Helbesta Berken Bereh ya bi navê ''Pirseke bi êş e her jînenîgarî''* lixwemikurhatineke bi êş e. Her çendî navê helbestê wekî ''jînenîgarî'' hatibe binavkirin jî di wateya giştî ya helbestê de, em dibînin ku ev jînenîgariyek takekesî nîn e; ji jînenîgariyek takekesî wêdetir, jînenîgariya heyamekê ye ev helbest, doznîgarî, bawernîgariyek e!
Em di nav rêzikên vê helbesta trajîk de, rastî têkçûyîna hêvî û baweriyekê, rastî hewldaneke xwekuştinekê tên. "Zanî dê hew bibişire ew stêrka nas li ezman" di vê rêzikê de, bêhevîtî bi dengekî pir trajîk hatiye vegotin. Êdî "stêrk"ê pişta xwe daye helbestvên û hew jê re "dibişire"
Piştî ku hêvî têk diçe, helbet daxwaza xwekuştinê peyda dibe bi mirov re. "Ji dil guhdarî strana kêra diteyise kir" belê, "kêr", "strana kêrê" sembola xwekuştinê ye. Em di vê helbestê de dibînin ku helbestvan êdî xwekuştî ye, lê dîsa jî, daxwaza wî heye, dîsa jî hêviya wî heye loma dibêje: "Bi dara heyatê ve hilawist gula dilê xwe". Em baş dizanin bê ev "gul!" çi gul e!Û helbestvan, wekî paçikên rengorengo ku bi darên hicrikan ve dikirin da ku daxwazî pêk bê, helbestvan jî, "gula dilê xwe" bi "dara heyatê" ve dike, "maçekî jî" diyarî "wî robarê dilikumê re" dike û diçe!
"Çûn sibehên gewrik, ewrên min ên bi qedr û qîmet" belê,di vê rêzikê de jî em li bêhêvîtiyê rast tên. Ewr mizgînî ye, hêvî ye, hêviya biharê, jiyaneke nû ye.
Di berdewamiya helbestê de, em li sedemên ku hêviya helbestvên şkandine rast tên.
Helbestvan pirsina ji xwe dike, ji "wêneyên li dîwarê hişê xwe": "li kîjan mizgeftê dişêwirin Bekoyên me? Li mala kê ketine cizbê dildarên şoreşê?"
Belê, ev her du pirsên bêbersiv ku pirsan di hiş û bîra mirov de diteqînin, sedema têkçûna hêviya helbestvên e, sedema daxwaza xwekuştina helbestvên ev pirsên bêbersiv in. Di berdewamiyê de em dibînin ku helbestvên baweriya xwe bi guherînê winda kiriye, yanî baweriya xwe ji dahatûyê winda kiriye, "ey bîranînên diçilmisin di kavilê xwe de' ku pirsek bin li bazara heydadanê, ka çi guheriyê bibêje, ji bilî peyvên me?'"
Belê, baweriya helbstvên bi guherînê, bi pêşveçûnê nema ye. Ji bo wê jî radihije "gula dilê xwe û bi dara heyatê ve dike, 'emrê xwe diyarî axa bê weç" dike, maçekî diyarî "wî robarê dilikume re" dike û xatirên xwe ji me dixwaze bi van rêzikan:
"Pirseke bi êş e her jînenîgarî, bi efsûna xwe gêr dibe di nav polên heyatê"
*Kovara W, hejmar31


