Diyarname
Ji bo "Em Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" îro jî li Wan, Amed, Sêrt û Edeneyê meş pêk hatin.
Li Wanê ku ji hêla TZP-Kurdî ve di çerçoveya 'Êdî Bes e Ez Perwerdehiya Zimanê Zikmakî dixwazin' hate destpêkirin, bi hezaran kes meşek lidarxist. Di meşê de, bi panqart û dovîzên "Em Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" dixwazin, hatibûn hildan, di daxuyaniyê de hate xwestin ku li zimanê zikmakî xwedî derkevin.
Li Amedê bi hezaran kes di nav de zarok, mebûsên DTP'ê û endamên saziyên sivîl jî di nav de ber bi Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin ve meşiyan û diruşmên xw eyên ji bo ziman qîriyan. Di meşê de diruşma "Zimanê me rûmeta me ye" hate berzkirin.
Li Nisêbîna Mêrdînê jî gel li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad li hev civiyan û ber bi Kuçeya Şîrîn a li Taxa Firatê ve meşiyan. Di meşê de pankartê "Ez perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazim" hate vekirin. Li Qoserê sibê dê meş pêk bê.
Li Sêrtê berî meş pêk bê polîsan mudexeleyê gelê ku li ber avahiya DTP'ê kom bûbû kir. Piştre dîsa bi sedan kes li ber avahiyê hat cem hev û daxuyanî hate xwendin.
Li Edeneyê jî gel li ber Mala Demokrasiyê ya Gulbahçeyê hat cem hev. Koma ku ji hezar kesî pêk hat dest bi meşê kir. Di meşê de dovîzên "Bê ziman jiyan nabe","Em perwerdahiya zimanê dayika xwe dixwazin", "Zimanê kurdî pir xweş e", "Zimanê me nasnameya me ye", "Gelê kurd bi kurdî biaxivin" hatin vekirin.
Di hemû meşan de mebûsên DTP'ê jî amade bûn.


