Diyarname
Qeymeqamê Çataxa Wanê Haci Asim Akgul ku wekî kayyum şandin ser Şaredariya DBP'ê bêtehamuliya xwe ya li hemberî kurdan didomîne. Kayyum Akgul berê hesinên ser pirê Çaxê ku şaredarî bi rengên keskesorê rengandibû guhart, bi sor û sipî renk kir, niha jî dest avêt parka Tahir Elçî. Şaredariya DBP'ê li navçeyê parkek bi navê "Westaniya Parêzêr Tahir Elçî" çêkiribû, niha kayyum Akgul navê parkê guhart û navê cerdevanek ku di sala 2016'an de miribû li parkê kir.


