Asli Aydintaşbaş*
Bi rojan e li hemberî xuyanga bi berf, li ber maseya xebata xwe, geh hevdîtinên sîstema serokatiyê ya li Meclisê, geh pêvajoya dengdayîna li Kongre’yê ya kabîneya nû a Serokê DYA’yê temaşe dikim. Bi halê riheke dilnerihet ve.
Gelek dîroknas, dibêjin heyama em tê de dijîn pir dişibe “dînamîkên berî Şerê Cîhanê yê Yekem. Wekî belgesela dîrokî ya ku bi giranî tê kişandin, ez jî dema Tirkiyeyê û DYA’yê dişopînim, hewl didim ku serê meseleya heyama li pêş me bi dest bixim.
Em dê ber bi ku ve herin kifş e; Koalîsyona ku ji îslamparêz û netewparêzên li TBMM’ê (Meclisa Mezin a Tirkiyeyê) hatiye damezrandin, heyama li pêş me bi çi buhayî dibe bila bibe, dê bixwaze dirûv/şikil bide Tirkiyeyê. Maneya vê em hemû dizanin.
Ê baş e, dê dinya bikaribe vê hilbigire? Rastgiriya li Ewropayê bilind dibe û heyama Trump ya li DYA’yê, dê pêvajoya kîpbûna ber bi hundirîn ya li Tirkiyeyê hêj gurtir/bileztir bike, zorê bidiyê?
Esas, di wateyekê de pêvajoya pesendê a Kongreya li DYA’yê û hevpeyvînên serokatiyê yên li Tirkiyeyê tam bûyerên li berevajî hev in.
Li ba me, ji ber ku pergaleke hevsengî û kontrola wê tune ye, pêvajoyeke parlementoyê ya pir dilbikeser tê jiyîn.
Lê di pêvajoyeke serokatiya rastîn de û bi rêvebirineke parlementoya hêzdar a li DYA’yê de, hêz û rayeyên Serok girêdayî venêrana Kongreyê ne. Ji ber vê yekê hemû wezîrên ku Donald Trump dixwaze wan tayînê Desteya Wezîran bike, li hember komîteyên li Kongreyê, bi saetan dikevin rêzê û xwêdanê dirijînin.
Ji ber ku mebûs ne bi saya serokên partiyê lê bi saya hilbijêr û delegeyan li wir in, mineta wan ji kesî tune ye. Dilê wan bi yên li hemberî wan naşewite. Pirsên cidî û bi rastî jî zor ji wezîrên berendam dipirsin
Di rêz û hurmetê de qisûr tune ye lê di hêla naverokê de nîqaşên cidî tê jiyîn. “Derheqê binpêkirinên mafê mirovan ên li filan herêmê hûn ê çi bikin?”, “Hûn ji bo bilêvkirinên filankesê ku derheqê gelşa giravên Behra Başûr a Çînê de çi dibêjin?”, “Hûn ê destekirina filan bernameya alîkariyê berdewam bikin?”
Li DYA’yê raye di destê Kongreyê de ye. Ew budçeyê kontrol dikin. Ji ber vê yekê berendamên wezaretê tenê ne ji bo pesendgirtinê, heta dema li ser karê xwe bin dê bi têkûzî mecbûr bin herin û hesab bidin Kongreyê. (Lê di pergala ku tê xwestin li Tirkiyeyê were sazkirin de hesabdayîn û mekanîzmaya hevkêşe-frên a di rejîmên demokratîk de heye, tune ye.) Kesê hatîhilbijartin, bi gorî hişê xwe bêyî daraz û venêrana meclisê hebe, dê bikaribe birêvebirinê pêkbîne. (Derheqê vê yekê de hûn dikarin nivîsa parêzer Ece Guner Toprak a ku bi grafîkan bi awayeke zelal rewş vegotiye û di medyaya civakî de weşandiye, bixwînin.)
Ê baş e, di pêvajoya pesendkirina Kongreya li DYA’yê de çi hate jiyîn? Bi halek xwezayî min pêvajoyên pesend û pirsyariyê yên Wezîrê Karê Derve Rex Tillerson û Wezîrê Berevaniyê James Matttis şopandin. Divê ez li xwe mikur werim ku, her du berendamên wezaretê jî întîbayeke ji Serokê DYA’yê yê dahatûyê kûrtir û cidîtir bi min ve hîşt.
Tillersonê ku wekî CEO’yê Exxon Mobilê yê kevn, kifş bû ku pir baş amadehiya xwe -ji bo vê pêvajoya 2 rojan berdewam kir û pirsên sext hate pirsîn- kiribû. Bi kurtasî encamên min ji du wezîran wergirt:
• Di mijara Rusyayê de divê ji rêveberiya nû, tevgerîna pir nerm neyê hêvîkirin. Li hemberî êrîşên Rusyayê yên sîber û destavêtina siyasetê ya li Ewropayê wê bergirî werin girtin.
• Ez bawer nakim ku NATO girîngiya xwe winda bike. Her du wezîran jî gotin ku rêveberiya Obama navbera xwe û mutefîkan xira kiriye û divê ev rewş were sererastkirin û ew xwedî li NATO’yê derketin.
• Bi awayeke zelal pêwîstiya sererastkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re eşkere kirin. Lê neketin hûrgiliyan. (Tillerson îfadeya “divê em bi Erdogan re ji nû ve têkiliyan saz bikin” bikar anî.)
• Lê berendamê wezareta derve bi heman zelaliyê kurdên Suriyeyê wekî “ji mutefîkên me yên herî nêzîk” bi nav kir û derheqê vê yekê de got, “divê em taahûdên xwe nû bikin” û sînyala ji bo operasyona Reqayê berdewamkirina hevkariya bi YPG’ê re, da.
• Ev, di heyama Trump de, ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye-DYA’yê de dê çawa bimeşin, têra xwe delîlan dide. Ya ku nayê zanîn, dê Tirkiye ber bi ku ve here…
* Ji Rojnameya Cumhuriyetê hatiye girtin
Wergera ji bo kurdî: Mahmut Ozçelîk


