logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

BABA TAHIRÊ ÛRYAN Û XELETIYÊN WERGERA KURMANCÎ-TIRKÎ

  • Dîrok: 17/11/2013
“Baba Tahirê Uryan, Hayatı Goruşleri Diwani” (Baba Tahirê Uryan, Jiyan Fikir û Dîwana Wî)
Berhema hêja, ya ku yek ji referansa edebiyata me ya neteweyî  a bingehîn e ji alî birêz Kadri Yildirim ve hatiye amade kirin,  ji nav Weşanên Avesta derçûye.
Birêz Yildirim destnîşan kiriye ku  Baba Tahirê Uryan ew kes e ku Heyam maye di bin tesîra wî de. Pirsa gelo ji bo çi Heyam ew qas di dinyayê de navdar e lê Baba Tahirê Uryan ne ew qas navdar e  yek ji wan pirsan e ku em kurd êdî baş bi bersiva wê dizanin.
Dilxweşiyek e ku kesên wekî Birêz Yildirim di heman demê de pirsa ku me kir û gelek pirsên wisa hildiweşînin, hewl didin (ne qeder) bala her kesî bidin jiyana ku klasîkên me heq kirine.
Di kedeke wisa de em ê balê bidin ser wergera Kurmancî-Tirkî  ku  Baba Tahirê Uryan heq nekiriye. *
Li berga paş ya kitêbê wisa hatiye nivîsîn:
“Kadri Yildirim yê ku di derbarê çanda kurd de, bi gelemperî çanda Rojhilata Navîn de xwedî danehevek bêhempa ye. Ew lêkolînerek e ku medrese û akademiyê gihandine hev.” 
Ev agahî û rastî referans in ku însan bi heweskarî nêzikahî li berhemê bikin. Mixabin em nikarin ji bo wergera Kurmancî-Tirkî  heman dilxweşiyê der bibin.  “Diwan’in ana lehçesi olan Loricenin latinize edilmesi  ve Kurmanci lehçesi ile Turkçeye çevrilmesi bize aittir.” Rp.7 ( Latînîkirina Lorî  ku zaravayê bingehîn yê dîwanê ye û wergera Kurmancî – Tirkî bi aîdî me ye.)
Baş e, yê ku wergerandî ye birêz Yildirim e.  Piştî mînakan em ê gotinek du gotinan bêjin.

Rp 202:
Ez buhurîm di ber goristanê re sibehek
Min bihîst li wir nalîn û hawar û ahek
…………………………………………………..
…………………………………………………
Bir sabah uğradım ben kabristana
Kulak verdim inilti, feryat ve figana
………………………………………………
……………………………………………
Çi eleqeya buhurîn û “uğradım” pev heye?  
Wekî tê dîtin bi vî awayî dubeyt wateya xwe wenda dikin. Ugradim wateya “serdanî-serîlêdanê” dide der. 
 Heyf ku gelek xeletiyên wisa hene. Ez ê yek bi yek gişkan lê nekim. Hew mînakeke din ya ku însan bi tu awayî hêvî nake bidim:
Rp .266
“Xemên tarî bar bike heta ku tu dikarî”
Ev riste bi vî awayî hatiye wergerandin:
“Gam yükle, gücün varsa işin buymuş.”
Heyf e, çawa bi vî awayî ew riste hatiye kuştin? Gelo kîjan tirk ji wê risteyê ê çi fehm bike? Di Tirkî de tu wateyê nade der.
Gelek xeletiyên wergerê yên teknîkî jî hene ku divê kesên wergêr bigengêşin. Mînakeke din bes e ji bo vê nivîsê ku hê gelek xeletiyên din hene.
Rp. 178:
“Xema derd di dilê min de bêhesab e
Xwedê dizane çûka dilê min kebab e
Ramûsim dest û bazûyên te  cellad!
Eger tu min bikujî wellahî sewab e”
“Gönül derdimin gamına yoktur hesab
Allah bilir ki gönül kuşum oldu kebab
Ellerini ve pazularını öpeyim cellad!
Beni öldürsen vallahi olur sana sevap”
“Xwedê dizane çûka dilê min kebab e” di vê ristê de ji alî demê ve dem berfireh e, wekî rastiyek her heyî xwe dide der. Di wergera risteyê de hatiye gotin ku çûka dilê min bûye kebab!Di helbest û dubeytan de rastiyên wisa gelek muhîm in heta heyberiya dubeyt û helbestan hildiweşe, dibe tiştek din. Hêma namîne an jî teng dibe.
Risteya “Ramûsim dest û bazûyên te cellad!” wekî, “Ellerini ve pazularını öpeyim cellad!” hatiye wergerandin. Di Tirkî de, wextê hûn bêjin, ellerini ve pazularını öpeyim, bê hukum dimîne, di dewsa wê de ku , ellerini ayaklarını öpeyim, bihata gotin ê bi hukum ba. 
Wextê însan bi nav kitekitan dikeve hew gotina, heyf e, ji devê însan dertê. Însan dibêje, însan çawa dikarin bi wî mafî tevbigerin ku klasîkan têxin vî halî! Mînakeke din:
Rp.260

“Keziyên xwe yên zincirîn belav meke.”
Wisa hatiye wergerandin:
“Zincirimsi zülüflerini sakın dağıtma.”
Gelo çi ciyê peyva “sakın” (ebed) li vir heye?
Di risteya bi Tirkî de ew peyv bûye ku  yê ku dibêje emir, ferman li yara xwe bike. Halbukî di Kurmanciya risteyê de tiştek wisa tune, hew daxwaz ji yarê hatiye kirin.
Wekî tê dîtin kitekit û rastiyên wisa çawa dikarin berhemekê biguherînin heta ji rûmet û qîmeta wê bikin.

Vehesînek xwe di edebîyata me de dide der ku  jê bi tirs im; vehesîn ew e ku îhtimal nayê dayîn ku kesên navdar, saziyên pêşkeftî  xeletiyan bikin.  Di jiyana akademîk de ciyê vê nêziktêdayînê nîn e. Xweşî û rastî li ciyên xwe, kêmanî û xeletî li ciyên xwe. 

cihanacirokan@hotmail.com  
 


Hin Nivîsen Nivîskar

Bêterefiya nivîskêr, çîrok û alîgiriya keviran

  • 08 Berfanbar 2015

(DIBÊJIN ÇÎROKA HER KESÎ HEYE LÊ NIZANIM ÇIMA EM BI BÎR NAXIN KU ÇÎROKA HER KEVIRÎ JÎ HEYE…)Di panelekê de min gotibû, heya wextekê,...

ŞER SAR E, SEWTA ŞER TUNE*

  • 17 Tebax 2015

Pisporên çand û folklorê destnîşan dikin ku dengê dengbêjên kurdan ji kezebê de tê. Lê ji derî dengbêjan, dengê her mirovî di şer de ji...

Bila ev nîşe ji bo aştiyê bin

  • 21 Tebax 2009

Kêliyên lihevhatinê ger em wekî demsalekê bifikirindişibe halê atmosferê yê biharê; geh ewr be geh sayî. Wextê ewr be jî yê geh ewrê...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji başûr 3 nivîsên îro derketin pêş

ad

'Sînemaya Serbixwe' bi awayê elektronîkî hat

ad

Selim Sadak dixwaze bibe şaredarê Sêrtê

ad

Serokê Tevgera Goran: Bila Îran û Tirkîye ji rejima Sedam ders derxe

ad

Vane berendamên HAK-PAR'ê yên bajarên kurdan

ad

Gelo Trump ji bo Şengalê xweserî xwest?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname