logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Serdem û huner!

  • Dîrok: 20/12/2020
Carinan bo balê bikşînin ser rewşa me kurdan, ev gotin tê ser zimanan: “Em sed salî piştî wan tên”.
Ji ber rewşa bêstatûyê erê, di gelek aliyan de em sed salî piştî wan tên! 
Tiştên ji bo wan li dawiyê mane, de-mode bûne em wekî Amerîkayê ji nû ve kifş bikin, xwe davêjin ser, pê kêfxweş dibin ku me tiştekî nû kifş kiriye!..
Lê ya rast, xelkê ew tiştê bo me nû ji zû ve ye ku kevn kiriye; bo em sed salî li paş wan tên ew tişt bo me nû ye, ne bo cîhanê..
Belkî bes ne em, li hemû neteweyên di rewşa me de wisa ye, nizanim…
Yek jî tiştê bêstatuyan ê dişibe hev alozî-kaos in!
Kaosên ku xelkê sed salî beriya vê jiyane, em hê nû nû bi wan kaosan re rû bi rû dimînin; dikevin wê derûniyê-modê; yanê sed salî piştî wan in!
Nemaze huner-wêje! Lewnên wan helbest, sînema û mûzîkê didim alîkî! 
Lê di mijara roman, çîrok û wêne-keval-şêwekariyê de ez bi ew ên dibêjin: “Em sed salî piştî wan tên” re me. 
Belkî ji ber derfetan-navgînan; cotkarekî me dikare sed salî piştî wan were, şivanekî me jî wisa, dîkandar jî, siyasetmedar jixwe wisa ne… 
Ya wan tê famkirin, lê ya hunermend? Lê ya wêjekar lê ya şêwekar? Di vê serdema ku teknolojî her tiştî radixe ber çavên me (dixe kefa destê me) çawa hunermend-wêjekar tevî cotkar, dîkandar, siyasetmedar, ango çawa bi civaka sed salî li paş mayî re tê!?
Erê, pirsgireka me ya sereke hê ya wê sedsala beriya vê ye, lê cîhan ne ew cîhan e, ev serdem ne ew serdem!..
Erê alozî-kaos, nakokî hene û kûrtir in, lê Spaniya ne ew Spaniyaya Pîcasoyî ye, Amerîkaya Latîn ne Amerîkaya Latîn a Marquez e! Loma, belkî spanyolan dev ji şêweya Pîcasoyî berda bin, belkî Latînan dev ji vegotina Marquezî berda bin lê yên sed salî li piştî wan tên hê li pey wê vegotinê, wê çîrokê, wî kevalê bi wan xêzan in!
Lewma hin rist li aloziya sed salî beriya vê diçêrin, firçeyê xwe ji aloziya Pîcasoyî xilas nekiriye û derûniya di metnê de hê wekî ya Şerê Cîhanê yê 1'emîn û 2'yemîn e û lêgerîn hê ya serdema nifşê Beat e, balam..!   
Erê huner şahid tomarkar e, hunermend çavdêrê SERDEMA XWE ye, lê çima hin huner-wêje naşibin a vê serdemê dişibin a wê serdemê? Sed salî li paş yên din tên!..
Hêma, wate, wênandin, rist, honek ji wê serdema borî ne, ne ji vê serdema ciwan-teze!..
Ger kaos heman kaos be jî lê rengê wê ne yê wê sedsalê, yê vê sedsalê ye; heta hin tiştên xwe nîşanî me didin ne yên vê serdemê yên serdema bê ne!!!
Bêşik, hunermend-wêjekar ew e, yê ji kaosan hunerê-wêjeyê zevt dike ye, lê ne ji kaosên serdemên ku hunera wan hatî çêkirin, wêjeya wan hatî nivîsin, kevalên wan hatî çêkirin e, ê huner-wêjeya serdema xwe çêdike, dinivîse ye... 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

We kîjan Kurdistan divê?

  • 20 Rezber 2020

Li cihê ew cewherê bi nirx; estetîk lê tuneyî hovîtî lê desthilat e, bi hêz e!Li ser rûyê vê dinê kesên wiha, komên wiha, civakên...

Serdemeke bindestiyê dêle-qewadiya modern

  • 06 Rezber 2022

Lêkolîneran pêkhateya dîrokê li gorî serdeman dabeş kirine; wekî serdema kovî, serdema seyd û berhevkirinê, serdema antîk, serdema feodal, serdema sanaiyê...

Li nav civaka me sûîstîmal, yan jî xapînerî!

  • 22 Avrêl 2020

Ew tişt li cîhanê jî diqewime, li civakên din jî bivê nevê mijara sûîstîmalê wekî pirsgirekekê di rojevê de ye, lê belê, li wan...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sekteretê Giştî yê NY'ê Guterres ji bo alîkariyê bang kir

ad

Semînerek li ser "Medreseyên Kurdî"

ad

Li Egeyê rewşa weşangeriya kurdî çawa ye?

ad

Şahiya Girê Koxê îro dest pê dike

ad

Dans, muzîk û remayiş: 'Carmen'

ad

'Uçan Supurge'yê kesên dê xelatê bide wan diyar kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname