HALÎT ERMÎŞ / ANF / SILÊMANIYE
Siyasetmedarê ji başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncwênî da xuyakirin ku krîza li başûrê Kurdistanê ji ber şerê desthilatdariyê û serdestiya li ser çavkaniyên hatineyan rû daye.
Pêncwênî da zanîn ku bi nêzîkatiyên vê gavê ve zehmet e krîza heyî bê çareserkirin û got: “Hemû partî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Lê di nava wan partiyan de nakokî hene û car carna dewletên Tirk û Îranê wan nakokiyan tev didin.”
‘Sedem krîza îdeolojîk nîn e’
Pêncwênî diyar kir, nabe ku sedemên krîzê bi nakokiyên îdeolojîk bên vegotin û got, “Nakokî bi giranî di navbera PDK û YNK’ê de hene. Berê jî rewş bi heman rengî bû. Hin ji pirsgirêkên îro yên li nava YNK’ê rû didin jî ji ber vê yekê ne. Gelekî zehmet e ku mirov krîza li Başûr ji bilî vê rastiyê bi tiştekî din vebêje. Di navbera van partiyan de nakokî û şerekî îdeolojîk nîn e. Ji ber ku ji hev zêde ne cuda ne.”
‘Tirkiye û Îran nakokiyan tevdidin’
Siyasetmedar Pêncwênî bal kişand ser bandora dewletên Tirk û Îranê ya li ser rûdana krîzê û ev tespît kir: “Dewletên Tirkiye û Îranê car caran van nakokiyan tev didin, sor dikin. Tirkiye hewl dide bi rêya PDK’ê, Îran jî bi rêya YNK’ê li herêma Kurdistanê serwer bin. Ev hevrikiya navbera wan, li başûrê Kurdistanê jî krîzên bi vî rengî derdixe. Ji ber ku ew dixwazin rewş bi vî rengî dewam bike, ev krîz ji holê ranabe.”
‘Perspektîfa çaraseriyê ya partiyan nîn e’
Mihemed Emîn Pêncwênî anî ziman, partiyên din ên li nava hikumetê jî ji aliyê çareseriyê ve hêz û perspektîfa xwe nîn in û got: “Mînak; Tevgera Goran nikare bibe hêzeke bingehîn a veguherînê. Perspektîfeke xwe ya bi vî rengî nîn e. Dema nû ava bû, di nava jin û ciwanan de hêviyek bi vî rengî afirand, lê belê ji ber ku vîzyona xwe nikarîbû vê hêviyê pêk bîne, nekir. Ne bawerim ji niha û pê ve jî bi cih bîne. Komên Îslamî eger li hev bicivin dikarin hinekî bandorê bikin. Lê belê eger ev kom jî li hev bicivin wê hin nakokiyên îdeolojîk di navbera wan de derkeve û ne diyar e ku çiqasî bandorê li rakirina krîzê bikin.”
Pêncwênî daxuyaniyên 4 partiyan ku PDK di nava wan de nîn e û ragihandin ku ew ê piştî cejnê li hev bicivin nirxand û got, civînên bi vî rengî gelekî hatin kirin, çareserî ji wan nehatin û ne min bawer e ku ji niha û pê ve jî çareseriyê bafirînin.


