Diyarname
Roja Çîrokê ya Cîhanê 14'ê vê mehê ye. Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo vê rojê pîroz bike çalakiyek li dar dixe.
Komeleya Nivîskarên Kurd ku navenda wê li Amedê ye, kurtedemek berê li Batmanê jî şaxek vekiribû. Komele niha li Batmanê ji bo pîrozkirina 14'yê Reşemî Roja Çîrokê ya Cîhanê panelek li dar dixe. Panel bi beşdariya nivîskar îlhamî Sîdar, Arîn Zîn, Şêxo Filîk, Roşan Lezgîn, Bawer Rûken dê li dar bikeve û moderatoriya panelê jî dê Weysel Tirpan bike. Panel roja 14'ê mehê saet 14.00'an de wê li Salona Şaredariya Batmanê li dar bikeve.


