Nivîskar!
Nivîskarî bi hewesekê, bi daxwazekê, bi karînekê; ew rêbaza xwe derbirînê ya bi vegotina estetîkî, hunerî û kûr bo her nivîskarî li gorî şertên tekakesî, civakî, neteweyî, çînî û erdnîgarî yên ku teşe dane-didin derûniya wî/ê; bi poetîka xwe rêwîtiya xwe diyar dikin.
Nivîskar dema biryar da û dest bi rêwîtiya xwe kir, ew êdî nivîskar e lê nivîskarê derdorekê ye; ew hê ne xwe ye, ne bo xwe, bo wê derdorekê dinivîse!..
Di destpêkê de divê wisa be, bo heta xwe dî ye, bûye xwe, bûyîna ya bi derdorekê, bi derdorekê xwe heyî kirin bivê nevê ye.
Pirs jî a di vir de ye; gelo ew ê her wisa berdewam bike, bibe yê derdorekê, bi derdorekê hebe yan wê xwe bigihîne wî cihê ku êdî bûye xwe, reseniya xwe dî ye, bo xwe, bo derdoreke hê tuneyî, belkî bo serdemeke din metnên xwe binivîse?...
Di vê pirsê de du nivîskar li pêşberî me ne; yên bo derdora amade, bo dema tê de dijîn nivîskar in, dinivîsin û dê her wisa bidomînin û wisa hebin, bi wê derdorê hene. Heta ew derdor-pirs-pirsgirek hebe metna wan jî dê hebe. Kêngê dawî li wê derdorê; hizrî, bîrdozî û hwd. hat dawî dê li yên wan nivîsandine jî were; ji wan nivîskaran pir pir kêm berhem dê bimînin, belkî jî namînin.
Lê ya nivîskarê xwe dî, bûyî xwe, bi xwe bawer, xwe bi xwe heyî, ku êdî pişta xwe nade derdorekê, yan di asoyê wî/ê de ne pirsek cîhanek tê dîtin; metna wî/ê dê resen be, honakên resen wê ji pênûsa wî/ê derbiçin. Lê bo BERHEM’a ew dinivîsin were kişfkirin, zanîn, nasîn û hezkirin, qonaxa ew tê de dijîn, dinivîsin, yanê dema hê xweş in, ne ew qonaxa ku ew werin kifşkirin e… Çendîn bo dema xwe jî dinivîsin, çendîn dixwazin ew di dema xwe de werin kifşkirin û famkirin jî, lê ew yek pir kêm pêk hatiye. Loma di heman demê de ew jê bi hay in jî, ne derdora wan kifş bike hatiye dinê, ne jî qonaxa berhema wan…
Lewma pir kêm nivîskar bi dema xwe şa bûne, di dema xwe de şa bûne, pir kêm..
Ji lew, ên ji vê rastiyê bi hay in, pir rehet in, derdê wan bi helkeftinên li qada wêjeyê rû didin re tune, (xwe tatmînkirina bi tik û favan) ne di xema wan de ye… Ew ji qedera xwe razî ne, dizanin hê dema wan nehatiye, bes bi honakên xwe yên resen bextewar in…
Ji wan nivîskaran pir berhem ji me re mane, pir berhem wê ji derdor û qonaxa ew li hêviya şewqdana wê ne re bimînin…
Ew kifşkirina bi derengî ketî-dikeve helbet ne dadwer e, lê rastiyek e, mixabin qederek e…
Berhem!
Berhem ew cewher e, hin jê pir pir kêm dema li ber pênûsa nivîskarê xwe filitî de hatine kifşkirin, zanîn, nasîn. Ya piran maye ji wext-qonaxeke din re, yan ji pirsgirêkeke din re.
Hin berhem bi pirsgirêkan re derdikevin holê, çi ku pêwîstiya bîrdozekê-îdeolojiyekê, çînekê, neteweyekê re dibin amûr, hin bêyî bibin amûra sedemekê, bêyî faktoreke din hene, gerdûnî ne.
Mînak, Mem û Zîna Xanî ji ber pêwîstiyeke neteweyî ya derengmayî, ne wê hêngê îro‘bûye’ berhem.
Lê vê yekê meriv bo destanê Memê Alan nikare bêje. Pêwîstiya destana Memê Alan bi bîrdoziyekê, bi sedemekê tune ye.
Heman tiştî meriv bo Dayîka Maksîm Gorkî û Soneyên Wîllîam Shakespeare jî dikare bêje.
Yek bi xêra bîrdozekê îro di çarçoveya behemê de tê nirxandin, lê pêdîviya Soneyên Shakespeare bi bîrdozekê tune ye.
Ji loma, ger dewleta kurdan sed sal berî vê ava bibûya, niha îro bi vî rengî û ne ew qas Mem û Zîn li rojevê bû! Ji dewsa wê belkî çûyîna fezayê yan jî nexweşiya koronayê re peydakirina derzî-derman dê di rojeva kurdan de bûya.
Erê Mem û Zîn berhem e, lê îro tiştê wê dike berhem ne berhembûna wê ye, peyama di nava wê de ye, ku tê xwestin ji pêwîstiyeke neteweyî ya ‘derengmayî’ re bibe bersiv, loma ew qas di rojevê de ye.
Sergo!
Serboriya her nivîskar a nivîsandinê cuda ye, çendîn gelek alî bişibin hev jî ya herkesî bi daxwaz, arezû, jiyan û cîhaneke çawa xeyal dikine ve girêdayî ye.
Yek jî bi pirsgirekên pê re rû bi rû dimînîn ve; xwezî pirsgirek(a) sereke ya nivîsandinê ya nivîskarên kurd ne yek bûya, hingê bêhtir derfeta me dibû, em bûbûna xwedî metnên ji hev dûr, da me nivîskar ne bi naveroka metna wî/ê, me bi honeka wî/ê ya xweser binirxanda.
Gelek asayî ye û jixwe wisa jî diqewime; hin nivîskar bi metna xwe ya yekem dibin xwedî berhem’a (xwe)!, li jor dest pê dikin, lê piştî wê serbejêr in, mixabin ew jî qederek e!
Xwendeyên jîrek zû bi vê dihesin, êdî pereyên xwe navêjin sergo, ne jî bi xwendina metnên nivîskar ên gorî asta wî/ê di bin sifirê re ne, xwe nawestînin.
Hin nivîskar di jêr de dest pê dikin heta berhema xwe nivîsandine didomînin; metna wan hê ne ya ew dixwazin e, lê ji ber kelecanê dide mirov, ji ber ajoyê nivîskar hê birçî ye, ya ku pêşkeşî me kirî çendîn hê ne berhem be jî, lê bi cerebandineke nû metna xwe dide xwendin.
Ji para xwe re bêjim, ez ji yên di jêr de dest pê dikin hez dikim, qe nebe potansiyelê ceribandinan di wan de heye. Heta berhem’a (xwe) nivîsandine bi kelecan in, ji nivîsandinê têr nebûne, metnên wan qet nebe samîmî ye.
Ji yên di jêr de dest pê dikin loma hez dikim; dibêm ka kêngê wê berhema (xwe) pêşkeşî xwendina min bike. Loma bi tatêl bi kelecan li benda çapkirina pirtûkeke wan dimînim, lê ger pirtûka derketî hê ne ew berhema ew li pey in jî be, qe nebe li xwe zêdekirina wî/ê dibînim, bi wê kêfxweş dibim; çi ku ew bi ‘lixwezêdekirinê’ tên…
Balam yên di jor de destpêkirî, bi ‘lixwe kêmkirinan’, di her pirtûkekê de pêklingeke din bi jêr de daketin wan meriv eciz dike; meriv naxwaze qedîna wan tim bi zorkirina pirtûkeke nû-din bibîne-li bîra xwe bikole…
Yek jî, yên bo ser sergo hene!
Vî tiştî ne ez teorîzanên wêjeyê dibêjin: “nivîskar di metna xwe ya yekem de xwe dinivîse, ya duyem de teqlîd dike, ya sisêyan de jî dikare tiştên wê çarçovayê de binivîse, lê eger di ya çaran de metneke resen, ceribandineke nû nenivîsandibe...”!
Ew nivîskarên xwe dubare dikin in, ew pirtûka xwe ya pêncan şeşan jî binivîsin, ger navê romana wan, çîroka wan, helbestên wan jî cuda be, lê mekan yek e, leheng yek e, bixwe ye, peyv, hevok, rist yek in, heman in, dubare ne;
-Tim di navbera ji gund hatina bajêr de, yan di navbera ji bajêr çûyîna Ewropayê de, leheng tim nivîskar bi xwe ye, behsa xwe, behsa çîroka xwe dike…
-Tim behsa şerê xwe û jina xwe dike...
-Bi heman ristê tim çiyayên xwe serbilind in, bi êşa xwe ya bindestiyê şanaz e…
Li cîhanê tu nivîskaran çend berhem li pey xwe nehiştine, ger yek mabe serkeftiye.
Hemûyên tên nivîsandin ger giş bo bibin berhem jî, lê ew pêk naye, ger jê yek wekî berhem li pey mabe…
Bo helbestkar jî wisa ye; eger helbestek, ristek bi tenê bi helbestkêr re nemirî, li pey bimîne çi şanazî ye, ku wî/ê navê xwe di nav helbestkarên nemir de nivîsandiye.
Helbet bo famkirina vê yekê, bo meriv bi giştî hay ji nivîskar, serborî, poetîka, berhem, metnên wî/ê hebe divê meriv bi nirxandina kuliyeta wî/ê xwe bigihîne rastiyê; li ku dest pê kir li ku qedand; kîjan berhem e, kîjanê ji pirtûkbûyînê neborandiye, an kîjan a bo ser sergo ye!?
Yanê tiştê vê ji me re bêje, ‘kuliyet in! Vê babetê de mixabin, rewşa me li holê ye!..
Kuliyet helbet bo yên serboriya nivîskariya xwe qedandiye, lê ya me gotin li ser yên hê serboriya xwe neqedandine tê gotin; ev jî wisa, bi pirtûkeke baş nivîskar tim baş e, bi pirtûkeke nebaş nivîskar tim nebaş e! Balam ew ên bi pirtûkeke tim baş û yên bi pirtûkeke tim nebaş her yek xwedî birek pirtûk in. Loma, gelo nivîskar di hemû pirtûkên xwe de tim baş e, yan di hemû pirtûkan de tim nebaş e!? Em bi vê nizanin, çi ku nivîskar bi pirtûkên xwe yên berê re, yanê bi xwe re nayê hevrûkirin-nirxandin, xêr, bes bi ya li ber dest tê nirxandin, ew jî têrê nake em nivîskar binasin, bizanibin ka çi li xwe zêde kiriye, ka cudahiya di navbera pirtûka wî/ê ya nû û yên berê heye; yan jî gor yên berê ka çi li xwe kêm kiriye..!
Mixabin, di vê hêlê de jî çarçoveya pirsan, nirxandinan, rexneyan û hevpeyvînên tên kirin diyar e!..
Têbinî: Li derdora wêjeya me ya çend (tik û fav, gengeşî-galeciyên bi tewrê li dor maseya qehwexane û jinên li ber deriyan; derûniya xwe di çend hevok û wêneyên hewceyî bi analîzên poskolojiyê heyî de nîşan dide) ku dibin egerên têrbûn-tatmînê; jê bi hay im, ne wexta nivîsên wiha yên dixwazin balê bikşînin ser pirsên dîtir! Ev mijarên behs dikim belkî piştî deh salî din bibin rojeva me; jixwe, ev nivîs ji bo piştî deh salî din in, heya hêngê dibe cihê wan ser sergo be(…)


