logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Vane krîterên BDP'ê yên hilbijartinê

BDP di vê hilbijartina îsal de wê çawa tevbigere? Agahiyên li ser vê yekê BDP'ê eşkere kirin.

  • Dîrok: 05/03/2011
  • Beş: Nûçe

Enqere
BDP di vê hilbijartina îsal de wê çawa tevbigere? Agahiyên li ser vê yekê BDP'ê eşkere kirin.

Ji bo hilbijartina 12'yê pûşpera 2011'an BDP'ê krîterên xwe eşkere kirin. Komîsyoneke ku ji 25 kesan pêk tê dê pêşberendaman binirxîne û biryarê bide.

Vane krîterên BDP'ê yên ji bo hilbijartinê:

- Komîsyoneke ji 25 kesan pêk hatî hate avakirin. Ev komîsyon stratejiya BDP'ê diyar dike, serîlêdanên ji bo pêşberendamtiyê digire.

- Di 11 bajaran de wê pêşhilbijartin pêk bê, li herêmên din dê li 'Meylê' bê nêrîn û li hin deran jî navend dê berendamên ji bo mebûsiyê diyar bike.

- Di çarçoveya îtîfakên de ji cihên ku bêne hilbijartin 5 mebûs wekî kontenjan hatin diyarkirin.

- Ji bo berendaman krîter wisa diyar kirin: Berendam divê miheqeq xwedî 'Têkoşîna demokratîk û azadîxwaz' be.

- Yên alîgirên demokratîkbûna T irkiyeyê ne, ji bo çareserkirina pirsgirêkê gavan davêjin û bi awayekî erênî li polîtîkaya îtîfakê ya BDP'ê dinêrin jî dê di çarçoveya van krîteran de bêne nirxandin. Xaleke din a ji bo berendaman jî ew e  ku divê ew paradîgmayên 'Kurdistana Xweser a Demokratîk û Neteweya Demokratîk" qebûl bikin.
Digel van krîteran dê li berendaman binêrin ka pêre jîrekiya siyasî, vîzyon, xwedîlêdarketina li têkoşîna demokratîk û zanîna li ser zagona bingehîn heye yan na û li gor vê jî dê biryar bê girtin.

- Di xebatên hilbijartinê de dê li ser fikra demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd ku 'ji bo kurdan statuyeke teqez' bê bidestxistin xebat bê kirin.

- Li 81 bajaran heta bikarin dê bi nêrîna "Bloka Demokratîk" tevbigerin, li her derê berendam nîşan bidin.

- Li bajarên wekî Amed, Batman, Şirnex, Culemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Wan, Riha, Bedlîs, Mûş, Îdirê ku hêza BDP'ê li van deran xurt e dê bi pêşhilbijartinê berendaman diyar bikin. Li bajaran din dê bi pêş meylek û nîşandayîna berendaman a ji aliyê navenda partiyê ve berendam bêne nîşandayîn.

- Hedef ew e ku hejmara mebûsan derxin du qatî. Li gor vê di hilbijartina 2007'an de ku ji Amedê 4 mebûs hatibûn nîşandayîn vê care dê 6 mebûsan nîşan bidin. Li Wanê ji 2'yan dê derxin 4'an. Li Stenbolê jî 4 mebûs wekî hedef nîşan dane.
Li Culemêrgê hedef ew e ku her 3 mebûsan jî bi dest bixin.
Digel van li bajarên wekî Agirî, Entab, Edene, Herêma 1'emîn a Îzmîr û Mêrsînê jî hedef ew e ku mebûsek derxin.
BDP bi navnên ku ji aliyê raya giştî ve têne nasîn dike ku li bajarên wekî Manisa, Enqere, Hatay, Aydin, Semsûr û Bursayê jî mebûsan derxe û surprîzek bike.

- Li gor hesaba BDP'ê dê di navbera 35-40'î de mebûs bêne derxistin û ji bo îtîfakan jî 5 kontenjan hatine diyarkirin. Li gor vê yekê dê berendamek ji aliyê kêmareyên olî bê diyarkirin. Berendamek dê ji bo partiyên kurd ên derveyî BDP'ê bê diyarkirin, didu jî wê berendamên "Bloka Demokratîk" a îtîfakê be ku li rojava bêne nîşandayîn. Digel van her wiha ji bo SDP'ê jî dê kontenjana kesek bê nîşandayîn.

- Ji bo mebûsên jin jî BDP dike ku hejmara mebûsên xwe yên jin ji 8'an derxe 12'an.
Li gor vê hejmarê 2 kesan li Amed, 2 li Wan, li Şirnex, Mêrdîn, Culemêrg, Batman û Stenbolê berendamek jin bê nîşandayîn. Her wiha dibêjin ku li Edene, Sêrt û Îdirê jî dê jinan wekî berendam nîşan bidin.

**

Nûçeya eleqedar:

- Rojnameya Tarafê weşandina nûçeyên asparagas didomîne

- BDP di hilbijartinê de piştgirî dide serbixweyan

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Der barê Bulent Ersoy de lêpirsînê dan destpêkirin

ad

Newêrin van pirtûkan bifroşin!

ad

Diyarbakispor tîmek ecêb e welhasil!

ad

NÇM li Stenbolê konserê dide

ad

Wêneyê gola navdar dadixin ser pereyan

ad

Mankena Victoria's Secret ji ber "ewlehiyê" nehat Tirkiyeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname