logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Naxwim, venaxwim, ranazim

  • Dîrok: 08/05/2007


Bikeve çepê min, ez xwe bispêrim gewdeyê te, rêyek bi ser baxçe ve difitile û ber bi çiyê ve diçe, min bi wê hêlê ve bibe. Wext esir bûya çêtir bû, lê hema min qîma xwe bi her tiştî aniye îro. Wê telefonê jî qut bike. Bi min mekene dostê min, halê min ne tu hal e.

Ji hundir ve xuya nake, loma jî hemû tişt li ber pêlên derewîn diçin. Destên me derewîn in, çavên me, piyên me, rûyên me, tev de derewîn in, ji ber ku em bi rêya wan li hevdû derewan dikin. Kulekiya ling, tevzên rû, lerzên dest, hêsirên çav nema dikarin bibin şahidên dilsoz ji wî hundirê merezî re.
 
Na, ne felsef e ye, rihê min, ne tu baş dizanî ku ez ji wê retorîka rezîl dibehejim. Û qet behsa helbestê neke, ez nema dixwazim wê zaroka çavhêşîn a diranmircanî bikim şirîka gunehên xwe. Bi alî rastê ve bişkîne, em xwe bavêjin berpala vî girî. Ax, xwezî dem esirbûya, tîra rojê xwe dida eniya me, ka cixarekê pêxe, em dor bikin, mekene lo, sêwiyek bim jî ez niha ketime  bextê te.
 
Erê, xiniz e, bêkeys e...Bêsiûdiyek ji nedî ve li bejna min difesile, tu rê û deriyek li ber min nakeve. Xemên min... yanê wilo tahl e, xem li min diazirin, wextê ku bagera tîqetîqa wê qehpê sihêl dibe, ez di ciyê xwe de dimînim jar û şikestî. Wê çaxê... ka em pişta xwe bidin vî zinarî... ez dibînim ku êşa min zêdeyî min e. Wilo rewşek pêsîrtengî ye û ez tê de zevtkirî me. Wê çaxê ez kêrê ji zikê zeveş dikişînim û didim ser dilê xwe... ka devê wê şûşa şeravê veke û deyne navbera min û xwe û  mekene, te dît wextê ku em dihatin vir, beqekî ketibû ser rê û tekerê erebeyê dabû ser û nîvê laş jê quraftibû, a li wî beqî bifikire. Te dît,  bi nîvê mayî çawa ber bi coya avê ve dikakijî. Wilo em hêsîrê vê jiyanê ne. Beq û req û ez û tu, em tev de. Loma jî min nekarî ez dest bibim xwe û sêva dil kerî bikim. Min pozê kêrê li zebeş zîvirand û min bi lez û bezek pêkenî ew perçe perçeyî kir û tu hatî, em rûniştin û me ew bi hevdû re xwar.
 
Erê, ne carek e, zêdeyî deh carî ye ku ez vêya dubare dikim. Paşê ez xurtî ji xwedê dixwazim ku nema min li vê tiştê bifikirîne. Qehpek bêfedî be jî jiyan bi têra xwe şêrîn û hêja ye... ka cixareyek din pêxe û mekene, te dît wê roja ku wê eniya min maç dikir û lêvên xwe bi giranî di ser pozê min re ber bi jêr ve dadigerand. Te bi vî kenê xwe yî şeytanî derî bi ser min û wê de girt û tu çû, a li wê rojê bifikire.
 
Na, ne çîrok e, mîrê min, xewnek revoke ye ku mirinê ew zû betilandiye... Ax, ewk e... Carekê hok li min badaye, ez nema dikarim ji wê mesîla naletî averê bibim. Dizîvirim û ji bilî te tu kesekî li du xwe nabînim û heger dem jî esir be ezê ji dil qîma xwe bi vê stûxwariya sengesar bînim....

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Cejn e, zarokan bikujin

  • 04 Avrêl 2007

Gelo mimkûn e ku gur û mîh ligel hev biçêrin? Dibe ku tiştek bi vî rengî pêk were, nexwe, wê biwêjeke bi vî rengî di zimanê me yê...

Lavahî

  • 02 Adar 2009

Qerax bo xoşewîst Rifat Aryamasiyek bûm di zerya çavan depêlek narîn  ez avêtim qeraxêveder î dûr im j’ derya evînêhavîn zerirî di...

Berf û Xwîn-II

  • 07 Sibat 2010

-Ji bo xatirê te hêjayê-Li zivistanên ku berfê dida ser banê difikirim. Dema ku seqemê guliyên darebiyan diquraft ez li ber deriyê malê li benda...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Balerîn di bin dekorê de ma û mir

ad

Çalakî: 'Vê biryarê biguherînin'

ad

Ji bo serketina Kûpaya Dinyayê prîmeke gelek mezin eşkere kirin

ad

HAWAR E! ROŞAN E!

ad

Mancini çû, Mourinho hat!

ad

Doug Liman dê derhêneriya fîlmê li fezayê bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname