logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Hekîm Sefkan: M. Şêxo dibistanekî nerm lê tije hêrs bû

Hunermend Sefkan li ser hunermendê mezin Mihemed Şêxo dibêje wî stran û muzika kurdî ji pesnê mezinên eşîran rizgar kir.

  • Dîrok: 11/03/2010
  • Beş: Serbest

Diyarname
Hunermend Hekîm Sefkan li ser hunermendê mezin Mihemed Şêxo dibêje wî stran û muzika kurdî ji pesnê mezinên eşîran rizgar kir û xist xizmeta netewî. Di heman demê de Sefkan dibêje, "
Mihemed Şêxo dibistanekî nerm lê tije hêrs bû." Vane gotinên Hekîm Sefkan ên li ser Mihemed Şêxo:


- Rola Mihemed Şêxo di nav muzîka kurdî de çi ye?

Ew di stran û melodiya kurdî de, dibistaneke tije hest e, bê çawa Cegerxwîn helbesta kurdî ji sofîtiyê rizgar kir û xist xizmeta netewî, ew jî wiha bû. Wî stran û muzika kurdî ji pesnê mezinên eşîran rizgar kir û xist xizmeta netewî. Ew dibistanekî nerm, lê tije hêrs bû.

- Giraniya stranên wî (ji aliyê naverok/gotin û muzîkê ve) çi ye?

Jixwe stranen wî giraniya wan, ji Omerê Lalê, Ûsivê Berazi bûn. Wan ji her kesî bêhtir M. Şexo û giyana wî nasdikirin. Naverokên tije, hêsan lê wiha jî giran hildibijart, wiha jî muzîka wî ku piraniya wê wî bi xwe çêdikir, ji dil derdiketin. Tu carî ji rengê xwe dernediket. Çi jî bigota wekî xwe digot, pir bi hostayî di dil û giyana mirovan de bi cih dikir. Wî her ji doza kurd re stra, naverokên stranên ku hildibijartin ji civaka kurd û êşa wî bûn, wiha jî muzîka wî, ji giyanê gel bû.

- Stranên wî bersiva îro jî didin yan na?

Em dibinin, îro çawa her kes stranen wî distrên, ev tê wê wateye ku wî ne tenê ji bo roja xwe stra, wî ji bo îro û ji bo sibê jî stra, hostayetiya wî jî di vir de ye.

- Mihemed Şêxo li rojavayê Kurdistanê li gundekî Qamişloyê hatiye dinê. Li parçeyeke din a kurdan bihata dinê dê çi biguheriya? Tesîra wê parçeyê çiqas li ser hebû? Yan jî em di vî warî de dikarin çi bibêjin?

Ez nikarim di wê der barê de tiştekî bêjim, lê ji xwe ew li wir hate dinê lê li Başûr bi azadî têkoşîn da, heya têkçûna şoreşa Berzanî, pişt re jî li Rojhilat bi cih bû, li wir jî zewicî, yanê ji xwe ew bû ji her parçeyî. Gelek Berhemen wi li Başûr û Rojhilat hatin tomarkirin.

- Ji bo xwedîlêderketina navê wî divê çi bê kirin? (Mînak wekî abîde, peyker yan tiştên din) Kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na?

Berî her tiştî hemû kesên ku stranen wî dizinin û kirine malê xwe bila lêborîna xwe bixwazin, mafê wî lê vegerînin. Bi peykeran nirx nayên dayîn, ji xwe gelê kurd peykera wî di dilê xwe de çêkiriye, lê dive ew pir baş bê naskirin, heya berî çend salan jî, ji Amed û vir de kesî ew nasnedikir.
Di serî de PDK ku raste rast di nav refên wê de cih girtibû, pişt re jî têkoşîna bakur ku, wî jê re jî stra, divê hemû partî, rexistin û sazî, rojên bîranîna wî pêk bînin, navendên çandê bi navê wî vebin, gora wî ku, li Qamişloyê, ji hêla kurdên parçeyen din ve bêne ziyaretkirin. Heya niha tenê Rojavayî wî bibîr tînin, mixabin, di jiyana xwe de pir êş kişand, lê hindik tê zanîn, kurd deyndarên wî ne. Wî ji bo me gelek got, em pir hindik jê re dikin.

***

Nivîsên li ser Mihemed Şêxo:

-

- Mehmet Alti: M. Şêxo pêşengê kevneşopiya muzîka bajariyê ye

- Xelîl Xemgîn: M. Şêxo di afirandina hunerê sînor naskiriye

- Konê Reş: Dengê Mihemed Şêxo bû dermanê birînan

- Jinenîgariya Mihemed Şêxo

- Klîbek wî: Ay Lê Gulê

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mehek ceza dan Azadiya Welat

ad

Ev 20 roj in rojnameger Silêman Ehmed winda ye

ad

"Koçername" derket

ad

Xelata Man Booker dan 'Milkman'

ad

Li ser 'Xewneke Payîzî' hin not

ad

Lou Ottens li dû xwe dîroka kasetan hişt û çû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname