logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Serdema dijîtal û wêje!

  • Dîrok: 28/06/2020
‘mebesta helbestê
tu mebesta helbestê yan a metneke wêjeyî nîn e welatekî rizgar bike û helbest bo wê yekê jî naye nivîsandin; a wisa tê nivîsandin û biwesfkirin ji dirûşmeke îdeolojîk û polîtîk wêdetir ne tişteke; lê mebesta girseyekê heye welatekî yan civakekê rizgar bike û ew girse dikare helbestekê ji xwe re bike strana wê rizgariyê…
helbest bi tenê tiştekî dike; di dil û ruhekî de vejandin û gurkirina hestên xwezayî yên mirovane û hew...’

*
Helbest pê re jî metna dirêj-pêxşan li rojhilatê wekî mesnewî li rojava dema ronesansê de wekî utopya û ji şoreşa fransizan pêve wekî metn û wêjeyeke polîtîk û bîrdozî bi tevgerên siyasî re bû amûreke propagandeyî ya têkoşînên polît-buroyan û bi Bolşewîkan re êdî bi têgîna wêjeya partiyê-bîrdoziyê ket lîteretûran; qasî bû alaveke îdeolojî û propagandaya partiya çînekê pê re jî bû alava eniyeke netewî jî… 
Leheng û çîrok gor wê hatine hilbijartin; ji rêzê heta efsaneyekî heke çîrok an leheng xizmetî têkoşîna çînê yan a neteweyê nekira nivîskarê wê ne mîlîtanek û partîzanekî/e baş bû. Çimkî rojeva nivîskar, nivîskar ne bi xwe pêşeng diyar dikir û nivîskar jî di nav rojeva tekoşîna ku pêşeng mijareke yan lehengek bi tiliya xwe nîşanî nivîskar dida de hildibijart û pê helbesta xwe, çîroka xwe, romana xwe dihonand; tê gotin Lenîn çend caran ‘Dayîk’a Gorkî neecibandiye û bo hê baştir bisiwêrîne lê vegerandiye; heman Lenînî lê zêde kiriye û gotiye: ‘nelet lê were nivîskarên ku ne partiyî ne’ 
Heta rexnegir û teorîsyenan bi mebesta wêjeya partiyê, çînê, neteweyê pîvan danîne; helbet pêşeng jî ji wê yekê kêm nemane, wan jî wekî partî û alîgirên xwe bi rê ve bibin xwestine wêjekar û wêjeyê jî bi rê ve bibin…
Erka mesnewiyê jî hebû, diyarkirina mezinahiya afirîner-xwedê û ji wê mezinbûnê dane bawerkirina qûl-evd. 
Erka utopyayê jî hebû, tehayûlkirina jiyaneke bê çîn, bê serf-beg, li cihekî zad pir, şer û mêtîngerî  tune yî…
Lê ya bîrdozekê bêyî partiyekê bêyî pêşengekî nedibû; jixwe nivîskarê wê wêjeyê jî bawermendekî îman hem bi bîr-doza xwe hem bi pêşengê xwe anîbû, ji dervayî wî û wê berê xwe dana mirovên hejar-ji rêzê û di nav wan de bijartina çîrokekê û lehengan guneh bû, sûcekî li dijî pêşeng û partiyê hatî kirin bû…  
Balam, eger wê metna gunehkar karibûya bêje ji ber ‘ên xirab’ ew hejar in-hejar ketine, mexdûr in bêhed dikarî hejaran jixwe re bike mijar, lê na, eger metnê bigota ev mirov ji ber polîtîkayên ‘me’ hejar in, şerpaze bûne ew nivîskar nivîskarekî/ê oportonîstî bû, tewanek mezin kiribû, ew êdî xayînekî dera hanê bû… 
Ne ku çavên nivîskêr hejarên wisa yên ‘ji ber sedemên ji me hejar in’ nedidîn, xêr, didîtin lê ji ber ‘bila xisar neyê dozê-tekoşînê’ yan ji ber ne hizirdarek bû, bi anora hizra azad nedizanî, newêrekek bû, hejar jineditî ve dihatin… 
Ji loma di çîn, netew û civakên wisa de rewşenbîr-ramyar derneketine yan kêm in… 
Çi ku wî/ê ne tragediya her mirovî bes a ku kêrî propagandaya doza xwe dihat dinivîsand, loma ew ne nivîskarê wêjeyê, yê/a partî, doz, çîn, bawerî, netew û bîrdozekê bû…
Heçî ya me ye; ji ya cîhanê ne cudatir e, jixwe cuda jî nabe… 
Wê çawa cuda bibe dema kesekî/e îdealîzekirî yan portreyekî/e bêqusir bikî leheng, çawa karibî ji her aliyê mirovî ve wî/ê lehengî/ê vebêjî? 
Nikarî! çimkî hêngê wêje dikeve pêş mebestê, lê li gorî min ez divêm metna me ne wêjeyê, ji ‘pêwîstiyê’ mebestê derdixe pêş.  
Bo wê, belkî jî ta niha me siyaseteke ku wêje hatiye tevilêkirin an wêjeyeke siyaset tevilêkirî kir! 
Çimkî nivîskariya her çîn û netew û bîrdoziyê-dozekê di nav teyahulkirina pirsgirêka wê çîn û neteweyê û dozê de xwedan tasarûf e; nivîskar ne nivîskarekî/e serbixwe, bi dilsozane yekî/e angaje ye û hêz û asoyê wî/ê nikare ji derveyî koma xwe ya polîtîk, mexdûr an fedekar, mirovên din bibîne.
Yek ji hunera kaosê heye, yan jî wêjeya bin erd! (ez wê wekî kaosê bi nav bikim) a bi angaşta dijberiyê derketiye holê; di gelek lewnên hunerê de xwe nîşan daye. Di sedsala 20’emîn de her ku kapîtalîzm hovebar bû, mirovên li metropolan di nav mîlyon kesan de bêhtir bi hesta tenêtiyê re rû bi rû diman; xwe bê hêz û nayên dîtin û famkirin hest dikirin, an di nav şertên aborî yên kapîtalîzma hov de birçî û bêmal man popîlertiya wê huner-wêjeyê jî zêde bû. 
Çimkî wê hunerê ji dijberiyê pêşniyaza kaosa hilweşîner dikir, balam ne karî tiştekî hilweşîne ne jî tiştekî wê yî ku bixe dewsa ya hilweşîne hebû.
Serkêşiya vê lewnê ya ku nifşê Beat dikir, çi kir? Tu pergal hilneweşandin, bes fetîşîzma tenêtiyê û beredayetiyê kir û piçekî derûniya mirovan a mayî jî wê hilweşand û berê mirovên ji alî derûniyê ve nexweş, ji alî kesayetiyê ve qels-hejar hê zêdetir da tenêtiyê, nebextewariyê, yan xwekuştinê û hwd… 
Wê wateya xwe di tevlîheviya nayê famkirin, ji hev nayê derxistin de didî; wekî kevalên Pîcassoyî! 
Lê ji mirovan, nemaze ji mirovên xweşî û derfetên jiyanê jê hatî stendin, ne bextewar  re kevalên wekî kevalên tirî ‘şênber, xweşik û zîndûweriya jiyanê’ diviyan, ne yên reşbîniyê û wate bi aloz…     
Ew serdemek bû bi sedan salan dom kir û heta niha hat, lê li pêş me serdemeke nû, sedsaleke nû, nakokî û pirsgirekên mirovahiyê yên naşibin wê serdema berê hene; bo wê gelo nedivê wêje bi mebesteke din ve rabe!? 
Çendîn bo neteweyên wekî me hê pirsgirekên xwe yên sedsalên nozdemîn, bîstemîn li holê ne nehatine çaresekirin-azadkirin jî lê li cîhana gilover bo mirovahiyê pirsgirek û arîşeyên di destpêka vê qirnê de rû didin diyar e ev sedsal wê neşibe sedsalên beriya xwe û helbet pirsgirekên mirovahiyê jî yên tekakes jî wisa… 
