logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Jinek te tîne dinê, yek te dibe gorê!

  • Dîrok: 19/02/2017
Ew û yên din!

Di jiyanê de çend kes û tişt hene, di ev temenê kurt ku pir xuya dike de, tên daxilî jiyana mirovî dibin?  ku hin jê derên biçin, ku hin biçûyîna xwe re şopekê li pey xwe di bîra mirovî de bihêlin jî…
‘Çendîn, ku hinan tu ji jîna xwe veder dikî. 
Çendîn, ku hinan tu nexwazî rûyê wan bibînî
Çendîn, ku tu ji hebûna hinên di dereke jiyanê de derketine pêşberî û tu pê bûyî xwedî poşmaniyekê jî...’
Dawiya dawî, rojek tê di nîveka emrî de meriv jê bi hay dike; ku hin naçin, ku hin nû hatine û ku hin hê nehatine; wê werin, wê werin, ew jî wê werin, ew jî wê were… wê were da ku tew neçe… 
Meriv nikare tercih bike; hin kes hene bêyî ji te were pirsin, bêyî ku tu karibî derbarê wan de raya xwe eşkere bikî; bi kêliya diya te, te tîne dinê re ew di jiyana te de jixwe hene; tu parçeyekî ji wan î ew parçeyek ji te ne… 
Ku ne bi dilê te bin jî, ku taybetî û kesayetiya we ji vir heta dera hanê ji hev dûr û ciyawaz be jî, ew cûdabûn qet nayê ber çav, nabe qisûrek ku tu tim xwe pê kêm bibînî; çimkî ‘dê ye, bav e, xwişk in, bira ne, pis û dot in, ap e, xal e, met e, û heta nîva dayê xalet e…’
Û bi navikekê re tu tapoya merivantiya bi wan re dixî bêrîka xwe, heta dawiya jiyana xwe û belkî wê tapoyê wekî mîrate dewrî yên ji pişta xwe jî dikî…
Lê belê, hin kes hene bêyî ku pêdivî bi navikekê û bi heman xwînê bûyîn hebe tu wan hildibijêrî daxilî hebûna xwe dikî, daxilî jiyana wan dibî; ku têkîliya yên navikê heta radeyekê mecbûriyetek be jî, ku ew bi xwînî yên te bin jî… lê yên te bi xwe tercih kirî û hilbijartî di nav 6.5 mîlyar mirov de bi qasî tiliyên destekî, bawer bikî belkî tunebin jî… lê, ew wekî bi qasî 6.5 mîlyar mirov bin, ew sê-çar kes di çavên te de pir in, pir pir dibin...
Hevrêyên te ne; deqên wan her dimînin li ser giyanê te. Tu tevî wan dirûv digrî, di pêkhatina keseyatiya te de parek wan a nayê înkarkirin jî heye, û piştevaniya wan jî…
Kingê bi ser vê rastiyê ve dibî û têdigihîjî!? Di nîveka emrî de, ku ji wan re dostên roja teng tê gotin; ew ên ku tu dixwazî ne rojên teng her rojên xweş diyarî xwe û wan bikî…
Lêêê, lê û belê yeka din jî heye ji ew ên tên hilbijartin; A, ne tu, ya ku dil hildibijêre, ew a dil pê re lêdide, bi hebûna wê dike gurpegurp; ev hez e evîn e, ev, jixwe tiştekî din e(!)
Ji roja ku te ew dît, ku çav lê û pê ket, heta wê rojê ku temenê te çil sal ji kîsê te xwaribe jî; li ber çiçikê dê heta zarokatiyê, heta ciwaniyê û wê roja sal gihayî çil î; jixwe dema navika te tê birin, ew wekî her bi te re be, û te li ser devê riyekê hatine wê pa be; ku hat, ku li tengala te sekinî, ku li reşikê çavî nihêrî; tu hest pê dikî wekî yek roj û yek kêliya te bêyî wê derbas nebûbe; qet ne xerîb e, nas e(!) 
