logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Şêrezan û dema komediya jixweber jidayik dibe

Şêrezan, yan Şêrezanê Amûdê wekî ku nasnameya xwe ji xelkê standî ciwanke ji bajarê Amûdê ye û wekî komîdyenekî navdar t

  • Dîrok: 30/07/2009
  • Beş: Serbest

Ciwan Nebî

Şêrezan, yan Şêrezanê Amûdê wekî ku nasnameya xwe ji xelkê standî ciwanke ji bajarê Amûdê ye û wekî komîdyenekî navdar tê nas kirin, nemaze di nav xwendevanên kurd de li Zanîngehên Sûriyayê. Lê navdariya Şêrezan sînorên zanîngehan derbas dike qena di civakên kurdî jî belav bibe wekî komedyenekî jixweber.
Şêrezan ji hemî helbestvan, hunermend û şanogeran di nav xwendevanên kurd de navdartir e. Ev navdariya ku ne xweziya Şêrezan bû, nemaze ku dîmenên ku Şêrezan ew çêdikirin tu armanc li paş wan nebûn ji pêvî ku ew û hevalên xwe demekê bi demkêşî û ken derbas bikin.
Şêrezan radihişt telefonê û li nimreyeke ne bijartî dixist, bi xwedanê wê re dipeyivî, henek dikirin bi canê xwe yê sivik, tiştin digotin wî bi xwe jî nizanî bû ew çi ne, ne jî tu mebest ji wan hebû, lê wan tiştan kenê yê li ser telefonê dianî. Wiha jî kenê hevalên Şêrezan yên li derdora wî roniştî ku radihiştin mobayilên xwe û axaftina Şêrezan rîkorder (qeyd) dikirin.
Şêrezan telefonî hunermendan dike, helbestavanan_ nizanim çi bela xwe firotiye helbestvanan_ û komediyeke zindî û jixweber bi axaftina xwe û wan diaferîne, bi hevalên xwe re fîlmên kin çêdike, hevpeyvînan û bi vîdyoya mobayilan wêne dikin, û carnan stranan jî. Di fîlman yan di hevpeyvînan de wê Şêrezan wekî mînakekî rola helbestvanekî kurd bibe û li ser helbesta kurdî bipeyive û ji nişke ve wê ew vîdyo belav bibe û gotinên wî bibin mînak. Tiştê balkêş li cem  Şêrezan zimanê wî ye. Zimanê wî yê taybet bi wî ku tu kes tiştekî ji wî fam nake, ne jî Şêrezan, lê ew ziman kenê mirov tîne û rewşeke bedew ji komedyayê diaferîne, wisajî di axaftina xwe de tu yê Şêrezan bibînî ku ji bakur diçe başûr û tiştên qet têkiliya wan bi hev ve tune dibêje.
Tiştên ku tenê kenê mirov tînin, nêzîkî rewşa me ne, civaka me, partiyên me û rewşa çandeya me bi taybetî, lewra her kes bi bedewiya Şêrezan hest dibe, bi tevî ku gelek rexneyan jî li wî dikin çimkî tabo li cem Şêrezan tune ne, ne jî xêzên sor, hînde ew rexneyê di komediya xwe de li her tiştî dike, li her kesî û wekî mînakekî ji karên Şêrezan dikarim dosya kovara Hecelname bînim ziman. Hejmara taybet bi nivîskar Selîm Berekat ku berî çend mehan derket. Ew hejmar gelekî hate rexne kirin çimkî kesên ku di wê de beşdar ne babetî bûn, lewra gelek gotar li ser wê hejmarê hatin nivîsandin, lê hewldana Şêrezan ji ya tevan bedewtir bû, hînde wî dosyayek dengî bi navê dosya dengî ya kovara Hecelname derxist û di mobayilan de belav bû. Di wê de Şêrezan rola rexnevanekî biribû û kesekî hevpeyvînek li ser wê hijmarê bi Şêrezan re dikir, di wê de û bi awayekî komîdî li ser rewşa çand kurdî dipeyivîn, li ser nivîskaran, lê di dawiyê de gelek babetî jî di axaftina Şêrezan de heb. Encam  û armancek jî ku pênûsê nivîskaran ew negihandin me. Lê wekî pirsekê ez dixwazim bikim gelo çima Şêrezan ji dil di komedyaya kurdî de kar nake? Ev pirs min li Şamê ji Şêrezan kir û wî bersiv da min ku ew niha hewl dide wisa bike, nemaze ku hinekan xwe da ye ber wî ji hêla montac û mikiyacê ve, lewra ez gelekî kêfxweş bûm çimkî Şêrezan afirînerekî di warê komedyayê de û heya ji me were em ê hewl bidin ku wî ji armancekê re bikar bînin. Ev erk ya me teva ye, lê bi taybetî ew ya dezgehên kurdî ye ku gereke hêzeke wekî ya Şêrezan winda nekin wekî ku gelek afirênerên xwe winda kirin, nemaze ku em rewşa kurdî û pêwariya komediyayê ji wê li bîra xwe bînîn û Şêrezan dikare bingehên komediyeyeke kurdî damezirîne.
Komediyeyeke ku di destpêke de hest dibî ku tişteke di wê de tune, yan bi dînbûna xudanê wê, lê dema tu biramî tu yê bibînî ku ew tev armanc û hêvî ye, nemaze di rewşa me ya kurdî de ku jiyana me tev bûye komedî, lê komediyeyeke giriyê me tîne û ev e tiştê ku Şêrezan dike, ew radihêje rewşeke kurdî û li ser wê dipeyive, tiştê ku tê ser zimanê wî dibêje û bêyî ku birame wekî suriyalizmekî, û mirov xwe nabîne ku ew dikene û wêne di bala wî de diçin û tên, bi wan hest dibe, bi rewşa xwe ku Şêrezan hewl dide wan bi zimanê xwe yê taybet bigihîne, bi lebt û livên xwe yên ku ne wekî yên tu kesî ne, lewra ew dubare nabin û ev e afirênerî, ma afirênerî dubare dibe?!

Şêrezan dikare komîdiyayeke pirofêşênal çêbike û bi wê gelek nerîn û dîtinan bigihîne, bi wê rewş û şermezariyan tazî bike, kenê me bîne û çendî em pêdiviyên ken in, lê gereke Şêrezan sînoran ji xwe re deyne û gelekî nêzîkî taybetmendiyên xelkê nebe, wisa jî ramanên wa yên oldariyê, û gereke li ser dezgehên kurdî ku hêzeke wekî Şêrezan ji dest xwe nebin, alîkariya wê bikin çimkî ew dikare tiştên gelekî xweşik çêbike, nemaze ku niha bêhtirî 15 TV'yên kurdî yên asîmanî hatin vekirin û rewş bêhtir ji her demê amadeye ku em guh bidin afirêner û hêzên xwe, wisa jî em bêhtir ji her demê pêdiviyê wan e.

ciwannebi@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Adele mora xwe li Grammy da

ad

Ji Qersê heta Stockholmê Rohat Alakom

ad

WHO: Ya herî xirab hê nehatiye

ad

Di navbera şerê Şiî û Suniyan de Kurdên Rojava

ad

Wêje di nava ola yarsanan de

ad

Fermo hûn jî beşdarî 'Tirşik'ê bibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname