Diyarname
Cih Stada Hewlêrê. Mijar mîtînga ji bo referandûmê ku 25'ê mehê dê li dar bikeve... Ne yek ne didu, ne deh ne sed, ne hezar ne deh hezar... Bi deh hezaran kes hatine ba hev li vê stadê û dengê "erê" bilind dikin. Di vê mîtînga dawî ya ji bo referandûmê de gel stad bi hêviyên xwe tije kir. Bi hêviya dê ev mîtîng rê li ber wan veke em vê dîmena ji hewa ve hatiye kişandin wekî Wêneyê Rojê pêşkêşî we dikin.


