logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Eine Turkisch Pizza bitte!

  • Dîrok: 08/02/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

We şaş nebihîst; tu alman peyva “lahmacûn / nangoşt” yan jî “patîle” nizane. Tev de dibêjin: “Ji kerema xwe re pîzayeke Tirkan bide!“  Berê ku ez werim ser çîroka “lahmacun û Turkische Pizza” dixwazim ku em bi hev re derkevin û hinek li xwaringeh yan jî îmbîs û restorantan bigerin.

Hema bigire piraniya çêştgehên gero (îmbîsên giro(s) / döner) û restorantên li bajarên Almanyayê di destên kurdan de ne. Piran navên kurdî li çêştgehên gero (doner imbis) kirine. Ango dema mirov ji kolanê ve lê dinêre; dibîne ku li ser serderên wan navên wek: Dîlan, Zozan, Azadî, Serhed, Amed, Mîdyad, (oz)Urfa, Gimgim, îsot, Serkeftin û îmbîs yan jî restorant nivîsîne. Lê li hundir?.. Qet nepirsin!...

Çend caran hat serê min, lê ez ê tenê behsa îmbîskê bikim. Li der navê Kurdî Z... imbis - Restaurant bi rengên kesk, sor û zer nivîsîne. Ji ber ku reng jî rengê kurdan bû, ez bi kêfxweşî ketim hundir. Li hundir bi carê ve rastê cihan û rêbayeke din hatim. Muzîka tirkî ne şaş bim Ferdî Tayfur dabûn ser. Yê li pişt pêşxanê bi bişirîneke çêkirî bi tirkiyeke qaşo nazikirî yan jî qirpandî got: “Buyrun Abê!“ Min bi almanî bersiva wî de: “Ich bin kein Abê!“ Camêr hinek sor û morê hev bû û bi awirekî gumandagirtî li min nêrî û pirsî: “Abê turk degilmisiniz?” Min bi rûyeke tirş lê nêrî û got: “Was haben sie gesagt?” Hişê camêr tevlihev bû. Min li lîsteya xwerinên wan nêrî: Îzmir Kofte, Menemen, Adana, Îstanbûl izgara, Turkische Pizza... Ez di wir de sekinîm û min bi qestî bi almanî pirsî: “Ev ‘Turkische Pizza’ çi ye?“ Camêr lehmacûn rakir, nîşanê min da û got: ‘Ev e.’

Min dest bi kurdî kir û got: “Va mîrata li welêt ‘nangoşt û lahm bi ecin’ bû, li Stenbolê bû ‘lahmacun’ ev ziqûm ji kengê ve bûye ‘Turkîsche Pizza?’ Camêr matmayî li min nêrî, bersiva min neda. Min gotina xwe domand: “Min ji kolanê ve li dikana we nêrî, dît ku nav û reng kurdî ye, min jî xwest ez bi guhdarîkirina muzîka kurdî xwarineke kurdî bixwim. Lê tişteke din derket pêş min. Ya baş ew e, ez herim, li restoranteke kurdî bigerim!“

Camêr hema bi kurdî ez bersivandim: “Keko em jî kurd in, ev der cihê kar e! Lema me jî wisa kiriye!“ Min pirseke din lê werkir: “Tirk tên di vê restoranta we de nan dixwin?“ Serê xwe kir ber xwe û got: “Na, ew diçin restorantên tirkan!"  Min bi hêrs lê vegerand: “Wê çaxê ev xwarinên nav tirkî, muzîka tirkî, ev pêşwazîkirina bi tirkî ji bo kê ye?“ Deng hat birîn, sor û morê hev bû. 

Min ji wî re got: “Nav û rengê we ji derve ve bi kurdî lê hundirê we tirkî ye. Ez ji mirovên der û hundirê wan ne yek bin, hez nakim û nanê wan naxwim. Ya baş ew e, ez biçim restoranteke tirkan, qet nebe, der û hundirê wan yek e. Ez dizanim, ez çûme ku û li ku me!“

Her gel navê xwe li restorant û îmbîsên xwe dikin û hundirê wan kargehan jî bi reng, ziman û ananeyên welatên xwe dixemilinin. Tenê kurd navên kurdî li restorantên xwe dikin, lê hundir tirkî ye. Di salên nodî de li Berlînê kurdekî Rojhilat bi navê “Kurdistan” restorantek vekiribû. Her tiştê wê bi kurdî bû. Ew restorant her saetê tijî bû. Lew re almanan digot: “Em carê jî li ba kurdan nan bixwin, ka xwarinên wan çawa ne!“ Lê îmbîsên li kêlekên wê, nav kurdî hundir tirkî vik û vala bûn.

Niha em werin mijara lahmacûnan, lahmacûn xwarineke derdora Dîlok û Rihayê ye. Kurdan ew anîn Stenbolê. Lê ji ber qedexeyê nedikarîn navê kurdî “Nangoşt /patîle” bikarbînin, ji wê “Lehm bi ecina” erebî tirkîze kirin û kirin “lahmacûn”. Heta Î. Tatlises li ser vê fîlmekê jî çekiribû. Yên ev lahmacûn anî Almanyayê jî dîsa kurd bûn. Di salên nodî de navê wê lahmacûn bû. Lê bi carê ve li her derê navê wê bû “Turkîsche Pizza!“ Kî ev kir? Ev çawa bû? Nizanim. Lê baş tê zanîn ku gelek xwarin ne yên tirkan in, yên gelên Anatolyayê ne, mixabin ku li cihanê tev de wekî xwarinên tirkî tên nasandin û zanîn.

Hûn şalvar dizanin, heke di salên pêncî û şêstî de yekî ew li xwe bikira, sosyeta tirk pê henekê xwe dikir. Lê baş tê zanîn ku di wê germa havînê de lixwekirina herî bijûn e. Dama mirov bi rê ve diçe, navrana wê hewa dide nava şeqê mirovan, nahêle ku mirov bişeliqe. Hûn bawer bikin çawa lahmacûn li Almanyayê bû “Turkische Pîzza” eger tirkan ew şalvarê me baniya Almanyayê, dê almana bigota: “Turkische Hose mit Arschventilator!” (şalê tirkan ê bi baweşîna paşiyê)

Wekî encam: Birêzan yan navên kurdî li cihê kargehên xwe nekin, yan jî we lêkir jî, bila navê xwarinên we, muzîka we, dekorasyona we, pêşwazîkirina we jî bi kurdî be. Niha hûn ji çiyê xwe ditirsin? Baş tê zanîn ku dema restorantên tirkan hebin, tirk nayên di restorantên nav kurdî de nan naxwin. Alman jî bi vê rewşê dikenin û gelek caran ji me sebebên vê dipirsin. Dema we navên kurdî li zarokên xwe kir jî, bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, bila zarokên we jî nebin “Turkische Pizza”. Ango bila der û hundirê we yek be.

balani51@gmxl.de

08.022017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Piştî şer yekem hejmara Playboy derket

ad

Ocalan dikare li kîjan kanalan temaşe bike?

ad

Ji aliyê BDP'ê ve encamên hilbijartinê

ad

Saziyên ziman: Heta zimanê kurdî di Zagona Bingehîn de bê qebûlkirin emê têbikoşîn

ad

Ji Hevşaredarên Nisêbînê bang: Deng bidin Nisêbînê

ad

Şaredariya Colemêrgê dest bi xebata bi kurdî kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname