Ger bi a dil bûya gere min behsa cejnên rabirdûyê bikira; hinek nostaljîkbûya ev nivîs. Mesela min dê bigota, di zarokatiyê de, di zivistanên Serhedê de bêhna herî xweş bêhna porteqalê bû, rengê herî xweş rengê porteqalê bû…
Na, peyva, ‘qurban’bûye kevir û li ser dil û hiş rûniştiye, nahêle em xwe li tiştên nostaljîk bigirin.
Ew çanda ku peyva ‘qurban’ew qas hewandiye helbet nahêle vîn û îradeya însan bi cih bibe. Her wext gere yek ji bo yên din bibe qurban! Gelo bêyî qurbanbûnê, bi îradeya azad ne mimkûn e ku problem çareser bibin?
Li gorî hemî ol an îradeya însan muhîm e. Li gorî ola Misilmantiyê jî îradeya însan muhîm e. Xwedê gotiye, ez dikarim ji heqê xwe biborim, we efû bikim lê we mafê evd (qûl) xwaribe ez we efû nakim.
Ev rewş di heman demê de girîngiya însan û îradeya însan jî der dibe. Girîngiya mafê însan der dibe. Lê di karwaniyê de rewş wisa ye? Na. Hê jî li Rojhilata Navîn , ‘ez+em’ her tişt e. Bi tevî emrê Xwedê, bi tevî rastiyên cîhana modern, bi tevî ew qas kul û êşan jî rewş wisa ye lewre me divê em di her cejnê de carek din li ser îradeya însan bifikirin.
Ev cejn li hemû gelên misilman pîroz be, cejnên olên din jî li gelên din pîroz bin. Bi hêviya ku gelên misilman hinek din li ser peyva “qurban” bifikirin bê ev peyv çi bi bîr tîne û çi bi bîr nayne…


