logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Xapandin

  • Dîrok: 05/04/2009

Xapandin yek ji wan têgehan e ku bêhtir di civakên li paşmayî, totalîter, ne modern de  xwe dide der. Di xapandinê de bêhtir ev hesêb tê kirin; çi bimîne ji karê ye, an jî, çiqas dom bike ew qas baş e! Kesê/a dixapîne an jî dixape hay ji rastiyê heye lê wekî me got  hesêb tê de heye. Ev hesêb jî hesêbê berjewendiyê ne, ne yên rastiyê ne. Di civakên ne modern de li hemberî pêşveçûnê ji astengiyan astengiyek herî mezin e xapandin. Lewre hesûdî û egoîstiyek mezin ya şexsî xwe dide der.
Ev hal piştî wextekê dibe sedem ku takekes hîn bibe da xwe bi xwe bixapîne! A, trajedî li vir dest pê dike. Êdî halek kronîk dibe rastî. Carna di hin civakan de ev hal dibe halekî normal; her kes baş dizane, xwe dixapîne lê ev wekî tiştek normal tê dîtin!
Eger em hinek dahûrînin emê bibînin ku ev hal bêhtir, di civakê de, di tebeqeyên jorîn de xwe dide der. (Li vir mebesta me civaka kurd e).
Her çiqas berî çend salan ez jî yek ji wan kesan bûm ku min gelek ji siyasetê hez dikir û bi dû re mîna tobe bikim bi tevahî min xwe li wêjeyê girt (helbet fikrên me yên di der barê jiyanê de hê jî hene) dixwazim çend mînakan ji siyaseta ku hin kurd dikin bidim.
Li  koçberiyê hin kurdên wiha hene; wexta hilbijartinên gelemperî diçin, bi awayek dizî bi ser navê berjewendiyên şexsî bi hinan re li hev dikin. Bi dû re tên ji gel re dibêjin, çerçawa be em li van deveran nikarin wekîlan derînin wê çaxê em dengê xwe bidin filanî yan bêvanî! Baş e, wext dibore, hilbijartinên niştecihî dest pê dikin, heman kes dîsa dertên ser dikê û gotina wan dîsa amade ye, çerçawa be em nikarin şarederiyan bi dest bixin, ji bo ku em di şarederiyan de bibin hêz gere em dengê xwe bidin filanî an bêvanî!
Ev xapandin di heman demê de li xweşiya wan filan û bêvanan jî diçe! Ew filan û bêvan jî nabêjin, heyran ma ev çi hal e, ew kes hem xwe dixapînin hem jî me, ma wê heya çi wextî ev hal dom bike! Nabêjin, ma kesên ku karê wan xapandin be wê çi fêdeya wan ji bo wan hebe, çi ji bo me hebe!
Xapandin û xwe xapandin mîna şaneyên qansêrê ne. Çare jî ew e ku takekes û civak berî her tiştî bikaribe li hemberî kêmaniyên xwe têbikoşe, çareyan biafirîne.
Taybetiyek kes û civakên xapîner jî ew e ku her wext kevirên mezin diavêje! Bi carek din bi dubareyî bêjim, bela kevirên mezin ne lêxistine. Ciyê xapandin tê de hebe hezkirin li wî ciyî birîndar e.
Taybetiyek din a vî halî jî ev e ku xapîner her wext xîtabî hişên sayakî xîtabên hefizeyên lawaz dikin. Her roj dikarin bi çil awayî biaxivin, bi çil rengî gotinên xwe bineqişînin! Ew, hîn bûne ku kesên li hember wan nizanin, an jî naxwazin, an jî nikarin pirsan bikin! Lew re girseya ku ew xîtabê wan dikin bi heftê caran birîndar û bê çare ne!
Di edebiyata me de pirî caran ew girseya xapîner tê ji bîr ve kirin û rexne li wan nayê girtin bê ji bo çi ew bi kurdî naxwînin, li pirtûkên kurdî xwedî dernayên. Ew kî ne, ew bi gelemperî an esnaf in, an karmed in an jî bi awayek dewlemend in li koçberiyê. Ew kî ne, ew berî salan bi awayek li welat desthilatdar bûn û bêriya wan rojan dikin! Guherîn û veguherîn her wext ji bo wan jan e!

cihanacirokan@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

BI XATIRÊ DIYARNAMEYÊ

  • 11 Adar 2014

Heft heşt sal in di Diyarnamê de bi dilxweşî û serbilindî dinivîsînim. Di her rêveçûnekê de bêhnvedan an jî rawestgehek heye, yê min jî heya...

Li nav kurdan diziya 'fikir'ê

  • 04 Tîrmeh 2015

Ji qistasên gavên pêş û gavên li paş ya herî muhîm hêza fikrê ye. Ev ji bo takekes çiqas muhîm be ew qasî jî ji bo welatan muhîm e. Reng...

Lehî

  • 10 Sibat 2007

Ku ez bibêjim gotin ax e, hûn dikarin bibêjin peyv av e! Lê bersiva we ne bes e; kîjan av? Kanî? Barana hûr? Çemê havîna dereng? Gola gerînek? Lehiya...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine

ad

Li bajarên kurdan anketa dawî ya li ser hilbijartinê

ad

Meclisa Nûneran a DYA'yê pêşnûmaya dijî Tirkiyeyê qebûl kir

ad

HDP û EMEP'î rojobînî kerd

ad

Serokê TYB'ê: Hikumet bila aştî, hizûr û azadiya ramanê saz bike

ad

Wêneviraştoxê kurd semedê Covid-19 ra merd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname