Diyarname
Lîstikvana navdar a tenîse Maira Sharapova li ser tenîsê û jiyana xwe ji bo Helloye axivî.
Yek ji delaltirîn lîstikvana tenîsê jî lîstikvana rus Maria Sharapova ye. Ew di tenîsê de di rêzên jorîn ên ser lîsteyê de ye û bi vê karê xwe yek ji tenîskarên ku gelek pere kar dike ye jî. Kovara îngilîz Hello bi Sharapovaya 21 salî re hevpeyvîneke kir û ji bilî tenîsê li ser jiyana xwe ya taybet jî sekinî. Wê wisa got:"Ez qet evîndar nebûm, ger ez bûme jî haya min jê nîn e. Ez naxwazim hevalê min her bi min re bê her derê. Divê karê wî jî hebe. Ez xemgîn bûm ku beşdarî Olîmpiyatê nebûm. Ez bi welatê xwe serbilind im lê tiştên ku li Gurcistanê pêk hatin jî min xemgîn kirin. Bûyer nêzî Sochi pêk hat, ez tirsiyam. Ez êdî li pereyan nafikirim. Niha tekare hedefa min ew e ku ez bibim Şampiyona Tûrnûvaya Fransayê."


