Hevpeyvîn: Ferîd Demîrel
Hunermend Ayfer Duzdaş, demeke li ser muzîka kurdên elewî kar dike. Gund bi gund, bajar bi bajar digere û muzîkên kurdên elewî kom dike. Di encama vê xebata xwe de demeke berê albuma bi navê “Ji Xorasanê heta Çorûmê Newayên Kurdên Elewî” weşand.
Duzdaş berî niha dîsa di encama heman xebatê de albuma "Leylan" û albuma "Zêmarên Koçgiriyê" derxistibû.
Di albuma wê ya herî dawî de ji Xorasanê heta Çorûmê stranên kurdên elewî hene. Düzdaşê ji bo Bîanetê behsa vê albuma xwe û xebatên xwe kir.
Te çawa dest bi vê xebatê kir? Kengî te biryar girt ku tu dest bi vê xebatê bikî?
Ez ji sala 2003 û vir ve karê berhevkirinê dikim. Dema ku min nû dest bi vî karî kir, min nizanîbû ku di dahatuyê de çi xebatan di vî warî de bikim. Tenê xwestekek min hebû, ew jî ez gund bi gund bigerim û çi hebe ez kom bikim. Bi vî awayî ez çûm gundan. Ez li gelek bajaran geriyam. Ew tiştên ku min li wan deran kom kirin bûn arşîvek.
Di dema ku ez nediçûm qadê de, min ew arşîv tehlîl dikirin. Di encamê de min ji xwe re repertûarek derxist û min dest bi albuma Leylanê kir. Ev xebateke giştî bû. Newayên Kurdên ji Îranê, Iraqê, Sûriyeyê û yên li bajarên kurdan ên Tirkiyeyê tê de hebûn.
Piştî ku min di 2008'an de albuma Leylanê derxist, min çarçoveya xebata xwe tengtir kir. Ez êdî tenê diçûm ciyên ku bi taybetî kurdên elewî lê dijiyan. Ez li Semsûrê geriyam, li Mereş, Meletiyê, Dêrsîm, Erzerom Xinis, Gimgim û cihên din ku kurdên elewî lê dijîn. Min li wir stran tomar kirin. Di encama vê de jî di sala 2012'yan de albuma "Zêmarên Koçgiriyê" amade kir. CD'yek û pirtûkek bû ku zêmarên li malên şînê û li ser goristanan tê de hebûn.
Ev albuma nû jî dîsa ji berhevkirinên min derket holê. Album ji hêla Kom Muzîkê ve hat amadekirin.
Albuma Zêmarên Koçgiriyê wekî xebateke arşîvê hatibû weşandin. Lê di ya ji Xorasanê heta Çorûmê Newayên Kurdên Elewî di encama aranjekirinê de derketiye holê. Sedema vê tercîhê çi bû?
Aranjeya albuma Leylanê hevalê min muzîkjen Mustafa Bîberî çêkir ku demeke dirêj bi Koma Amed re kar dikir. Zêmarên Koçgiriyê jî ji zêmarên ku li ser goran û li malên şînan pêk hatibû. Di vê xebatê de pirtûkek ji 115 rûpelan pêk dihat hebû. Hûn dikarin agahiyên derbarê çand, dîrok û cil û bergên herêmî yên Koçgiriyê de di vê albumê de bibînin.
Her wiha hin fotografên ji arşîvan jî me di pirtûkê de belav kiribû. Dema ku me album amade kir, jinan bi çi awayî zêmar gotine me jî wiha belav kirin. Yanî di studyoyê de me deng paqij kirin û xist CD'yê. Aranje yan jî tu enstruman tune bûn. Ew xebateke arşîvê bû. Me xwest ku wekî xwe bimîne.
Min albuma Leylanê di 2008'an de amade kir, Zêmarên Koçgiriyê di sala 2012'yan de. Xebata dawî jî di tîrmeha 2017'an de. Yanî li ser her xebata zêmaran nêzîkî 10 sal derbas bûye. Ji ber wê jî min xwest li ser vê xebatê bisekinim. Deh sal demeke dirêj e. Ji ber wê jî min yên li gorî dengê xwe û cuda û taybet hilbijartin.
Te zehmetî kişand ku çavkaniyan bibînî? Çiqas çavkanî hene di vî warî de?
Di muzuka kurdên elewî de lawje (deyîş) û beytên ku di dema Semahê de tên gotin zêde nîn in. Ji ber wê min zehmetî kişand. Lê muzîka elewiyan ne tenê ji lawjeyan pêk tê. Newayên ku di dema karê zeviyan de, yên di dema karê malê de tên gotin hene. Lorikên ku dayik ji bo zarokên xwe dibêjin hene. Zêmarên li ser cenazeyan hene. Yên evînê hene. Bi kurtasî newayên di hemû qadên jiyanê de tên gotin hene.
Lê dema ku Elewîtî tê gotin, lawjeyên ku di dema semahan te tên bîra mirovan. Û di nava wan de jî yên bi tirkî tên gotin. Min xwest ku di dema xebatê de yên bi kurdî peyda bikim. Lê zehmet e ku mirov lawjeyên bi kurdî peyda bike. Ji ber qedexe û asîmîlasyonê mirovan hema hema gelek newa ji bîr kirine. Yên dizanin jî naxwazin bibêjin. Hê jî mirov ditirsin.
Ji ber tirsa di encama fişarê de mirov vedişêrin wan tiştan. Ji ber wê jî ji nifşên nû re jî nayên gotin. Di encamê de tên jibîrkirin û winda dibin.
Te behsa asîmîlasyon û zehmetiyan kir. Wekî ku tu jî dizanî mijara stranên kurdî yên ku kirine tirkî dem bi dem tê rojevê. Tê gotin ku berhevkar gund bi gund, herêm bi herêm geriyane û newayen bi kurdî di bin navê tirkî de tomar kirine. Di muzîka kurdên elewî de jî tiştekî wisa heye gelo?
Asîmîlasyona li ser kurdên elewî bû sedem ku ez albumên Zêmarên Koçgirî û ji Xorasanê heta Çorûmê Newayên Kurdên Elewî çêbikim. Ez jî kurdeke elewî me. Ez jî tûşî gelek zehmetiyan hatime di nava jiyanê de.
Piştî ku tu dadikevî qadê, dema ku tu dikevî nava kar, lêkolînê dikî, dixwînî nêrîna te ya li meseleyê diguhere. Tu bêhtir baldar kar dikî. Ji dema avakirina Komarê heta niha li ser kurdên elewî polîtikayek giran a asîmîlasyonê heye.
Herêma ku elewî lê dijîn gelek caran rastî qetlîaman hatine. Çorûm, Mereş, Koçgirî, Dêrsîm… Ji hêla sîstema serdest ve rastî asîmîlasyona giran û xurt tên. Di dema lêkolînê de min xalên Plana Şark Îslahatê xwendin. Li ser kurdan asîmîlasyon, tunekirin û qirkirina çandî heye. Lê li ser kurdên elewî fişareke taybet û xurtir heye. Di jiyanê de hûn vê dibînin.
Piştî avakirina Komarê hûn vî tiştî dibînin. Serwerên elewiyan kî ne? Dede û pîr in. Bi taybetî li ser pîr û dedeyan polîtîkaya asîmîlasyonê didin destpêkirin. Her wiha li ser hozanên herêmê jî…Bi vî awayî ji jêr heta jor asîmîlasyon dest pê dike.
Piştî wê jî hozanên elewî dest pê dikin ku nasnameyên xwe veşêrin. Bi vê armanc ew e ku ji zerarên ji hêla din werin xwe biparêzin. Ez dizanim ku Alî Ekber Çîçek kurdekî elewî ye. Her wiha Aşik Daîmî. Û Davût Sûlarî. Gelek hunermendên wê demê di eslê xwe de kurd in lê xwe bi tirkî îfade dikin.
Tu di dema berhevkirinê de qet rastî wê rewşê hatî ku polîtîkaya asîmîlasyon û fişarê nîşan bide?
Em li Gimgimê çûn cem dedeyekî ku berê ji me re got ew Ceman bi kurdî dikin. Lê paşê wî Dedeyê got min tiştekî wiha ji we re negotiye. Got ku ez Ceman ne bi kurdî lê bi tirkî bi rê ve dibim. Lê tirkî baş nizanibû ku bi tirkî biaxive. Ji ber tirs û fişarê nedixwest wan tiştan ji me re bibêje. Ev mînakeke gelekî bi bandor bû.
Li ber destê te xebateke çawa heye niha? Ew tiştên ku te berhev kirine û belav nekirine wê çi bibin ji wan?
Niha li ber destê min xebateke din heye ku min berhev kiriye û amade kiriye; Newayên Arguvanê.
Dema ku behsa Arguvanê tê kirin, stranên tirkî têne bîra mirovan. Ez çûm li herêmê newayên bi kurdî min kom kirin. Gelek newayên taybet li wir hene. Gelek kes neçûne Arguvanê. Ez hema hema li hemû gundên Arguvanê geriyam. Ne tenê Arguvanê, li Hekîmhan, Yazihan û Akçadagê.
Me her wiha dîmen jî tomar kirin. Me hemû paqij kirin. Em difikirin ku wekî pirtûk û DVD biweşînin. Helbet heke ku em sponsor bibînin. Wekî ku hûn dizanin piştgiriya xebatên bi vî awayî ne zêde ye.
Ev hevpeyvîn di beşa tirkî ya Bîanetê hatiye weşandin û me ji wir girtiye kiriye kurdî.


