Diyarname
Nifûsa dinyayê li dor 6 mîlyariye û niha nifûsa Facebookê derket ser 2 mîlyarî... Ev yek di dinyayê de rekor e: Heta niha yekem car toreke civakî ew qas pir ji aliyê kesan ve tê şopandin.
Li dinyayê niha çend navnîşan hene ku di tora civakî de têne bikaranîn. Yek ji wan û ya herî zêde tê bikaranîn jî Facebook e. Avakarê Facebookê Mark Zuckerberg ragihand ku hejmara bikarhînerên Facebookê gihîşt 2 mîlyar kesî û got: "Li gor daneyê vê serê sibê hejmara malbata Facebookê bûye 2 mîlyar kes. Di warê hevgihandina dinyayê de em ber bi pêş ve diçin. Niha jî em bi hev re dinyayê bigihînin hev. Rûmetek e ku di vê rêwîtiyê de em bi hev re ne.
Facebook di sala 2004'an de li Zanîngeha Harvardê ji aliyê Zuckerberg û sê hevalên wî ve hat avakirin. Di sala 2012'yan de hejmara bikarhênerên Facebookê gihîştibû mîlyarek kesî. Niha jî hejmara 2 mîlyarî bi dest xist. Bi gotinek din ji her sê kesên li ser rûyê dinê dijîn kesek facebookê bikar tîne.