Germahiya wê mîna hembêza dayê ye, divê tu bervê biçî û xwe biavêjî hembêzê û bêjî, ‘tu bi xêr hatî, lê ta vê roj û kêliyê tu li ku mabûyî’! ez ew qas ma bûm li hêviya te; ‘min digo; ha ji pişt wê darê, ha ji pişt wî kevirî, ha li ser wê kaniyê, ha li ber wê malê, ha li pişt wî deriyî, ha li ber wê eynikê; derket hat, ha derket hat’… 
Wê were… wê were, ku ew neyê tê herî, tê li pey herî; li pişt çiyan, li nav baxçeyên Adenê, di nav masiyên avên heyatê de, li bin darekê, di nav xirbeya gundekî kavilbûyî de, li nav bajarekî qedîm de, belkî li ber çongên dengbêjê Siyabend û Xecê, li kendalên Sîpanê bi ser Gola Wanê de, tê herî tê herî… tê herî lê bigerî…  
Çimkî dizanî; çawa te diya xwe hilnebijartibe, ku diya te yeka qereçî be jî, çimkî diya te bibêhna xwe ve di dil û çavên te de delaltirîn jina hatiye ser erdê cîhanê ye…
Ew jî wisa ye; ku hesta hebûna wê li giyanê te belav bû, dibînî ku ew bêyî navik ji dil re derbasî nava te bûye.  
Na na, tu bi xwe werdiqilî; ku ne ew ji mêj ve ye daxilî te bûye; berê berê de parçeyekî ji te bûye, nîva te bûye; hez bûye evîn, evîn bûye ew.
Nexwe ev ew e, dibêjî xwe bi xwe bi pistepista derwêşekî Laleşê (!)
Ku dil bi hêrikîna xwînê dicoşe, pêre pêre ku dike gurpegurp; pêre pêre ku sotin be jî, ku dil dest pê bike xwe bisojîne û bi xwe re, ku hemû can û bedenê jî bixe nava arê evînê…  
Bi xwe dihesî, ku mêj ve ye jixwe wê mohra işqê-sotinê li giyanê te daye… 
Û pêre, ew bi gewdeyê te ve dibe siyek, wekî navikekê bi te ve be, bi te re digere; bi zindî, bi bejn û balê, bi kezî bêhna misk û emberê, ku ne di menzîla çavên te de be jî, ji bo ku wê hîs bikî bayek bêhn û xeyalê wê bi banî dixe, tîne li gerdûna dilê te digerîne… 
Şevên te yên tarî ronî dike û pêre jî hemû kêliyên tu jê nefesê distînî û didî tije jiyan, bi coş û kelecan dike…
Ew anatomiya bûyîn û mirinê ye; ‘jinek alî te dike bi destê te re digire te tîne dinê û ji pişt re jineke din tê bi heman destî re digire, te li cihana gewrik a êş û evînê digerîne û te dibe heya gorê…
Hozanekî gotiye ‘heya li vê dinê heme…’ û pêşiyan lê zêde kiriye û xweş gotine ‘dinya li alikî ew li alikî’ 
Û dibêjî; ev ew e! û bi (wê) tu temam dibî, temam dikî…    

Hin Nivîsen Nivîskar

Rahmê û Evdiyê Milhem

  • 12 Sibat 2015

Îskan paşayê ku soza Rahmê dabû Evdiyê Milhem û bi pêlewaniya wî dijminên xwe yek bi yek têk biribûn, li ser cila neheqiyê rûdine soza xwe dixwe...

Pirtûka bêsiûd!

  • 10 Kewçêr 2021

Ez ew pirtûka bêsiûd im; pirtûka bi destê wî nivîskarê entîke hatime nivîsandin! Heqê xwe nexwim, nebêjin çi pesnê xwe dide, çi qure...

Hezevîn

  • 27 Rêbendan 2015

Ku mirovekî/ê bidî ser destên xwe, bi cama mîkroskopê ku li reşikê çavan binêrî, eger lê geriyabe, jê geriyabe merivê bibîne ku tekane...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serketiyên Pêşbaziya Şerzan Kurt diyar bûn

ad

Klîba Hefteyê: "Payîzok"

ad

'Nasnamey Neteweyî û Kurd' bi soranî çap bû

ad

Di Kûpaya Tirkiyeyê de tîmên kurdan

ad

Nifûsa bajarên erdhej lê da ye

ad

Berendamên Globa Zêrîn eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname