logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Rêya Ewropayê ji bo kurdan nehatiye girtin

  • Dîrok: 04/04/2016
Li Ewropayê ev bi mehan e rojeva sereke hatina hejmara bilind a penaberan e. Welatên di nava Yekîtiya Ewropayê (YE) de meha borî ligel hikumeta Tirkiyeyê li hev kirin ku ji Yewnenistan penaberan paş de radestî Tirkiyeyê bikin. Lê belê li gor peymanê Yewnenistan wê kurdên bi qaçaxî derbasî wî welatî dibin bi paş ve ji bo Tirkiyeyê rêneke. 
Pêla penaberan Ewropa avêt ber lingê Erdogan
Em îstatîstîkên welatên din yên YE deynin aliyekî û tenê berê xwe bidin Almanyayê; Li gor amarên fermî ji destpêkê heta dawiya sala 2015‘an bi giştî derdora 1,1 mîlyon penaber derbasî nav axa Almanyayê bûn. Ji van nêzîkî 477 hezarî li vî welatî serî li mafê penaberiyê dan. Her du mehên destpêkê yên îsal jî hejmara penaberên li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane derdora 120 hezarî ye. 
Ev hejmara bilind a penaberan par bû sedem ku welatên Ewropa ji bo pêşîgirtina penaberan xwe biavêjin li ber lingê Serokomarê Tirkiyeyê. Ewropayê bi vê yekê pê li hemû prensîbên xwe kir û xwe avêt bextê desthilatdarekî otorîter ê ku wan bi xwe ji ber vê egerê pêwendiyên xwe pê re daxistibûn asta herî nimz.
Sedema ku YE derbarê kiryarên li Bakur de bêdeng ma
Serokwezîra Almanyayê Merkel ku ji destpêkê ve li dijî endambûna Tirkiyeyê ya YE bû, ne tenê xwe avêt ber lingên Erdogan, her wiha soza ji nû ve destpêkirina pêvajoya endambûna YE da. Welatên ewropî ji ber vê egerê ji rûdanên li bajarên kurdan ên wekî Cizîr, Sûr û Nisêbînê re bêdeng man. Di ser de Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê Thomas de Maizière derbarê rûdanên li bajarên kurdan û binpêkirinên mafê mirovan yên dewleta tirk bi awayekî vekirî got ku ew nabin hakimê mafê mirovan ên hemû welatan û divê Tirkiye neyê rexnekirin.
Peywira nobedariya deriyê Ewropa dan tirkan
Bi lihevkirina aliyan, Tirkiye wê nobedariya sînorên YE bike. Penaberên ji Tirkiyeyê biçin Yewnenistanê wê bi paş ve werin rêkirin. Li şûna her penaberê ji Sûrî yê li Yewnenistan bi paş de were rêkirin, wê penaberekî din ê ji Sûrî bi awayekî fermî ji Tirkiye bibin YE. Ne tenê ev, Tirkiye wê heta 2018’an şeş mîlyar Euro ji YE bistîne. Pê re jî soza ku eger Tirkiye şertên li pêşiya xwe pêk bîne, wê ji hezîrana îsal û pê ve welatiyên Tirkiye bikaribin bêyî vîzeyê serdana welatên YE’yê bikin.
Yewnanistan wê kurdan bi paş ve rêneke 
Li gor peymana di navbera YE û Tirkiyeyê de kesên bikaribin îspat bikin ku dema vegerê wê jiyana wan li Tirkiyeyê bikeve metirsiyê, wê bi paş ve neyên rêkirin. Hêjayî gotinêye ku kesên herî zêde sûdê ji vê xala peymanê werbigirin kurd in û bi taybetî jî kurdên Bakur. Li gor hejmara 19’ê adarê ya rojnameya Frankfurter Allgemeine ne tenê kurdên Bakur, her wiha kurdên ji Başûr û Rojava jî wê ji Yewnenistanê ji bo Tirkiyeyê neyin radestkirin. Di rojên pêş de em ê bibînin ka ev xal wê di pratîkê de çiqasî li ber çavan bê girtin. 
Rakirina şertê vîzeyê hatina kurdan a Ewropa hêsan dike 
Ji aliyê din ve eger vîzeya welatên Yekîtiya Ewropayê  ji bo welatiyên Tirkiyeyê were rakirin, rêya hêsan ji bo kurdên dixwazin ji Bakur û Tirkiyeyê werin Ewropa û serî li mafê penaberiyê bidin vedibe. Bi gotineke din; Kurdên dixwazin ji ber zextên siyasî ji Tirkiyeyê biçin Ewropayê wê beyî mesrefeke giran û rêyên revê yên metirsîdar bikaribin bi balafirê xwe bigihînin Ewropayê. Ji ber vê pêşbîniyê, rojnameya Die Krone di roja 28’ê adarê de nivîseke vê derbarê de bi sernivîsa “Kurdên penaber wê bi 60 euro werin Berlîn?” weşand. Vê yekê hê ji niha ve tirs kiriye dilê welatên YE’yê. Ev tirs wê bibe sedem ku yan YE wê bi hincetekî êdî serîlêdana penaberiyê ya kurdên Bakur qebûl neke, yan soza rakirina vîzeyê pêk neyne û yan jî zextê li Tirkiyeyê bike ku derbarê çewisandinên li ser kurdan de gavan bi paş de biavêje.
Şebeke wê li rêyên nû yên ku penaberan bibin Ewropa bigerin
Bi peymana di navbera YE û Tirkiyeyê re wê ji bo demekî hejmara penaberên xwe bigihînin Ewropayê kêm bibe. Lê belê ev yek ne çareseriyeke demdirêj e. Ji ber armanca peymana di navbera Tirkiye û YE’yê de tenê pêşîgirtina hatina xeta Balkanan a penaberan e. Lê di demeke kurt de wê şebekeyên penaberan xetên nû bibînin û bi vî awayî wê welatên ewropî pêwistiya xweavêtina li ber lingê Erdogan êdî nebînin.
Ewropa dixwaze Erdogan bixapîne û Erdogan jî dixwaze Ewropayê bixapîne. Aliyek dixwaze aliyê din bike nobedarê deriyê xwe û aliyê din jî dixwaze bi vê hêncetê desthilatdariya xwe ya rojane ber bi despotîzmê ve dibezîne qayimtir bike. Niyeta her du aliyan jî hevxapandin e. Şirîkatiyeke ku hê di destpêkê de li ser niyeta xapandinê were avakirin, di demeke zû de hildiweşe.

Hin Nivîsen Nivîskar

Burhan Kuzu mafdar e!

  • 19 Kewçêr 2012

Daxwaza perwerdehiya kurdî ji aliyê Burhan Kuzu ve wekî "Biyêkirina Şeytên" hate bilêvkirin. Burhan Kuzu ne kesekî ji rêze ye. Ew Serokê Komîsyona...

'Dinya tiroviro bûye'

  • 02 Rezber 2016

Cîranekî min ê pîr heye. Bi gopalê dimeşe. Navê wî Xelîl e, ez jêre dibêjim Xalê Xelîl. Wextekî gelekî dirêj e ew ji aliyê...

Ferqa dozên namûsê yên almanan û yên kurdan

  • 25 Gulan 2009

Kuştinên kurdan ên ji bo "dozên namûsê" hema bêje her sal li Almanyayî jî diqewimin. Medyaya alman jî bi awayekî mafdar cihekî mezin dide van...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Heciyê Cindî di 100 saliya rojbûna xwe de hat bibînanî

ad

Ronahî roman, helbest û lêkolînên nû pêşkêş dike

ad

'Bedelli' bi 30 hezarî derket

ad

'Kurk Mantolu Madonna' dibe fîlm

ad

Li girtîgehê du kes mirin

ad

Pirtûk wê vegerin Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname