logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Çand, sembol û al

Afirîna çandê di cîgeh, merc û demên diyar de pêk tê. Ev berhem ango çand jî bi demê re û ji demê re, ji nifşan re tê ra

  • Dîrok: 22/12/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Sîdar Jîr

Afirîna çandê di cîgeh, merc û demên diyar de pêk tê. Ev berhem ango çand jî bi demê re û ji demê re, ji nifşan re tê ragihandin. Di afirandin û derketina holê ya çandê de, rêbazeke ji mîkroyê ber bi makroyê ve dertê holê. Bi gotineke dîtir berê çanda herêmkî, paşê ya neteweyî û herî dawîn jî çandeke gerdûnî dertê holê.

Di vê afirandina çandê de ku piştî demekê rê û dirbên jiyana civakî rasterast diyar dike de, gelek remz û sembol tên bikaranîn. Sembol bi demê re wekî amûreke ragihandinê derketibe holê jî, ji ber pêdiviyên madî û manewî yan jî bi armanca wate û derbirîna hişî hatine çêkirin.

Mirovan di nav demê de, gelek caran tiştên ku wekî sembol bi kar anîne di wateyê de taybet kirine û wateyên taybet lê bar kirine û bi îşaretên taybet ew derxistine pêş. Wan îşaretan ji xwe wêdetir tiştek anîne zimên.

Di meseleya aîdiyetê de jî bi vê şêweyê çêbûye. Di civakbûnê de ku bi hesta jiyaneke hevpar de jî îşaret hatine bikaranîn û bi demê re ev bûne wekî sembolan. Ji demên gelekî kevin heta niha, sembola ku herî zêde û di nav hemû kom, civak û neteweyan de hatiye bikaranîn, al e. Ala her komê, her civakê û her neteweyê bi awayekî şênber xuyaye.

Al bi xwe jî semboleke di nav çanda mirovahiyê de ye. Bûye semboleke wisa ku di nav çanda kom, civak û neteweyan de yek ji wan sembolên herî giranbuha ye. Di asta herî jor de hatiye hildan. Ber bi asîmanan ve cih dane alê. Ev jî nirxa wê ya ji bo civak û neteweyan nîşan dide. Kesayeta hemû civakekê wekî puxteyî di ala wê civakê de hatiye civandin. Ji ber wê hindê ye ku girîngiya alê ya ji bo civak û neteweyan nayê nîqaşkirin.

Ji ber ku civak  û netewe sembolên xwe wekî bermayiyên xwe yên çandî/dîrokî dibînin û wisa nîşan didin, gelek caran di ser wan sembolan re rê li ber helwest û tevgerên fanatîzmê vedike. Her çiqas ev helwest û tevger bi armanca ango bi helwesta parastina sembolên civakî û neteweyî be jî, bêhtir zirarê dide sembolên “pîroz.” Wekî gelek tiştên din, sembolên çandî, civakî, siyasî û hwd ku ji asta xwe ya berz dakeve astên jêrîn, bêguman e ku di tebaqeyên civakê de bi awayekî ji awayan ji nirxê wê sembola giranbuha jî tê kurisandin.

Lewma jî sembolên ku wisa di jiyana civakan de xwedî nirxên girîng in divê li gorî wê girîngiyê werin bikaranîn.

Ala civak û neteweyan ku sembola herî sereke ye, giyanê neteweyan e, divê di asta herî jorîn de were parastin. Al ku sembola welatekî ye, wê demê divê welatî wekî nirxekî axa xwe, welatê xwe û çanda xwe lê xwedî derbikevin. Heger di bikaranîna wan sembolan de parek ji civakê bi awayekî şîrove bike û pareke din jî bi awayekî dîtir şîrove bike, wê demê nîqaş û kiryarên derbarê sembolbûna alê de jî dê were nîqaşkirin. Ji ber wê hindê, ala ku sembola jiyaneke hevpar a civak û axekê ye, wê demê divê di asta herî jor de wekî xwezayî were parastin.

Girîngtirîn xala ku divê civak hay jê hebe parastina nirxî ya wan sembolan e. Ji ber ku ew sembolên çandî aîdî hemû civakê ne, parastin jî li hemû civakê dikeve. Lewma jî divê hemû endamên civakê rê nedin ku bi sembolên wan ên çandî/dîrokî/siyasî were lîstin û asta wan a nirxî were daxistin.

Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lêkolîner Adil Gur: BDP bi 28-32 serbixweyan tê

ad

Meaşê herî zêde û herî kêm li Herêma Kurdistanê çiqas e?

ad

Li Başûr û Rojavayê Sûriyeyê 20 klûb hatine avakirin

ad

Atîk bû teknîk dîrektorê Amed Sporê

ad

Di roja yekemîn a Raperîna Sivîl de notên rojekê

ad

19.45: Blokê li van bajaran 32 mebûs derxistin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname