Ji nav jiyana me gelek tişt derbas bûn. Her yekî tiştek ji me re hişt; bîranînên xweş, yên dilşewat... Yên dîrokî, yên ku windabûn, yên ku hê didomin.
Yek ji van tiştan jî serxaniyan bûn; jiyana li ser xaniyan.
Her xaniyeke me ku kêliyeke girîng a jiyana me digirt, serxaniyek wê hebû; her serxaniyek jî deriyeke wê... Her derî berê xwe dida ser wê xaniyê û ew, her ê hev bûn.
Cihê razanê hebû li ser xanî; cihê şevên me yên bi xeyal û xewnan, cihê temaşekirina stêrkan. Û şev bi jimartina wan dest pê dikir, bi jixweçûyîna xewê ve bi dawî dibû.
Me ji ser xaniyên xwe li Mizgeft û dêran temaşe dikir; Em li ser xaniyan bûn, ew jî her li ber me... Me ji vir, bi dengê Naqosê (Çanê), bi dengê banga Mele û bi dengê dîkan pêşwazî dikir roja xwe ya nû, û bi vî awayî dest pê dikir jiyana me ya nû, di her roja nû de...
Me li ser xaniyên xwe li çemê Dîcleya navdar temaşe dikir û wê li me... Me hêvîyên xwe bera nava Dîcleyê didan, wê bi şewqa xwe bersiva me dida û hîvê li me temaşe dikir li ezmana sayî. Dîcleyê hêviyên me bi xwe re dibirin, em diman dîsa li ser xanî.
Serxanî, carinan dibûn cihên razana me, carinan dibûn sifreya xwarina me, carinan cihê amadekiran zadên ji bo zivistanê... Û firingên hişkirî, balîcanên reş ên hişk, îsota ku ji rengê kesk bûbû sor li ser xaniyên me bûn û li benda zivistanê bûn ku ji beroşên me derbas bibin û berê xwe bidin nav dilê me, nav zikê me...
Carinan em dikatin xwarê ji ser xaniyên xwe û me dişikand dest û lingên xwe...lê di xema kî de bû; kî dev ji ser xaniyan ber dida ji ber vê yekê...
Çi ba, çi neba, ew her ême bûn û em, her li ser wan bûn di salê şeş mehên germ de... Di şeş mehên din de jî ew li ser me bûn. Lê di xema kî de bû ev rewş... Ew ê me bûn, em ê wan... Em bi hev re hebûn, sal û zeman me bi hev re derbas dikir.
Û şevîn me yên tarî, yên di bin stêrkên geş de, stêrkên ku me yeko yeko dijmartin, lê her carê me jimartina xwe şaş dikir ji ber zêdebûna wan û her me ji nû ve dest pê dikir...
Û ser xanî her parçeyek jiyana me, jiyana bav û kalên me bû. Lê, gelo wê bibe parçeyek jiyana kur û neviyên me jî yan na?
***
Hûnê bêjin ji ku derket; Derhêner Ozkan Kuçuk belgefîlmek bi navê "Li serxaniyên Diyarbekirê" amade kiriye û niha ew li NÇM'ê tê nîşandayîn.
Vî belgefilmî ev anîn bîra min û min xwest pêşkêşî we bikim bi xeyala xewa li ser wan xaniyan, ku êdî ez ne li wir im...


