Diyarname
Xelata Wêjeyê ya Ostana ya Navneteweyî a îsal bi sedema bi zimanê zikmakî dinivîse dan nivîskar Firat Cewerî.
Li Îtalyayê ev xelat îsal 16'emîn car tê dayîn ku Cewerî hêjayî xelatê dîtine.
Di sedema dayîna xelatê de gotine "Firat Cewerî bi zimanê xwe kurdî, bi taybetî kurmancî ku li Tirkiyeyê tê axivîn dinivîse û di vî warî de ji bo pêşxistina dewlemendiya zimanê kurdî dixebite."
Di daxuyaniya hatiye belavkirin de qala kurtejiyana Cewerî hatiye kirin, diyar kirine ku pirtûkên wî bi zimanên tirkî, swêdî, farisî, erebî û îtalyanî hatine wergerandin.
Cewerî par Xelata Akademî ya Swêdê girtibû.
Amadekarên xelatê li ser kanala xwe ya youtubeyê vîdyoyeke nivîskar Firat Cewerî jî belav kiriye. Cewerî wisa qala destpêka nivisandina xwe ya bi kurdî kiriye, "Bi avakirina Komara Tirkiyeyê re zimanê kurdî hat qedexekirin. Çend nifş bê ziman û edebiyata kurdî hat hiştin. Ez di salên xwe yê naşîtiyê de hê zarok bûm bi vê zilmê hesiyam. Wekî protestoyekî li dijî sîstema totalîter min dest bi nivîsandina zimanê diya xwe kir. Bêguman min diya xwe jî kir şirîka sûcê xwe. Ji ber ku hingê ez di çavê desthilatdarî de sûcdarek bû ji bo ku min bi kurdî dinivîsand."


