Ji bo guhdarîkirinê:
Pêncşem – Di metnên edebî yên rîskhez de gotin tsûnamiyên organîk in, di aramiya xwe ya herî zîz de jî tim ji bin ve êrîşî zimên dikin. Kirtekirt ji koka zimên tê, ziman ji cî dileqe, dişemite, dibeerozyoneke cîwarê xwe terikandî, derdikeve derveyî sînorê xwe û di terikandina koka xwe de digihîne ciwarekî bê kok û nediyar, wekî pênasekirina gerdûnîbûnê ya ne tu pênasekirinan nas dike, ne qebûl dike. Êdî ziman wekî Paçûkoyên Meksîko-Amerîkî ne xwe ye û qala çi bike ew jî dibe ne xwe. Nexwe ev gotinên behsa nexwebûna zimên dikin çi ne û çi dinimînin gelo, Octavio Paz?
Gotin dixwazin dinyayê ji xwe re bikin welat. Lewra welatek ne xwedî gotinên xwerû be nikare bibe dinya, Kovan Baqî.
Ma ne her metna edebî bi saya zimanê pê tê nivîsîn dibe metin…
Helbet gotinên te ji rastiyê bi îdîatir in, lê her metin ne xwediyê zimanekî dinyayî ye, Kovan. Encax metna xwedî gotin û şêwazeke xwerû be dikare zimanê xwe bike dinya. Metna xwediyê van wesfan, êdî ne aîdî zimanê pê hatiye nivîsîn e. Lewra metnê sînorê zimanê pê hatiye nivîsîn derbas kiriye û gihîştiye wê gerdûna zimanê wê ya tekane ji pirzimaniya wê pêk hatiye
Di qedeha tekîla de serxweş dikeve Meksîka
Paz qurtek tekîla vedixwe dibe Pancho Vîlla.
Û tarîxa edebiyatê dirije hundirê qedeha min a tijî şeraba rehên wê digihîne diyarê Kenan û Cihûyan.
Tu zanî, Kovan?
Na, nizanim, rehek serxweş im di durehiya şerabê de.
Paz qurtek din ji tekîla vedixwe, mijarên dinyayê gişk ji ber zimanê wî dikin îlellah.
Metnên li ser esl û koka xwe berz dibin, bi kîjan zimanî bênê nivîsîn, hem wî zimanî dikin deyndarê xwe, hem dikin zimanê xwe yê makî.
Qurtek din ji şeraba dureh a kurd-suryanî vedixwim, rehên min dikişin ciyê tilîka Xwedê li ser:
Li gor gotina te, metnên din gişk bê kok in, loma tim deyndar in. Heta berî bêne nivîsîn dibin deyndarê zimanê ew ê pê bêne nivîsîn.
Erê, metnên bê kok tim toqeke deyndariyê ye di stûyê zimanê xwe de, wekî edebiyata kurdî yan kurdiya edebiyatê.
Famkirin ne şixulê min e, Paz. Lê bi qasî têdigihîjim tu dixwazî bêjî, Edebiyata Kurdî tune ye, Kurdiya Edebiyatê heye.
Ax Kovan, Axx! Çewtfamkirina te rastgotina çewtiyên min tîne bîra min, mîna Umberto Ecoyê her celeb “Proleks” û “Analeks” di romana xwe “Lewleba Faucoult” de ceriband, lê girêka esil ji bîr kir û mekan kir muzeya miriyan.
Nexwe ez ê çawa karibim ji nivîskariyeke negrofîl xelas bibim, birêz Paz?
Meksîka ji qedeha Paz rijiya û tekîla li ser lêvên wî meşiya:
Rahêle qelemê, navê Romanekê li ser dîwarekî ji dîwarên dinyayê binivîsîne û jê bibe, binivîsîne û jê bibe, binivîsîne û jê bibe, binivîsîne û jê bibe, heta hişê te westiya nivîsîn û jêbirinê bidomîne. Paşê jê biqere, çavên xwe bigire û li dîwêr bimêzîne; li dewsa navê romanê çi gotin mabe ew malê te ye. Lê heger tiştek nemabe, dêmeg tu qesasê zemanê xwe yî.


