Wijdan her çiqas rastiyek însanî ya her kesî be jî di civakan de berî her kesî ji nivîskar û rewşenbîran ew hêvî tê kirin. Îtiraz gerek xwe ji problemên eleqeya wê bi wîjdan re heye bide der. Îtîrazên wanî, neyên nivîsîn jî, di dilê xwendevanan de însanan de cih dide xwe.
Lê îtirazên li hember otorîteyan bi awayekî ji bo bidestxistina otorîteyê be tu eleqeya wê bi wijdan re namîne; ev bîrxistinek e.
Carna tiştên ku tên gotin her çiqas rast bin jî hûn dibînin kesên îtirazkar tiştekê ji bîr ve dikin. Mînak; Hin nivîskarên hêja bi navê wîjdanê nivîskariyê rexne li sîyasetê girtin li vir problem nîn e lê me hêvî dikir da heman kes li hember rastiyek din jî îtirazkar bûna; gelo heya niha di festîvalan de ji nivîskarên kurd kî çiqas tevlî festîvalan bûne? Hez dikin bila pirs wanî be; gelo heya niha ji nivîskarên kurdî yên tevlî çalakî û festîvalan nebûne hene? (Ên ku hatine vexwendin û nehatine ne tê de) Me hêvî dikir nivîskaran li hember rastiya wiha wijdanî jî deng bi xwe bixistana. Ez mereq dikim, em bêjin nivîskarekî me bi caran hatiye vexwendin. Gelo wî nivîskarî carê ji organîzatoran re gotiye, bila îjar ne ez bim, filankes hîç tevlî festîvalan nebûye!
Li hember siyasetê li hember civakê û helbet li hember nivîskaran jî derdê me yê wijdanî hebe. Nivîskar heta hetayê hew bi navê wijdanê di nav tevgerê de ye.
Mînakek din bi bîra min hat. Berî niha birêz Enwer Karahan gazin li Diyarnameyê girtibû da ji bo çi nûçeya panelên wî neweşandiye. Pir baş. Li gorî min ev kêm e. Ji bo çi? Ji bo ku Enwer Karahan heman rexne li malpera ku têde dinivîse, li Nefelê negirt. Ger Enwer Karahan problem berfireh bikira û rexne li rewşa heyî bigirta wê çaxê dibû tewrek nivîskarî û rewşenbîrî.
Belê tiştin têne gotin bi awayek jî rast in lê bi ya min kêm in. Ger gotin tenê bes bin ji bo rewşenbîriyê ev problem e.
Çend gotin jî di der barê ambargoyan de. Gelek caran li gelek ciyan hûn pêrgî gotina ambargo û tecrîta sosyalî tên. Pêşî em bêjin hiqûq ji bo her kesî ye. Her kes û her sazî li hember hev mafdar e ku xwe biparêze. Awayê parastinê ne ambargo ye lewre ambargo bi awayek gef e. Hûn li ciyekê siyasetmedarî bikin yan jî di saziyekê de rêveber bin ji ber ku nêrîn û fikrên we ji alî nivîskarekî ve nayê qebûl kirin ne rast e ku hûn bi awayek veşarî ambargo deynin ser wî nivîskarî; hûn bêjin em we venaxwînin panelan, dê berhemên we kes xwedîtî lê neke, wê kes neyê panelên we!
Wekî ku heya niha hatiye gotin û rastiyek e, nivîskar wijdanê civakan in. Siyasetmedar jî mafdar e rexne li nivîskar bigire lê rexne, ne gef. Gef meseleya hêzê ye. Baş e, ger hûn bikin azîn di hilbijartinan de jî yê hin kes rabin bêjin ez ji filan eşîrî me, ew qas rayên min hene nexwe, gere bi a min bibe. Ê din ê rabe bêje ew qas hezkirî û rayên min hene wê çaxê gere bi a min be!
Ev rewş ne îşaret e ji bo têkiliyên demokratîk. Çi têkiliyên nivîskaran-siyasetmedaran, çi têkiliyên nivîskar-nivîskaran…hemû têkilî gerek têkiliyên demokratîk bin û her gotin û nêziktêdayîn gerek xwe ji xema demokrasiyê bidin der.
Nîşe:
Xwe bi nav kirin hem tercîh e hem jî bi kirîteran ve girêdayî ye:
Normal e ku keseke xwe hew wekî nivîskar bi nav bike.
Normal e ku kesek din xwe wekî nivîskar-rewşenbîr bi nav bike.
Normal e ku kesek xwe hew wekî rewşenbîr bi nav bike…
Ji van jê hinek tercih in. Mîsal nivîskar –rewşenbîr hem tercîh e hem jî bi kirîteran ve girêdayî ye.
cihanacirokan@hotmail.com
**
Li ser vê mijarê nivîsa din a nivîskar Cîhan Roj:
- Têkiliya nivîskaran a bi jiyanê re


