logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Rewşa cîhanê û rabirdûya edebiyatê

  • Dîrok: 05/10/2008

 


‘’Halê cîhanê ne tu hal e’’ di jiyana rojane de ,wekî encam,wekî gotina serî li her tiştî bigire hûn vê gotinê dibihîzin.Ger kesê/a li hember we kurd be hûn dê van gotinan jî bibihîzin:’’Heyra de çi dibe bila bibe,dunya li ber xirabûnê ye em hê nikarin bi zimanê xwe şad bibin.’’
Derbirînên di jiyana rojane de encam in.Hin sedem hene ku ,êdî şayan in, gere bêne bi bîrxistin(Çi ecêb e hê jî halê cîhanê,qeyranên aborî  di nav pergalên kapîtalîzm û sosyalîzmê de têne gengêşîn.Ecêbiya din jî ev e ku li welatên misilman babet aborî be ji bilî zikatê kes hewcedarî bi pêşniyaran nabîne)
Ji sedeman jê ya herî girîng têkiliya însan û xwezayê ye.Bi berdewamî ev hat gotin,’’Şerê mirov yê li hember xwezayê.’’Ev derbirîn bi tena serê xwe ne rast e,ev derbirîn gelek rastiyan  sergirtî dihêle,manîpûle dike.Ger şerek hebe helbet di dawiya şeran de aşitî heye lê ev aşitî tu car di navbera xwezayê û mirovahiyê de pêk nehat!Ya ku mirovahiyê li xwezayê kir talan bû/e.Ev hal bû sedem ku hem mirovahî hem jî xweza her wext di nav haleke travmatîk de bimînin.
Mirovahî di têkilyên xwe û xwezayê de hînî talanê bû.Talana li hember xwezayê piştî hat radeyekê êdî însanan berî dan hev;heman halî di şerê li hember hev de jî xwe da der;carê hîn bûbû mirovahî,şer nedikir xwe li talanê digirt,îro ro talana li hember hev jî hatiye radeyekê.Helbet wekî pergal pariya  xerckirin û pelîsetiyê ya di kapîtalîzmê de jî zêde ye lê kilît têgeha talanê ye.
Bi tevî destnîşankirina hin nirxên însanî û xwezayê jî sosyalîzmê bes aştiya di navbera mirovahî û xwezayê de ji xwe re nekir xem.Têkiliyên di navbera însan û xwezayê de sergirtî û sayakî hişt.Bi gotina hevalekî min jixwe sosyalîzm û kapîtalîzm bi awayek destbirakê hev bûn,ji alî hêza desthilatiyê ve!(Wê li vir hin bertekî xwe bidin der wekî van pirsan wê bê kirin;ma çînayetî xilas bû,perîşanî û rebeniya însanan nema?...Belê ev rast in,lê ji hemî têgehan madetir gere têgeha mexdûrîyetê xwe bide der,bi rastî di cîhana îro de her diçe mexdûr zêde dibin)
Xuyaye ku qeyrana hatiye radeyekê wê ji vir bi şûn de di demên kin de xwe dubare bike.Helbet wê mirovahî jî gelek tiştan bigengêşe.Lê ger mirovahî di demeke kin de aştiya di navbera xwe û xwezayê de pêkneyne,şer û talanê ji hev neke,xwezayê weke hêzeke yekseriyê tênegihije û qebûl neke wê gelş zêde bin.Baş e,ne kapîtalîzm û ne sosyalîzm wê çi be?Pirs helbet muhîm e.Lêgerîn jî ev e.Gava pêşî destpêkirina bi demokrasîyê ye,ne demokrasiya avî!Bi tevî zanîst û sîyasetê gere di serî de edebîyat,huner,xweza,mexdûrîyeta însan,rewş û sekna jinê ya di jiyanê de li ber çav bête girtin.
Ev rastî her ku ji edebîyatê dûr jî bêne dîtin bandor li pêşeroja edebîyatê jî dikin.Edebîyat jî neçar e van rewş û rastiyan li ber çavan bigire.Gere adeteke xwe biterikîne;heya niha bi gelemperî edebîyatê rewşa heyî û karekterên wekî encam di jiyanê de bûn şîrove dikir.Ji vir bi şûn de edebîyat neçar e bêtir li hember sîyasetê û desthilatiyên cîhanê deng bi xwe bixe.Edebîyat neçar e ji sosyolojiyê ,xwezayê,mexdûrîyetan re,ji zanîstê re bibe rih û palpişt.Wekî kevanekekê em halê zanîstê jî gere bi bîr bînin.Taybetiya zanîstê ya herî mezin ev bû ku ji tirs û pirsan neditirsiya ne wanî ye?Lê îro em dibînin zanîst jî ditirse,hem jî jixwe ditirse lewre newêre hin ceriban bike!
Edebîyat nikare bi du an sê şibakeyan li cîhanê û li rewşan binihêre.Beriya niha min mînakekê dabû.Ezê bi bîra we bixim.Bifikirin,êvarekê ,di kolanek metropolan de bi hezaran însan dimeşin.Di nav van însanan de her cûre însan hene.Ji nişka ve bûyereke xwezayê ya ecêb xwe dide der(ger rewş wanî bidome wê ev ne xeyal bin),tirs bi ser her kesî dikeve,ne mal ne milk ne jî tu tişt dimîne di bîra kesî de,di wê kêliyê de ew însanan giş mexdûr in!
A,edebîyat hinek dîtina van rastiyan e.Tirs,bi bîra we hat ne,halê neçariyê.Wê çaxê efsaneyan xwe dabû der,ziman helbestî û mîstîk bûn.Hal halê neçariyan bû.Ev e,tirs dîsa xwe dide der.Ev tê çi wateyê?Wê dîsa gotin,hest(ev ne bijark be jî wê wanî be,hiş li hember dil û hest her ku diçe lawaz dimîne)bi serbikeve.Ya rast mirovahiyê wekî ders hin efsane ji me re hiştibûn;’’Dinya her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe.’’,’’Wê li ser avê şer derbikevin.’’,’’Wê wext were însan bi goştê hev bikevin.’’
Ger ev efsane,reşbînî beyhûde bin(hêviya me jî ev hêvî ye,dawiya dawîn wê mirov li xwe mukir bê helbet)wê çi be;yek wê demeke dirêj însan ,wekî tê gotin,nema karibe ber ji xwezayê werbigire,jiyan bi gelemperî bi tabletan be.Heya wê çaxê jî wê gelek tişt ji dest biçin.A,di edebîyatê de jî wê halekî tabletî(hebî)xwe bide der.Ya din jî wê mirovahî çareyan peyda bike.Di wan çareyan de helbet ciyê edebîyat,huner,mexdûran bêtir berfireh û kûr be.Wê xweza jî hinek bi xwe ve bê,belkî ew jî bêtir bi hewl be(!),lewre halê dinyayê malê lê mîrat kiriye.
Di van rojan de li her deverî û di her sohbetê de rewşa cîhanê tê gengêşîn.Ya muhîm êdî her însan neçar dimîne bigengêşe.Ev nîşana qeyranên mezin e.Di heman demê de ev hêvî ye jî;ger hemî însan di derbarê rastiyekê de bigengêşin ev tê vê wateyê ku wê çareseriyên bêtir xweş jî xwe bidin der.Her ku em wekî wêjevanekî bi hin war û qadan hinek biyan bin jî wekî şexs em bixwazin nexwazin pirsgirêk xwe li me jî didin der.Kêliyekê min xwest tiştên di dil û hiş de ne di van rojên cejnê de(mixabin em nikarin basa şahiyê bikin)bi we re par ve bikim.Hûn çi dibêjin…

cihanacirokan@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

CUREYÊ POLÊSIYE Û C.E. BEDIRXAN

  • 16 Tebax 2012

Di edebiyatê de cureyê polîsiye bûye mijara gengeşiyan; hin kesan ew cure cidî nedîtine, hinek ji derî edebiyatê hesibandine. Hin kes jî berevajî, rûmet li...

Romana Evdal Xan û Bedlîsê

  • 27 Adar 2016

Hin mekan hene ku dişibin labîrent, çîrçîrok û efsaneyan… Li alî din jî “lal” in; ew na axivin dimînin li benda xwendin, hîskirin û...

BABA TAHIRÊ ÛRYAN Û XELETIYÊN WERGERA KURMANCÎ-TIRKÎ

  • 17 Sermawez 2013

“Baba Tahirê Uryan, Hayatı Goruşleri Diwani” (Baba Tahirê Uryan, Jiyan Fikir û Dîwana Wî)Berhema hêja, ya ku yek ji referansa edebiyata me ya neteweyî  a bingehîn...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser hilbijartina Başûr agahiyên dawî (tê nûkirin)

ad

Xelata Rahîbe Temesa dan Saziya Êzîdiyan

ad

Roja emeliyeta duyemîn a Tatlises diyar bû

ad

Şaredariyên BDP'ê ji bo Wanê seferber bûn

ad

Piştî 4 golan fînal hat

ad

Erebeyên polîsan ji bo hênikkirinê av bi ser gel de barand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname