logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Di Festîvalê de fîlmên kurdî

32'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku heta 14'ê avrêlê li dar e têde digel bi ser 200'î re fîlmî hin fî

  • Dîrok: 01/04/2013
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

32'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku heta 14'ê avrêlê li dar e têde digel bi ser 200'î re fîlmî hin fîlmên derhênerên kurd jî têne nîşandayîn. Ji wan yek jê fîlmê metrajdirêj yê Omer Leventoglu, yên din belgefîlm in.
Vane ew fîlm, derhênerên wan, roja nîşandayîn û saeta nîşandayînê:


Mavî Rîng

“Mavî Rîng” yekemîn fîlmê metrajdirêj ê derhênerê kurd Omer Leventoglu.
Fîlm li ser beşeke berxwedana girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ye. Girtî di rîngekê de, di nav kele kela germê de, 18 saetan bê rawestan ji girtîgehekê dibin girtîgeheke din. Fîlmê “Mavî Rîng” çîroka vê rêwîtiyê, bi ser çîroka Doktor Pinar ku li Nexweşxaneya Dewletê Doktor ve vedibêje.
Kunye:
Derhêner: Omer Leventoglu
Lîstikvan: Ezgi Çelik, Kemal Ulusoy, Diyar Dersim, Bilal Bulut, Erdal Ceviz, Nazmi Kirik, Şerif Şahiner, Sezgin Cengiz
Mawe: 87 dq
Ziman: Tirkî-Kurdî
Roja nîşandanê: 13.04.2013, saet, 21:30, Salona Beyoglu


Fecîra

Yek ji belgefîlmên ku bi kurdî ye û di festîvalê de cih girtiye “Fecîra” ye. Derhêneriya belgefîlm Pîran Baydemîr kiriye. Belgefîlm li Dêrsimê li gundê Şakak derbas dibe û çîroka Besna û keçên wê Devrîm û Melekê nîşan dide. Li Dêrsimê dewlet dixwaze bendavan çêbike. Belgefîlm jî bandora vê yekê ya li ser karakterên xwe derdixe pêş.
Kunye:
Derhêner: Piran Baydemir
Mawe: 40 dq
Ziman: Kurdî (Kirmanckî)
Roja nîşandanê: 09.04.2013, Saet: 21:30, Salona Muzeya Perayê


Was

Belgefîlmê Caner Canerîk “Was” ê bi kirmanckî li ser çîroka Fatmaya kerr û lal e. Ew ji bo xebatê bi berdêla gayekî dane mêrê wê Beser Demirtaş. Belgefîlm di ser çîroka wan re qala salên 90’î, salên şewitandina gundan jî dike.
Kunye:
Derhêner: Caner Canerik
Mawe: 75 dq
Ziman: Kurdî (Zazaca & Kurmancî)
Roja nîşandanê: 11.04.2013, Saet: 21:30, Salona Muzeya Perayê


Bûka Baranê

Belgefîlmê “Bûka Baranê” li Culemêrgê derbas dibe. Komek ciwan di sala 1989’an de li Culemêrgî li dibistanekê de bi hev re dixwînin. Paşê ew ji bo zanîngehê diçin bajarên cur bi cur. Piştî demekê ew dîsa tên ba hev, qala pêvajoya derbasbûyî dikin. Bûka Baranê qala çîroka wan dike, helbet tiştên hatine ser wan û wê derê jî.
Kunye:
Derhêner: Dilek Gokçin
Mawe: 68 dq
Ziman: Tirkî-Kurdî
Roja nîşandanê: 11.04.2013, Saet: 19:00, Salona Muzeya Perayê


Qiblenameya Diya Min

Yek ji belgefîlmên bi kurdî jî “Qiblenameya Diya Min” e ku derhêner Hatice Kamer kişandiye. Emîn ciwanekî kurd e ku ji ber rewşa polîtîk çûye Norwecê. Ew nikare vegere Tirkiyeyê. Diya wî ji bo dîtina wî diçe Norwecê û ew ji her alî ve ji bo çanda wir biyan3 iye. Lê tiştê herî zêde diya wî mijûl dike û şaş dike meseleya dîtina qibleyê ya ji bo nimêjkirinê ye.
Kunye: Derhêner: Hatice Kamer
Mawe: 55 dq
Ziman: Kurdî
Roja nîşandanê: 12.04.2013, Saet:  19:00, Salona Muzeya Perayê


Zemo

Di erdheja Wanê ya duyemîn de (9.11.2011), di Otela Bayram de 24 kesî jiyana xwe ji dest da. Du ji wan rojnameger bûn. Yek ji wan rojnamegeran jî Cem Emir bû. Belgefîlm çîroka jiyana Cem Emir nîşan dide.
Kunye
Derhêner: Kemal Emir
Mawe: 44 dq
Ziman: Tirkî
Roja nîşandanê: 11.04.2013, Saet: 16:00, Salona Muzeya Perayê

 

***

Nûçeyên eleqedar:

- Festîvala Stenbolê deriyên xwe vekir

- Festîvala Fîlman a Stenbolê bi ser 200'î re fîlmî pêşkêş dike

- Di afîşê de îmzeya navdaran

- Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Berendamên MHP'ê yên bajarên kurdan

ad

Ji bo devjêberdana cixareyê 5 pêşniyar

ad

Ji nû ve pirtûkên Omer Dilsoz

ad

Lêkolîner Oner: Bila dinya me bi çanda me ya dewlemend nas bike

ad

Rekorek din: Di her 6 tûrnûvayan de jî wî gol avêtin

ad

Klîba Hefteyê: 'Kerwan' Ahmet Kaya

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname