Diyarname
Xwediyê Weşanen Do Huseyîn Gunduz îro li Stenbolê hat binçavkirin.
Gunduz wekî weşanger pirtûka bi navê "Haberlerin Aginda Ocalan" (Di nav tora nûçeyan de Ocalan) weşandibû û li ser vê pirtûkê doz hatibû vekirin.
Îro li Kuçeya Mîsê ku li ser Kolana Îstîklalê ye Huseyîn Gundez hat binçavkirin. Tê îdîakirin ku Gunduz bi vê pirtûkê "propagandaya rêxistinê" kiriye û der barê wî de sal û nîv cezaya hepsê lê hatiye birîn.


