logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

ŞÎRETFIROŞ

  • Dîrok: 12/09/2015
Em takekesên civakeke şîretfiroş in; di çîrçîrokên me de li bazarên me şîret jî hatine firotin! Civaka adetî û di çanda devkî de şîret yek ji rastiyên perwerdekirinê bû, ev normal bû jî. Ya ku însan lê diheyire di çanda me ya nivîskî de jî ew şêwe dewam dike! 
Em di çanda nivîskî de jî pêrgî heman tiştî tên ku êdî divê ji bo me ew şêwe şêweyek sosret be! Şêweyê ji şîretan heke mijar siyaset be bêtir flaş xuya dike. Belkî aliyek arîşeyê ev e, ango heke entelektuel her tiştî li ser alîgiriya siyasî saz bike encam wê ev be, şîret û sûcdarkirin! Halbukî dinya elem rê daye ku sûcdarkirin karê rebenan e, karek ji nexweşiyê ye!  
Dirêj nakim, em li pirêzeyê vegerin heya niha ew qas trajedî û trawma hatin jiyîn gelo em ê karibin behs bikin bê hemî rewşenbîr û entelektuelên kurd lê fikirîn ku aliyên wijdanî, aliyên însanî yên karesetan derxin pêş, li wê deng bi xwe bixin; ji Enfalê heya Şingalê, Kobaniyê… heta gerek ji  erdnîgariya kurd madetir jî dengek hebe ji bo qewimînên li dinyayê…
Li dû hilbijartinê dîsa li Bakûr şer dest pê kir. Helbet mafê her kesiye fikir û ramanên xwe bêje, rexneyên xwe der bibe, dîtinên xwe par ve bike. Çi siyasetmedar çi jî rewşenbîr û entelektuel, xwedî çi nêziktêdayînê be ê li gorî wê deng bi xwe bixe. Cudahî, rengîniya fikran li vir mijar e. 
Lê, tiştek heye ku em nikarin behsa cudahî û rengînbûnê bikin, ew jî alyê însanî û wijdaniye ku li me ferz dike gerek her kes deng bi xwe bixe bêje, em naxwazin şer hebe, em naxwazin mirov bimirin…
Bi sedan entelektuel û rewşenbîrên tirk wî dengî bi xwe xistin, bi xwe dixin… Gelo, ez bêjim ez bi hesret im ku rojekê entelektuelên kurd pev re(derdorên cuda yên siyasî) li hember qewimînekê, bûyerekê deng bi xwe bixin, ez ê bibim xwedî hewesek komîk!
Gelo ez ê rojekê bibihîzim ku hemî partiyên siyasî li alîgirên xwe yên edebiyatvan, entelektuel qedexe kirine ku gerek xwe li şîretan negirin, ji diruşmeyan dûr rawestin, bi navê wan ew qas nekin qîreqîr!
Helbet em nikarin her kesî tevlî çarçoveyek wisa bikin. Mixabin yên ne tevlî vê tabloyê ne jî heya niha rêberî nekirin, gav neavêtin ku adetek welew nêziktêdayînek wisa peyda bibe.
Heke ku li ciyekî însanetî jî bibe qurbana gav û berjewendiyên siyasî biherhal rê û wextek dûvdirêj heye ji bo demokrasiyê!
Hin Nivîsen Nivîskar

ŞER SAR E, SEWTA ŞER TUNE*

  • 17 Tebax 2015

Pisporên çand û folklorê destnîşan dikin ku dengê dengbêjên kurdan ji kezebê de tê. Lê ji derî dengbêjan, dengê her mirovî di şer de ji...

Romana "Eşq" ya Elîf Şafak

  • 05 Kewçêr 2009

Romana bi navê ‘Eşq’ a Elîf  Şafak  gelek hat firotin û nav û deng da. Ev rastî û hêlên romanê yên edebî bila bimînin li dera ha,...

Gîtara bê têl

  • 20 Rêbendan 2009

Berî kêliyekê min ji bo Dîyarnameyê nivîsa xwe lê dikir. Erdhejek biçûk çêbû. Diya min jî li cem min bû, ew her zivistanan tê cem min...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li ser navê MAB'ê komeleya 'rojnamegerî' hat vekirin

ad

Mela Bextiyar ê YNK'yî piştgirî da şoreşa Rojava

ad

Fînalîstên Kûpaya Cîhanê ya Jinan diyar bûn

ad

Demîrtaş: Em dê nehêlin tu bibî serokdewlet! (Vîdyo)

ad

Fînalîstê duyem Spanya ye

ad

'Bîrgeh' hat weşandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname