Hemû êş û jan û derdên ku wê salên pêş bên bila bi salên çûyî re herin, salên pêş bila bibin salên dilsoziya mirovahiyê; sala we ya nuh pîroz be...
Her ku tiştekî nuh derdike ve her kes bi germayeke bi tîn lê dinêre, helbet bi dûrbîna xwe (ku dûrbîna wan hebe). Dûrbîna mirov jî bîr û baweriya mirov e.
Ez dirêj nakim, di vê meha dawî de, pir li ser TRT 6 hate nivîsandin, hinekan reş, hinekan ronahî dîtin. Mirov azad e, dikare reşê spî bibîne û berevajî wê jî?! Nerînên min ne TRT 6 diguherîne, nejî dûrbîna temaşevanên wê xira dike..lê divê mirov çend gotinan bibêje.
TRT televîzyona dewletê ye, ku bibêje bêalî me 2 tişt derdikevin navê, yek ya bi dewletê re bêbextiyê dike, ji ber ku ya wê ye divê aliyê wê be, yan jî derewan dike. TV’yên dewletan mecbûrin li her deverên dinyayê siyaseta dewletê bimeşînin, li Tirkiyê jî mecbûr e wiha be...dixwazî TRT 6 be dixwazî 66 be...êdî şîrove nema lazim e.
Ez dixwazim di deriyeke din re derbas bibim, deriyê ziman û pêşkêşkirinê...
Di nav kurdan de pêşkêşvanî heya radeya tunebûnê kêm e -Dublaj û tona deng jî di nav de-pîvanên pêşkêşvanekiyê li hemû deverên cihanê, wekî hev in, heya berî çend salan jî ji wan pîvana danediketin, lê piştî ku Manken bûn pêşkêşvan her tişt tevlihev bû..pîvanên sereke ev bûn.
- Zimanê ku pê pêşkêş dibe, divê sedî sed zanibe
- Beşa ku pêşkêş dibe (civakî-siyasî-çandî) divê karê wan be.
- Rû û dêm ne çewt bin (ji bo TV)
- Tona deng ne monoton be, hilkişe û dakeve, guhan neêşîne, xwedî dîksiyoneke pijyayî be
- Karîzmatîk be û çavan dagire.
- Û wekî din
Ne tenê li TRT, ev nexweşî di hemû televîzyonên kurdî de hene...mixabin.
Mîna ku kurdên bakur bawer nedikirin ku tîpên W, Q, X bêne pejirandin û bilêvkirin, bi vekirina TRT 6 re, hemû Q’yên ku ev 85 salin qedexe ne bi yek carê re bikar hatin; bê xwestin neyê xwestin TRT6 bi kar tîne, wekî nimûne; Derboke (navekî erebî ye) bûye derbûqa, Canal (kanal) enternasyonaliye bûye Qenal, maraka (enternasyonaliye) bûye marqa...û gelekên din, ez fêm nakim, çima ew qas ji Q hez dikin? Erê di zimanê me de q heye, lê K jî heye; Qaz Qaz e, lê kar jî Kar e. Ji bîr nekin ku kurd ne tenê li Tirkiyeyê dijîn, dîksiyona wan, wiha sist e, ku mirov nikare lê guhdarî bike, ji xwe dublaja fîlman, ji hev ketî û xav e, nayê xwarin. Mirov yan e ku kaxet li ber e û dixwîne.
Û Xeber....ew gotinek erebî ye, îca yanî qaşo ne bi tirkî dibêjin Habar,...ew di kurdî de yan SALOX, yan jî Nûçe ne....ji xwe AReisî cumhur@, wiha hetîketî bû, ku min wekî kurmancakî şerm kir..eger ne bizanebûn wiha dikin, ji kerema xwe re vê bidestxistiya kurdan riswa nekin, qet nebe kurmancî rast bikar bînin, fikra we çi dibe bila bibe.
Divê ez vê jî bêjim Erdogan, ne bi kurmancî got, wî sedî sed bi erebî got: Bî xeyr be.
Tişteki din ku bala min kişandibû ev bû, navê kanalê TRT 6 e, lê her kes jê re dibêje TRT Kurdî. Ev jî fanteziyên malperên kurdî bû, di resmiyetê de navê wê kanala pirziman e, lê wê 24 seatan bi kurdî weşanê bike, min ev hîç fêm nekir. Kurdî ji qedexebûnê bû pirziman?
Û li dawiyê, TRT 6 televîzyona kurdî ye ne ya kurdan e, ferq heye ku TV’ya kurdan be, yan jî bi kurdî be, loma bendewarî û hêviyên ku ji TV’ya kurdan dibin, divê ji TRT 6’ê nebin.
Ev bidestxistin, heta ku xapandinek be -ne Yekîtiya Ewropa, ne jî tiştekî din e, ew ji girtin, kuştin û koçkirina kurdan bidesketiye, pir-pir biçûk e, lê li gorî Tirkiyeyê gaveke pir mezin e; yanî siyaseta xwe ya 80 salî li valahiyê derxist -kurd hene, kurdî jî heye...lê divê bi dest nezanan nemîne, guneh e.
hekimsefkan@hotmail.com


