Pirtûka Sigmund Freud, a ‘Konferansên Derbarê Psîkanalîzê’ de li ber destê min e. Di pirtûkê de wateya hin sembolên di xewnan de jî hatiye şîrovekirin û destnîşankirin. Çand û civaka me, bi zimanê xwe, bi zanîstên wanî re hê nenas e.
Li vir, ji bo lêkolîn û xebatên pêşerojê, wateya hin sembolên di xewnan de ên li devera Serhedê pêşkêş dikim.
Di zinaran de werbûn an jî firîn:
Guneh daweşandin, azadî.
Mar: Li gorî reng û mezinbûna xwe, nîşana ewanan e.
Kûçik: (Heger ku bireye) Tê wê wateyê ku kesên êrîşê xewar dikin hene. Li vir dîsa hejmar û mezinbûna kûçikan bi wate ye.
Leşker: Ferîşteh in, tên alîkariyê.
Xewnên cinsî: Sembolên cinsî wekî çalakiyek ne baş a di xewnan de tê şîrovekirin lewre wekî, şeytan pê kenîn tê şîrovekirin.
Dîtina miriyan:
Gere ji bo wan xêr bê kirin.
Av: Ronahî.
Di avê de xeniqîn: Nîşana dewlemendiyeke zêde tê hesibandin.
Hesp: Miraz e.
Zarok:
Nîşana tişt û jiyaneke safî, dilsoz û baş e.
Dawet, dîlan:
Wekî nîşana mirinê tê şîrovekirin.
Grî:
Tê wê wateyê ku qewimîn û tiştên xweş ê xwe bidin der.
Ken:
Ê xemginî, tiştên bi êş biqewimin.
Xwîn, herikîna xwînê: Tê wê wateyê ku tişta pirsgirêk e, ad, sond, qewl, nîyet betal bûye, bê hukum maye; wekî nîşaneke başiyê tê qebûlkirin.
Bûk-xêlî:
Mirinê, qewimînên nebaş dide der.
ÇEND GOTINÊN FREUD
*Şertê pêşîn ê medenîyetê dad e.
*Bi pirsên bêbersiv re, bi tevî sî sal in derbarê rihê jinê de lêkolînên min hene, pirseke muhîm a ku ji alî min ve jî nehatiye bersivandin heye: Jin çi dixwaze?
*Her li derî xwe, li hêz û belediyê geriyam. Lêbelê ev ji dil û hundurê însan tên. Û her wext li wir in.
*Hûn hewl didin bersivan bi dest bixin, em jî bi wê nîyetê ne, bêtir, pirsan bikin.
*Nexweşiya keziyan ew tişt e ku însan tolerans rê nediyariyê nade.
*Mêrê ku delalê ber dilê diya xwe ye, di jiyana xwe de, xwe her wekî leheng hîs dike.
*Azadî ne ew tişt e ku medenîyetê wekî xelat pêşkêş kiribe. Wexta medenîyet hîç tunebû benî însan bêtir azad bû.
*Li her ciyê ez çûm, min ev tişt dît ku beriya min helbestvanek çûye wir.
*Xewn xwedayîna der a razan e, lêbelê bi têgehên kêm re xwe dide der.


