logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

XANIM

  • Dîrok: 07/04/2009

Te hay ji min heye ku ez her kêliyê te ligel rihê xwe yê şêrîn, bi xwe re digerînim. Bi xwe re hiltînim, bi xwe re datînim. Bêyî te hîç im Xanim, bêyî te pûç im.
Lê ev çendek e te dîsa xemla xwe girê daye, li ser bejna te şerê rengan e; te em dane ber pêlên kesk û sor û zer û ber bi oqyanûsa xweşiyê ve diterpilînî. Li Newroz û civîn û govend û dîlanan tu biskên şê li ser rûyê bedew berbelav dikî, dihejî, direqisî û tîrên hesûdî û berberiyê di dilê me feqîrhalan de diçikînî! Û pê re jî tu didî tilîliyan û wiha diqîrî: “Em ne namûsa tu kesekî ne”! Û di ber re jî tu qorziyên çav mê mê, spehî spehî li me nefshênikan dişkînî, tu sêva dil tarûmar dikî Xanim, tu lerzên hesûdiyê bi canê me dixî ez bi heyran, tu vî belengazî bende û stûxwar dihêlî…
Ji mêj ve ye, tu dizanî, her tim methê te dikim, pesnên bê ser û ber dispêrim egoya te, klam û helbest û çîrokên nebînayî li delaliya te difesilînim.
Ji bo te min serê xwe da, pez û rezê xwe min da, çiya min neqeb kir, di binê zindanan de min por spî kir, diran min rizandin, pêrût û pêxwas ez bi çolan ketim, min kuşt û xwe da kuştin, ji bo te Xanim, ji bo te. Xwedê şahid e, ev nexş û nemûşên ku tev de min ji bo te dikirin ligel te dibû payebilindî û tu pê difiriya, agirê sor li egoya te radikir û dibû cîhê kêfxweşiya te. “Ez bimrim ji axa sar re me, ez bimînim ya te me, lawiko” ! Gava ku te ev halan li dilê min hildida, min dikir ku ez ji Xwedê canekî dîtir deyn bikim û dubare di riya te de bidim kuştin.
Sedem tu yî xanim! Yê min jî yê xwe jî! Loma jî dev ji vê ramana dereke, vê ramana ku xerîbî serpêhatiyên  min û te ye berde!
Ma sedem ne tu yî, xwişka dilbijok, ku Qabîl ew qasî hesûdê te bû Habîlê bira daxist erdê. Ma sedem ne tu yî, Xweydoka dilrevîn, ku di riya te de xwîna sê sed mêrî çû! Ma ne bela te bû, Helenoka çavkesper, ku mêrxasên Troya li erasa meydanê bi şûr û rimên xwedayî canê hevdu teraştin!
Li ser bextê te be, ma hê jî, ne tu bi xwe yî ku xurtiya mêr diwezinînî, çelengî û mêrxasiya wan beranberî hev du dikî û yê kêrhatiyê xwe dineqînî. Û gava ku tu dikevî tengiyekê xwe dispêrî ber sîngê parêzvanê xwe yê neqandî, tu doza dilovanî û xwedîderketina wî ya li xwe dikî. Wê çaxê rewşa te û wî tê li du têgihên kevnare diqeside: milk û parêzvanê milk, ango namûs û xwediyê namûsê. Di nabeyna te û wî de, ji serê serî heta îro, peymaneke xurt û ew çend jî bi êş û karesat hatiye qewl kirin. Vê peymanê ne tu dikarî bişkênî û ne jî ez.

“Ez ne namûsa tu kesekî me”!
Kerem ke Xanim, peyveke bêhtirî ya te bêxwedî û bêxwedan: “Ez jî ne mêrê tu kesekê me”! Çi îroniyeke ecêb û şeqlovîskî!
Li min negre Xanim, ezê tu car nikaribim vê qêrîna te di guhê xwe kim û bêjim tu mafdar î. Her ku tu bi awirên xwe yên mişt xweşî û mêtî û dilbijokî li rû min bisekinî û bêjî “ez ne namûsa tu kesekî me” ezê her û her vê bersiva ku te jê pêve bersivek dîtir navê li te vegerînim: Hi, te çi got? Erê, lê, çawa, tu namûsa min î Xanim!

rarya-@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çend gotin li ser wergerê

  • 16 Gulan 2007

 “Werin, em dagerin jêr, zimanên wan tevlîhev bikin da ku ji gotinên hevdû fêm...

Xwezî

  • 25 Gulan 2007

 Xwezî tu bi qasê tenêbûna min li cem min bûya, tiştên ku min pê re parve dikir, min bi te re parve bikira. Lo xwezî navê te tenêbûn bûya û ez...

Naxwim, venaxwim, ranazim

  • 08 Gulan 2007

Bikeve çepê min, ez xwe bispêrim gewdeyê te, rêyek bi ser baxçe ve difitile û ber bi çiyê ve diçe, min bi wê hêlê ve bibe. Wext esir bûya...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

4 fîlmên vê hefteyê

ad

Ji ber pirtûkê ceza li Mahmut Alinak birîn

ad

Festîvala Amedê bi vekirina pêşangehan vebû

ad

Fîlmên ji hilbijêra SÎYAD'ê li Beyoglu ne

ad

Encamên Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn

ad

'Di Wêjeya kurdî de rêwîtiya Aynur Aras' li dar dikeve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname