logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Kurdistana hov

  • Dîrok: 28/03/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

YEKO ARDİL

Gelo Karl May sax bûya û li rewşa Kurdistanê ya îro binêriya wê çi bigota û çi binivîsanda. Pir balkêş e ku babet û naveroka berhema wî jî seranser li herêma ku îro wekî Başûr tê binavkirin derbas dibe. Heta cihên sereke jî derdora Amêdiyê û Laleş in. May di wê demê de jî Êzîdî wekî mijara navendî di berhemê de girtiye dest. Êzîdî wê demê jî wekî gel û bawermendên dîtir yên mîna Keldanî û Nesturiyan bi êrîşên hovane û dirinde re rû bi rû ne. Lê di romanê de xetera herî ber bi çav dewleta Osmanî ye. Karl May berxwedana gelê Êzîdî ya li dijî wan jî bi terzeke serûvenî nivîsandiye. Ligel vê îşaret bi gelek aliyên Kurdistana hov daye. Hîn di wê çax û demê de gava romana xwe ya bi navê Kurdistana Hov nivîsand kurd di nav têkiliyên klan û eşîrî de bûn, zewaca pirjinî hebû û jin wekî hêmaneke bêqîmet di jiyanê de dihatin bikaranîn. 

Niha ji wê demê heta îro çi guherî ye û çiqas guherî ye? Kurd wê demê jî li herêmê di bin desthilatiya eşîran de wekî muxtariyet bi dewleta Osmanî ve girêdayî bûn ango di karê hundir de xwe bi xwe bi rê ve dibirin. Îro rewşeke pêşdetir li dar e, lê li aliyê din hovîtiya heyî ji serdema Karl May jî kevneperestir e. Rewşa jinê ya li Başûr bi tenê dikare bibe mijara bi dehan pirtûkan. Hejmara jinên tên kuştin û xwe dikujin nayê zanîn. Rêveberên ku bedlên medenî li ber xwe dikin û salê sêzdeh caran serdana Tirkiyeya ku dijminê bapîr û neviyê kurdan e, dikin. Di jiyana rastîn de ji wan bedlên medenî gelek dûr in. Ev rêveber ji eşîrên ereb jî kevneperestir û paşverûtir in. Hîna yek jineke rêveberên desthilatdarên herêma Bahdînan li pêş raya giştî nehatiye dîtin. Di jiyana wan de jin nîn in! Karl May ku dihê gotin tu carî serdana Kurdistanê û Rojhilata Navîn nekiriye çawa kariye hinde bi hostatî xuy, xislet û rewşa Kurdistanê binivîse? Û li aliyê din gava mirov dide ber hev di rewşa îro ya Başûr de kêm pêşketin hene. Wekî nimûne, li Bakur û ji Başûr di vê meha dawiyê de di serê me de, di kûrahiya bîra mêjiyê me de du dîmen man. Du dîmenên ku dê hîç ji bîra me neçin û her kêliya em têkevin xewa xefletê wê bibin sedema hişyarbûna me. Dîmena yekem, xortê bi navê Kemal Kurkut yê li pêş çavên cîhanê û bi eşkereyî hat qetilkirin e û ya duyem jî çavên rojnamegera kurd Nûjiyan Erhanê ne.

Di dîmena yekê de kujer polîsekî kolonyalîst e, dijmin e, wekî gotina bav û kalan: Neyar e û bêminet e! Li aliyê din karakterê dijmin yê ji hovan hovtir jî tê nasîn.

Dîmena duyem jî, sûreta ji avên zozanên bilind zelaltir û çavên ji cîhanê hêjatir ku bi destên xayîn tê qetilkirin hene. Di vê babetê de kujer cardin dijmin e, lê yên tetikê dikişînin bi kurdî diaxivin. Bi nemerdî tên, dixwazin di xafil de hêzên şoreşger û gelê Êzîdxanê dorpêç bikin. Lê daxwaza wan ya kirêt, mirazên wan yên qirêj pêknayê. Lewre li wir dilên ji pola jî zeximtir û çavên ji cîhanê jî hêjatir heyîn. 

Baş e, ev jina ciwan a bi navê Nûjiyan Erhan ya jiyana xwe diyariyê şoreşê kirî çima hinde bi zanebûnî kirin hedef? Em fîlm bi paş ve didin, vedigerin serdema destpêka dagirkirina Şengalê. Binêrin, jineke din a ciwan a rojnameger derket pêşberê me. Mîkrofon dirêjî hêzên revok dike û dipirse: Hûn bi ku ve diçin? Çima Şengalê naparêzin? Ji wê reva xayîn û bêbext bi tenê ew dîmen man. Lewre dijminahiyeke kûr û hovane di dilê berpirsên radestkirina Şengalê de mabû. Ew rojnameger ji destê wan filitîbû, lê tola kujende ya hov di dilê gelekan de mabû. Par li Duhokê rojnameger Wedat Husên Elî qetil kirin. Mîsoger wê rojek ev bêyomî ji ser xaka Kurdistanê rabe, lê çavên Nûjiyanê yên xwe ji Êzîdxan û mirovahiyê re fedakirî her li ser me bin.

28.03.2017, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Xebatên rojnamegerî terorîze dikin'

ad

Di 4 rojan de 165 hazar mêvan

ad

Meseleya Penaberan: Heyetek ji Parlemena Kurdistanê diçe Polonyayê

ad

Dest danîn ser ehliyetê Beckham

ad

'Xelata Akademiya Beethoven' didin Fazil Say

ad

Xelata Feqî Huseyîn Sagniç didin Kawa Nemir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname