logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Şaredarên kurd bang li hikumet û raya giştî kir

Şaredarên BDP’yî li ber Şaredariya Baxlara Amedê li hev civiyan û bal kişandin ku greva birçîbûnê ketiye roja 60’emîn. Ş

  • Dîrok: 10/11/2012
  • Beş: Nûçe

Amed
Şaredarên BDP’yî li ber Şaredariya Baxlara Amedê li hev civiyan û bal kişandin ku greva birçîbûnê ketiye roja 60’emîn. Şaredaran bang li raya giştî û hikumetê kirin ku li hemberî grevê hestiyar bin. Daxuyaniya hevpar a li ser navê şaredaran ji aliyê Şaredarê bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ve hate dayîn. Baydemîr da zanîn ku ew dê li ser navê hemû şaredaran bikeve greva birçîbûnê.

Baydemîr got ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de ji sala 2009'an ve bi armanca tasfiyekirina siyaseta legal a kurdan li hemberî BDP’ê pêk tên de 9 hezar kes hatine girtin. Baydemîr destnîşan kir ku bêyî ku bêjin endamên partiyê, şaredar, endamên meclisan, serokên meclisên bajaran û endamên wan, xwendekar, jin, zarok, pîr û kal, ji hemû nifşên civakê mirov girtine û zilmek mezin li civakê kirine.

Tecrîdê strastejiya pevçûna kûrtir kir

Baydemîr da zanîn ku hemû dînamîkên Kurdan li bendê bûn ku pirsgirêka Kurd li ser esasê azadî û edaletê were çareserkirin, lê polîtîkayên salên 1990’an dan berdewamkirin, muxalefeta Kurda a ku hat hilbijartin girtin, operasyonên leşkerî zêde kirin û polîtîkayên ewlekarî-tasfiyeyê berdewam kirin. Baydemîr bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got; “Ev 14 meh in li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tecrîdeke girankirî tê pêkanîn û ev yek jî stratejiya pevçûnan kûrt kiriye.”

Di sala dawiyê de 1000 kes jiyana xwe ji dest dan

Baydemîr da zann ku ji ber polîtîkayên tunekirin, tecrîd û îzolasyonê yên hukûmeta AKP’ê yên li hemberî Kurdan di vê sala dawiyê de 1000 mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Daxwazên girtiyên di grevê de daxwazên me ne

Baydemîr got: “Rakirina tecrîd û îzolasyonê, destpêkirina muzakereyan, naskirina mafê perwerde û parastina bi zimanê zikamkî, ne tenê daxwazên siyasetmedarên bedena xwe dane ber mirinê ne, ev daxwaz daxwazê bi milyonan mirov, gelê me û daxwazê me ne. ”

Tecrîd binpêkirina mafê yasayî ye

Baydemîr di berdewamê de bal kişand ku tecrîd û îzolasyon, ne li gorî pîvanên huqûqa neteweyî ye jî û di heman demê de binpêkirina mafên yasayî ye û got: “Ev 16 meh in tecrîd li ser Birêz Ocalan tê pêaknîn, ev yek suc e. Li gel vê jî, polîtîkaya tecrîdê tê wateya polîtîkaya şer. Tê wateya polîtîkayên operasyonên leşkerî. Encama ev polîtîka bi xwe re tîne: şer û mirin e.”

Xespkirina mafan feraseta nijadperestî û faşîst e

Şaredar Osman Baydemîr bal kişand ser mafên xwezayî yên Kurdan ên wek ziman, çand, nasname û diyar kir ku ji ber ku ev maf nayên pêkanîn, lewra pirsgirêka Kurd heye û got: “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, parastina bi zimanê zikmakî, pêşxistin û karanîna zimanê zikmakî li her qada jiyanê mafek xwezayî yê gelê Kurd e.Tunehesibandin û xespkirina van mafên xwezayî mirov tenê dikare weke feraseta nijadperest û faşîst bi nav bike. Ji bo tirkek, farsek, erebek, frensiyek an jî almanek wateya zimanê wan, çanda wan çi be, ji bo Kurdan jî wisa ye. Em ne ji vê zêdetirk dixwazin em ne jî bi ji vê kêmtir razî dibin.”

Baydemîr got; “Divê gelên Kurd û Tirk baş bizanin kesên di girtîgehan de bedena xwe dane ber mirinê, ji bo kes li derve jiyana xwe ji dest nede, kanalên muzakereyan ên ku xetimîne ji nû ve vebikin, jiyana xwe danîne holê. Di serî de hukûmet, helwesta rayagiştî ya Tirkiyeyê nîşan dide ku êdî wijdan nemaye û em gihiştine asta biryardanê.”

Mirinên di girtgîgehan de dê bi xwe re veqetîn û mirinan bîne

Baydemîr li ser navê şaredaran ev bang li serokwezîr, hukûmet û gelê Tirk kir: “Hemû daxunaniyên hander, biçûkxistinê, bêrûmetkirinê, bangî mirinan dikin. Ji bo jiyaneke azad û wek hev re bijîn, ji bo em bi muzakereyan pirsgirêkan çareser bikin û rê li pevçûnan bigirin, tenê saniyek jî ku em wenda bikin tune ye. Em di wê gumanê de ne ku ger mirovek me jiyana xwe ji dest bide ev yek dê bi xwe re veqetîn û dijwarbûna peçvûnan bi xwe re bîne. Ji ber vê jî divê tavilê tecrîd were rakirin û muzakere werin destpêkirin. Em weke şaredar , serokên navçe û bajaran û meclisan ji bo hemû bangên ku Naveda me ya Giştî ya BDP’ê di vê oxirê de bikin, amade ne ku her tiştê dikeve ser milên me bikin.

Baydemîr bi navê şaredaran dikeve greva birçîbûnê

Baydemîr bersiv da pirsekê der barê plansiya Navenda Giştî ya BDP’ê de û da zanîn ku ew dê li ser navê hemû şaredar, endamên meclisan, serokên meclisên bajaran û endamên wan bi parlementeran re bikeve greva birçîbûnê.

Daxuyanî ji aliyê hemû şaredarên BDP’yî ve hate îmzekirin. Li ser navê şaredarên girtî cîgirên wan îmze kir.

 

***

Nûçeyên eleqedar (Hûn bixwazin kîjan nûçeyê bixwînin, sernavê wê bitikînin):

- Serok û mebûsên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- 8 mebûsên BDP'ê yên din dikevin grevê
- 'Em ji ser hişê xwe biçin jî mudexeleyê me nekin'
- Mebûsên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- 10 hezar kes di greva birçîbûnê de ne
- PDK, YNK û Goranê piştgirî da grevên birçîbûnê
-
Stenbol bû qada şer
- Baydemir wisa hêrs bû (Vîdyo)
- 'Ev der ne deriyê bavê walî ye'
-
Rojnameger naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin
- Wezîrê Edelatê bi BDP'yiyan re hat ba hev
-
Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê bijîn
- Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîn e?
- JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE
- Pirsa rojê: Kî derenwan dike?
- Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê
- Çalakiyên îro li her derê didomin
- Karîkaturîstê brezîlyayî çalakiya birçîbûnê xêz kir
- Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir
- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir
- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire
- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal
- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Asîva'ya Xwendekarên Zanîngeha Enqereyê derket

ad

Hevserokê DBP'ê li ser bûyerên li Amed û Colemêrgê axivî

ad

Tirsa ji derziyên li dijî Covîd-19’ê

ad

Wezîrê ku nehatiye hilbijartina şaredara hatiye hilbijartin ji kar girt!

ad

KCD: Bila her kes rabe ser piyan

ad

Maçên Dawî yên Koman têne lîstin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname