logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Rewş aloz e, derman çi ye?

Rewş li Başûrê Kurdistan gelekî aloz e, ji rewşa xetimînê gav avêt rewşa krîzeke kurtir û teqîna ku dihat texmîn kirin,

  • Dîrok: 13/10/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Necîbe Qeredaxî

Rewş li Başûrê Kurdistan gelekî aloz e, ji rewşa xetimînê gav avêt rewşa krîzeke kurtir û teqîna ku dihat texmîn kirin, rû da. Ji 3'ê Cotmehê ve gel daket kolanan û li hin cihên herêma Germiyan û Silêmaniyê buroyên PDK´ê hatin şewitandin û li pirr cihên din jî ala û ambilemên partiyan hatin daxistin. Ji vê rewşê dihat texmînkirin ku pirr pirsgirêk û krîzên li ser hevkombûyî hene ku nedihatin çareserkirin. Herêma Başûrê Kurdistanê xwe weke mînaka demokrasiyê ji bo tevahiya Iraqê nîşan dide, lê niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Abadî gavên çaksaziyê davêjê û daxwaz li Herêma Kurdistanê dike ku krîza xwe çareser bike û çaksaziya pêwist bike. 

Gelê Kurd li herêma Kurdistanê ji wê zêdetir sebr û tehemûla wî nemaye ku çavê xwe li van nelirêtî û paşvexistina guhatinê bigire. Lewma jî daket kolanan û daxwazên xwe bi dengê bilind îfade kir, hem dayîna meaş, hem jîguhartinên bingehîn di sistema desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê de, lê li cihê ku gav ji bo guhartinê werin avêtin di gavekê de ku nedihat hêvî kirin, wezîrê hundir ê PDK´yî, Kerîm Şengalî bêyî ku rewabûna wî hebe ji wezîrên Tevgera Gorran got, "neyên ser kar û herin mal", yekser piştî wî jî alîkarê Serokê Parlemanê Cafer Îminkî ji Dr.Yusuf Mihemed, serokê Perlemanê re got, "Vegerê cihê xwe li Silêmanî û cihê we li Hewlêrê nîne". PDK bi bahaneya ku Tevgera Gorran ewlekarîya Herêmê dixe tehlûkeyê van dike. Di heman demê de hemû ekîba nûçegihanên NRT û KNN, ku hin ji wan jî ji Hewlêrê ne, hatin girtin û piştî çend seat girtinê, nîvê şevê ew anîn xala kontrolê ya Dêgele ya ku di navbera Hewlêr-Silêmanî de ku weke sînorê di navbera hegemonya navberê PDK-YNK´ê de tê nasîn û di şerê navxweyî de hatibû kişandin. Dêgele ji bo Kurdan li Başûrê Kurdistanê êş û birînên şerê navxweyî yê salên 90'î tênê bîra mirovî. 

Hêvî ew bû ku gavên hatin avêtin, ji ber zêhnîyeta navendperestî ya partiyên desthilatdar yên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî ya PDK´ê ne, nexwe li ku dera cihanê hatîye dîtin ku endamê mekteba siyasî ya partiyekê ji wezîrên partîyeke din an jî serokê Parlemanê re bibêjê" herin mal", ev zêhniyeta derba bi salan e ku ji bo gelê Kurd bûne sedema êş û windakirinê, timî ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve hatine pêkanîn, lê ji bo cara yekem e ku ji aliyê hêzeke siyasî ve li hemberî hêzên din yê siyasî tê pêkanîn.

Di dawiyê de kîjan partiyê çi kiriye yan nekiriye ne girîng e, ya girîng encam e. Encam ew e ku wan modeleke nû pêşkeşê civakê nekirin, aramî ji bo civakê neanîn, pêdiviyên herî asayî yên rojane ji bo civakê temîn nekirin, hîn jî jin û zarokên Kurdan di destê DAIŞ´ê de ne, hîn jî jin tên kuştin û mafê azadîya ramanê tê binpêkirin, bi hezaran ciwanên Kurd hîna jî koçber dibin, ji wan hemûyan tehlûketir jî hîna jî DAIŞ gefan li gel û axa Kurdistanê dixwe, weke ku ev ne bes bin, li parçeyekî Kurdistanê sinor tên xêzkirin. Ev şermezariyeke mezin e û wê dîrok van rojan binivîse. 

Ji her demê zêdetir pêkhatina bereyeke demokratîk ji bo guhertina bingehîn a Başûrê Kurdistanê pêwîst e, dem hatîye ew partiyên xwediyê îdaya gohartinê pêşengiya pêkanîna bereyeke fireh bikin yan jî rê bidin gel çareseriya xwe bibînê û bi gule û şidetê li pêşiya gel nebin asteng. Nexwe ev alozî wê zirarê bide her kesî. 

Xala ku mirov geşbîn dike ew e ku gel di asteke bilind ya zanebûn û hişyariyê de ye, lê hewcedariya wî bi xwe rêxistinkirinê heye. Ji bo demokratîkkirina herêmê gava herî bilez û pêwist xwe rêxistinkirina bi zêhnîyeteke demokratîk e. Ev tekane dermanê derdê Başûrê Kurdistanê ye. 

13.10.2015

Yeni Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Erzîncanê zora Qersê bir

ad

Dadgeha Bilind cezaya Kurşun betal kir

ad

Mêvanê 'Fûara Pirtûkan' ya Baskê Kurdistan e

ad

Bajar bi bajar bernameya Newrozê

ad

'Mustafa' jî ket ber lêpirsînê

ad

Ji Peywendê çend pirtûkên nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname