. Lê şîroveya ku hûn di rexneyê de bikin hinek bi şert û şûrtan ve girêdayî ye.
Tişta ku ez carna dikim bertekî ne. Çi veşêrim, nivîsên bi wî awayî carna we ji berpirsiyariyê jî diparêze! Ji ber ku karê me xwendin û nivîsandin e em nikarin nivîsên rexneyî lê bikin û rexnegirî ji min dûr e jî! Rastiyek din jî ev e ku ji dilê min tê piştî xwendina her berhemê bertekiyên xwe yên xwendinê lê bikim lê nanivîsînim. Ji bo çi?
- Ji ber ku edebiyata me hê jî di bin atmosferek romantîk de ye. Ev normal e jî.


