Diyarname
Li Tirkiyeyê tam 90 partî hene. Ji van tenê 16 partî karîne bikevin hilbijartinê, yanê taybetiyên ketina hilbijartinê bi dest xistine. Lê yên din çima hene ne diyar e. Ji van jî tenê 4 heb karîne bikevin meclisê. Bi kurtahî ev 90 partî ne bes bûn yeka din hate vekirin û navê wê jî "Osmanli Partisi" (Partiya Osmanî).
Serokê Partiyê Îbrahîm Unye ye, ew dibêje di kurtedemê de hedefa wan ew e teşkîlatên xwe çêbikin û bikaribin beşdarî hilbijartinan bibin. Unye wisa dibêje: "Tu tiştek dê ne wekî berê be, emê ji bo her tiştî sazîbûnê bînin. Tu kes dê nikaribe li ser axa Mislimanan hespê xwe serbest bajo."
Bi Partiya Osmanî re hejmara partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê yên fermî derket 91'ê. Xala balkêş jî piştî sala 2000'î 83 partî hatine avakirin ji van 44'ê wê piştî salên 2010'an. Li gor zagona partiyên siyayî ya li Tirkiyeyê 30 hemwelatiyên Tirkiyeyê bên cem hev dikarin partiya siyasî ava bikin lê ji bo beşdarî hilbijartinê bibin divê li 41 bajaran û ji sisêyan yekê navçeyên van bajaran rêxistina wan hebe. Ji bilî vê xalek din jî divê 6 meh berî hilbijartinê kongreya xwe ya navendî çêkiribe.