Her wiha mirovahiyê bi halekî westiyayî, êşiyayî, trawmatîk dest bi vê qirnê kiriye û heçî cîhan e ew jî ji ber polîtîkayên desthilatan-sermiyanê hatiye asta têkçûnê; bi awayekî diyar kifş e, vê serdemê kenekî jidil, manewiyeteke samîmî, qîmet û pêwîstiya liba genimî, li xwezayê vegerîn ji bo mirovahiyê ji şoreşeke alaleyî pêwîstîtire…
Di vê serdema ku ne ew hêz û dînamîkên îdeolojîk mane, ku wêje hem pişta xwe bidê hem bibe alaveke wan a propagandayî û ne jî arîşeyên mirovan dişibin arîşeyên berê; nexwe çima hê ew HEMALÎ û ne mebesteke din a wêjeyî-mirovî!..
Çi ku nebe, tu car em nikarin xwe ji metnên sloganîk, danazanên siyasî; roman, çîrok, helbest û bîranînên rojnivîskî yên lehengekî/e îdealîzekirî ku ne hedê nivîskar e, objektîf be û bêje ‘erê leheng bû balam pozê sola wî/ê xar bû’ xilas bikin(!)
Ger wêje wergereke ji xwezayê be, çi xweşî çi nexweşî, her çi vedibêje jî bes karibe henasebexş be; ne ku piçek bêhna me ya mayî jî ew biçikîne, me reşbîn, xemreş bike û bifetisîne; jixwe bi têra xwe mercên ku mirovan xemşer dikin difetisînîn hene; bi min, bo wê pêwîstî bi wêjeyeke wisa tune ye. 
Di sedsala 21’emîn, di serdema dijîtalê de jî çendîn ku merivên vê serdemê dê bi pêlêkirina çend bişkokên klavyeyê karê xwe bi rê ve bibin û pêwîstiyên xwe pêk bînin jî, lê tu bişkokên klavyeyê û telefonên jîr nikarin pêwîstiya mirovan a manawiyetê, mekan û çîrokeke dilxweşker-mirovî bibersivînin.
Nexwe, ne bi mebest û çavê ‘saziya îdîalîzekirinê’ bi mebesta wêjeyeke henasebexş a ku nivîskar bi çav û wijdana xwe dibîne û dihone divê…     
Helbet tercîh tercîha nivîskar bixwe ye; yan wê di nivîskariya jiyana ku hêz û siyasetmedarê xwe bo civakê tehayûl dike û dê di çarçoveya wê tehayûlê de berdeam be, yan dê bibe nivîskarê wê bedewiya, ku wêje bi xwe ye…
(meriv dixwaze ji dewsa Meleyê Cizîrî yê bêqisur û îdîalîzekirî Cizîriyekî bi qisur, yekî wekî me mirov jî bixwîne; wekî dijî metnên îdîalîzekirî Don Kîşota Miguel De Cervantes gor min mînakeke balkêş e, bandora wê ya di wêjeya cîhanê de jî, ya di ziman û li ser civaka Spanyolan jî berçav e!)  

Hin Nivîsen Nivîskar

Sed salê carekê!

  • 28 Adar 2016

Dema meriv li ber kompîtur rûdine û dixwaze nivîsekê lêbike, ji ber bûyerên li ser vê xakê diqewimin, ku ji serê nivîsê heya binê wê...

Li rojhilatê mirinê!

  • 08 Sermawez 2015

A ez pê dizanim, şik jê tune, ya ku hûn ji min jî pirtir pê dizanin e; çend pirtûkên pîroz û ew qas jî pêxember, têrê nekirine; ew qas tevger...

Di navbera sohbetekê de!

  • 27 Pûşper 2015

Berî hilbijartina 7’ê pûşperê û hê jî wisa ye, xwîna siyasetmedar û siyasethezan dikele; nazik in, derdor gelekî hestiyar e vê gavê, ji lew,...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Û maç xilas: ŞAMPIYON AMED SPOR

ad

Ahmet Guneştekin vê carê li 'Santral İstanbul' e

ad

Pankart: 'Divê bi tirkan re şer bê kirin'

ad

Dor dora Festîvala Kurdan a Hambûrgê ye

ad

Wêjekarên Kurd kongreyê li dar dixin

ad

Bi kurdî du 'Madonna' derketin û nîqaşê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname