FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Beden mir, deng jî dimire, stranbêjê stranên popilîst bi demê re di nava rûpelên jibîrkirî de dimîne, Lê xebatkar û hunermendên berhemên dîrokî her û her di bîr û dîroka gel û neteweyan de dijîn. Cewad Merwanî ji wan hunermend û afrîneran yek e.
Tê zanîn ku li Rojhilata Navîn di warê huner û kelepora gel de Kurd gelek dewlemend û afirîner in. Êdî tê zanîn ku muzîka arabesk jî bi aliyê hunermendên nijadkurd ên li qesra Abasiyan mûzîk çêdikirin ve hatiye afirandin, lê ji ereban re bûye mal. Bi taybetî jî dagirkerên tirk bi destên dengbejên nijadkurd ên ku bi şanenavên „güzelses, sesîguzel, hazînses, tatlises û yên din“ hatibûn binavkirin, piraniya melodiyên stranên kurdî kirine xizmeta zimanê tirkî. Bi berhemên niviskî jî hewldane ku van berheman wek berhemên gelê tirk bi cihanê bidin pejirandin. Rêzdar Cewad bi berhema xwe ya yekem ev rastiya li ber çavan raxist û ew hewldanên dagirkerên tirk vala derxist.
Cevat Merwanî bi vê berhema xwe ya bi navê "Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîvanê" ku di mêjîyên gelê me de bîr û hestê netewî zindî girt, nehîşt ew kelepora giyana bav û kalan di nava lepên dizên çandan de têk biçe, bi nota û rîtmên zanistî hem xist xizmeta gel û hem jî gihand radeya abîdeyeke bêmirinî.
Berhem bi naverokeke ji du rûpel û nîvan pêk tê dest pê dike. Naverok ne li gor stranan, li gor stranbêjen hatiye amadekirin. Navên hemû stranbêj, dengbêj û hozanên ku di Radyoya Erîvanê de strane, tê de hene. Stranên hunermendan di bin serenavên wan de hatine rêzkirin.
Her stran bi solfejeke pisporî û zelel, notayên bê kêmasî hatine amadekirin. Li gel wê sêlik jî hatiye tomarkirin bi bergê hundir yê paşiyê ve kiriye. Mirov hem dikane ji notayê fêrê stranan bibe û hem jî ji sêlikan dengê orjîn bibîhîse.
Pêşgotin bi vê hevoka bi raz destpêdike: "Arşîv ango bîr mejiyê civakan e!" Li ba me kurdan ev ne tenê tespîtek e, birîneke gelek kûr e. Li aliyekê li ba me kevneşopiyeke civakê ya arşîvkirinê tune, li aliyê din arşîvên kesî jî bi destê dagirkeran hatine sotin û talankirin. Mînak: Dema Osmanî li ser mala mîrê Bedlîsê re digire, arşîv û pirtûkên mîr li heft deveyan bar dikin û dibin. Ev arşîva Radyoya Erîvanê ji bo muzîka kurdî xezîneya herî payeberz û bi nirx e. Rêzdar Cewad jî ev bi vê berhemê gihandiye bêmiriniyê.
Rojnameger û ramanwer Ferda Çetîn jî di bin serenavê "Kilamên dilê me" de nirxandineke hêja tevê vê ked û kelapûra gelê me kiriye. Li ser giringiya dengbêjiyê ya di dîroka gelê kurd de wiha dinivîse: "Çanda dengbêjiyê tenê xebateke muzîkê nîn e, jê wêdetir rastiya hişmendiya dîrokî û veguheziya dîrokî ye."
Ji Akademiya Cegerxwîn koma xebatê Weysî Varli, Serwet Denîz, Şîyar Ayaz jî nirxandineke li ser xebata nota, rîtmên bemol û sererastikirinan di destpêka berhemê de pêşkêş kirine.
Cewad Mervanî di dawiya van pêşgotinan de di bin navê "Spasî" de behsa her kesên ku keda wan di vê berhemê û arşîvkirina van berheman da heye dike. Her wisa behsa dîrok û dijwariyên vê xebatê jî dike. Bê guman wê nivşên li pey me jî ji ber vê keda herî bi nirx ya Cewad wî û vê berhemê her û her di bîr û arşîva gel de bigihîjînin bêmiriniyê.
Weşanxaneya Aram hem di warê siyasî, civakî û hem jî di warê çandî û muzîkê de berhemên gelek hêja pêşkêşî gelê me kiriye. Ji ber vê egerê jî bê navber rastê êrişên dagirkeran hatiye. Dagirkeran dem bi dem dest danîne ser berhemên Aramê tomar kiriye. Lê Aramê her û her di warê weşangeriyê de karê xwe domandiye. Ji ber vê berhema hêja jî em ji Aramê re sipas dikin.
Nasnameya Berhemê
Navê berhemê: Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîvanê
Amadekarê berhemê: Cewad Merwanî
Berg: Li ser zemînê keskekê tarî rojê di nava dareke kulîlk pelqijandiye û toza kulîlka diweşîne vedaye. Ev berg bi aliyê Newal Bulut ve hatiye sêwirandin û Sînan Hezer ve hatiye amadekirin.
Weşanxane û sal: Aram - Tebax 2016
Berhem bi giştî 951 rûpel e.
balani51@gmxl.de
25.01.2017, Yenî Ozgur Polîtîka


