Bi vî zarî, ku bi ser lêkirina helbestê re hezarek sal, ku bi ser honandina pexşanê re sê sed salek temen borî be jî, wekî li civakên din ên li cîhana gewrik pal dayî xuya dike, naye wateya ku ‘yê kurdînûs bi xwedan heman cî û paye, jênanxwar, rewşenbîriyek bi xwedan hizr û gotin, û jê girîngtir, xwedan girseyek xwîner in’.
Jixwe, em bi hev re jê bi hay in û kit bi kit pê dizanin, ku egerên vê yekê çi ne, lê…
Lê, ku wekî jimar; çi nûser, çi kitêb ji wan serdemên berê qat qatî bihorî bin jî, ku metna kurdî li gor metna vê serdemê; bi raya min çi helbest çi roman û çîrok, nav xwe de mînakên metna di asta wêjeya gerdûnî de afirandibe jî, ev rewşa nûserê helbest, roman û çîroka îroyîn, halê wêjekarê kurd hê jî ji ya Feqî û Xanî ne çêtir e;
Dîsa heman neçarî, xizanî, û di bin hukmê mîran hemdem de ji civakê veder kirin, û di nava xema nanî û metirsiya jiyanî û dudiliya gotin û negotinê ya rastgoyê de, hêj jî aliqîmayînek wijdanî ye(!)
Lê îro, dem e; heke deriyên weşanxaneyan, piştmaseyên gûftogoyan, destnîşanên li bin danezanan, ew nivîs û metnên qirase yên rexnegeriyê, û êşkêşiya nivîsar a pêvejoya çapê, ku karibin bi hêza metnê werin vekirin, ku karibin li eywanan maseyên gûftogoyan li ser gotinek nû û xwenedubareyan deynin, ku nivîsar dorê bide yê li kêleka xwe jî, ku ji bo xatirê navê rexnegeriyê, rexnegir(!) bi metna jon û aktrîstan navê rexnegeriyê li pey xwe nexe’ û ku nûser karibe bi telîfa xwe çayekê vexwe, wext e, êdî tiştên dîtir bêne gotin…
Li cîhanê jî wisa ye û her hal, wê ya me jî wisa be!
Mesela li cîhanê wisa ye; komikên çeteyî yên wêjeyî çêdibin (dikarim bibêjim, carinan ew çete ji bo wêjeyê baş in, hewla wan carinan dibe sedema pêşketinekê, dibe pêleke wêjeyî û hunerî jî, lê ji bo yên ne nav wan de dibe sedema tune hesibandin û kuştina wêjekarekî/ê jî) ku nav wan de bî, jixwe ji te çêtir nîn e!
Mesela ku te nav bergê de tirek jî kiribe (jixwe ji bo girseya heyraniyan a popîletehez û ji bo yên bi bayê popelîzmê perçema xwe şeh dikin, metn û naverok pir ne girîng e!)
Jixwe, ya girîng çendan pirtûk xwend nin e, ya girîng çendan behsa min kir e.
Ku ya girîng wisa bi reng be, mesela hingê ku lêvên te yên sor bala rexnegir (!) de bin an navê te yê populer têra navbihîstina rexnegir bike, heke kêfa weşangerekî, navdarekî nivîsar û helbestkar ji te re were, yan rû-cemala te ya artîstî bala xwînerê xeşîm ê bi qasî tiliyên destekî kêşabe, ku mirîdê/a yekê/î bî, hingê tirra te berhemeke tirtire dê bê hesibandin û hin kes wê erka li civatan ferasetekê (algi) çêkirinê bigrin ser milên xwe yê heta heta hemalî ye.
Mesela erênî neyînî behsa kesekê/î yan pirtûkekê ku hat kirin… bi tirkî jê re dibêjin ‘dolayli’ propaganda. An jî, “reklamin îyîsî kotusu yoktur (başî û nebaşiya reklamê nîn e)
Û hêngê were temaşeya şadîmeniya ya-yê tirrr kirî…
Go, yekê got metikê çima kes behsa min nake, ‘pîra gund jê re go, keça min biçe kaniya gund de birî hemî gundî dê behsa te jî bikin’
Mesela nemir Arjen Arî di nivîsek xwe de wisa dibêje ‘min jî digo qey ez jî helbestkar ‘nivîskar’ im?
Erê Arjeno, me jî wisa zen dikir, me jî digo qey em jî…
Û piştre mirov xwe bi xwe dibêje, erê bavê min o! ma em nizanin li vê xakê heya zindî bî, heya nemirî nabî gulsor. Heke bûbî, bi rastî, ya te berhemeke qirase lêkiriye haya me jê nîn e, yan jî tiştekî din di vî îşî de heye.
Belkî jî, hemû mesele şarezetiya bazirganiyekê ye lo.
Nexwe, a ew a tu behs dikî ‘me jî dî û nas kir, me jî nexwend! êêê..?
Êêê, jixwe yên berê rast gotine, ‘tir li ku das li ku?!’
Tê zanîn lo, ku ew çerx çawa diçerxe.
Ax bazirganî, axxx…


