logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Têgîn, Têgih, Têgihiş yan Têgîş

Min carê li ser rêgezên afirandina peyvan nivîsîbû. Yanê hin rêgez û bingehên peyvçêkirinê jî hene û ev ne karê her kesa

  • Dîrok: 14/06/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Min carê li ser rêgezên afirandina peyvan nivîsîbû. Yanê hin rêgez û bingehên peyvçêkirinê jî hene û ev ne karê her kesan e. Yekê, yan jî koma haya xwe ji van tunebe, tenê bingehê ziman xira dikin. Divê ev baş bê têgihîştin: Her zimanî di xwe de pergaleke xwerû afirandiye. Dema mirov li gor wê pergalê li ziman nenêre û neafirîne, zimanên biyanî bingeh bigire, mirov pergala ziman xirav dike. Ziman tevlihev dike. Mînakek piçûk: Zimanê kurdî ji bo peyv û têgînên derê vîn û daxwaziya mirov, tiştên ji hêza xwezayî tê; paşgîneke "nc" afirandiye, wekî nimûne "qolinc, tivanc, renc, xinc..". Dema peyveke derê vê pergalê were çêkirin; mîna; "dozîn, ajo" vê pergalê xirav dike.

Em werin mijara xwe; hemû zimanan têgînên latînî wekî bingeh girtine, yan ew bê guhertin bikaranîne, yan jî li gor pergala zimanê xwe afirandine. Di latînî de ji bo tevahiyeke bi wate peyva "Terminus" tê bikaranî. Wateya wê ya bingehîn ev e; "xala sînor ya ku hatî destnîşankirin" Almanan ev terma taybet, ji peyva ku ji lêkera "begreifen" pêkhatî, çêkirine, ne ku paşgîna raderiyê avêtine û qurm girtine, ku wisa biba dê bigotana; "Begreif" ango ji peyva wê "Begriff" çêkirine. Ev ji taybetiya zimanê almanî tê.

Zimanê tirkî zimanekî çêkirî ye. Jiwê tirkan lêkera "kavramak" girtine, radêr "mak" bi tevahî neavêtine, tenê "ak" avêtine û jê re "Kavram" gotine. Hin kurdên me jî zimanê tirkî texlîtkirine û têgîhîn (têgîhîştin /têgîştin) girtina paşgîna radêrî "în" avêtine peyveke qirika mirovan parçe parçe dike afirandine û "têgih" gotine. Li gor vê hişmendiya tirkî mafê deverên ku lêkerên "têgîhîştin, têgîştin"ê bikartînin heye ku ew jî "têgîhîş" yan jî "têgîş" bikarbînin. Hadê ji we re tevlihevî. Yanê heke hin peyv, têgîn bi vê hişmendiya şaş were çêkirin ziman ji bin ve xirav dibe.

Me berê wê bikaranîna ku gewriya mirovan de difetise, li Ewropayê peyva "Têgîn" bikaranîbû. Ev peyv hem di warê pergal û hişmendiya zimanê kurdî de rast e, hem jî di warê estetikê de di cih de ye û qirika mirovan jî naêşîne.

Pergala ziman
Ji bo têgihîştinê em hinek pergala ziman vekin. Di kurdî de formên dublet yan jî kurt ên hin lêkeran hene, bi alîkariya van cûre cûre têgîn û peyv tên çêkirin.

Mînak:  têgîna "rojbûn" ji peyva "roj" û lêkera "bûyîn"ê pêktê. Ango di vir de forma kurt ya lêkera bûyînê "bûn" hatiye bikaranîn. Ev kom gelek in; sorbûn, sarbûn, derbûn, zerbûn, werbûn ... Têgîna "Pevçûn" jî li ser heman bingehî hatiye afirandin, ango "bi + hev (pev) + forma kurt ya lêkera "çûyîn" (çûn) encam;  bi + hev +çûn = pevçûn. Têkçûn, berçûn...

Mînaka rasterast bi mijara me re têkildar peyva herî kevn "Xwezgînî" ye; ev têgîn ji lêkera "xwastin" û "gihîştin"ê pêk hatiye. Forma kurt, yan jî dubleta gîhîştinê "gîn" hatiye bikaranîn, ango bi kurtî: Xwez + gîn + î (paşgîna peyv û rengdêriye) = Xwezginî.

"Hevgîn /hevgînî" yanê gîhîştina hev du, di nava hev de kelijîn. "Xwedê we hevgîne!" bi gotineke din ev jî ji daçeka "hev" û lêkera "gihîştinê" (gîn) pêktê. Peyva "xemgîn" jî li ser vê bingehî pêkhatiye. Ango peyva "xem" + forma kurt ya lêkera  gihîştinê (gîn) = Xemgîn, Ev peyvana jî li ser vê bingehî pêkhatine: Rengîn, lezgîn, bangîn, gurgîn, zengîn, fêrgîn....

Li gelek deverên Kurdistanê ev lêkera gihîştin/gîştin/ gihîn, tenê wekî forma kurtî tê bikaranîn. Wekî mînak dibêjin: "Hele vî çenteyî bigine (bigihîjîne) wî, bila bi xwe re bibe." dîsa gelek caran dibêjin: "Rica min ji te, vî xeberî (nûçeyî) bigîne wî."  Hevokek din; "Carê hûn wî bigînin ber destê min, ez ê hal bikim."

Li gor pergala ziman rastiya  "Term, Terminus" divê li gor têgihîştina kurdî bi forma kurt ya lêkera gihîştinê were çêkirin /afirandin. Me jî li Ewropayê li ser vê têgihîştinê ev peyv bikaranî. Ango "di + ê (paşgina tewangê) = "tê" + gîn (kurtbûna lêkera gihîştinê.) di + ê + gîn =Têgîn.

Çawa di mînakên jor de jî zelal e, di kurdî de mînakên vê pir in. Mirov nikane bi hişmendiya tirkî nêzîkê zimanê kurdî bibe, ku mirov bi wê hişmediyê nêzîk bibe, mirov pergala zimanê kurdî ji bin ve xirav dike. Di cihê rastiya ziman de tişteke din derdixe. Ziman dike zimanekî çêkirî.

Lê nizanim çawa bû, kê ev peyva li gor têgihîştina zimanê tirkî kire nava kurdî, ji gelek kesan wetrê têgîna rast ew e û wê bikartînin, lê hajî tunin ku pergala zimanê kurdî xirav dikin. Bi hêviya ji îro pê ve di cîhê "termînus" de tenê û tenê "Têgîn" were bikaranîn.
balani51@gmxl.de
14.06.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rayeya Barzanî 2 salên din jî dirêj kirin an na? (Hat nûkirin)

ad

Ebdî li ser heyeta ku here Şamê, alê, Kobanî, Minbicê û tiştên din axivî

ad

Serketiyên “Kurt û Kurmancî” diyar bûn

ad

Serdegirtina MED-DER'ê hat şermezarkirin

ad

Berhem Salihî banga hilbijartina pêşwext kir

ad

Cenazeya Birand hat veşartin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname