logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Bizinên serhişk û nivîskarên Ewropî

Ez bawer dikim hemû xwînêran navê Împaratoriya Urartuyan (Xaldî) û navê keleha Tuşpa ya li nava Wanê bihîstiye. Ev împar

  • Dîrok: 15/11/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Zarokatî xweş e. Di zarokatiyê de bi taybetî çîrokên ajalan, ango fabl bala mirovan dikişînin. Mirov wer zen dike ku ajal jî dipeyivin. Di warê fablan de jî xwerû navê Jean de La Fontaine bi aliyê tevahiya cihanê ve tê zanîn. Her kesê ku çîrokên fabl xwendine, sedîsed navê wî bihîstiye. Bi taybetî jî zarok ji çîrokên wî yên fabl wek "Rovî û Qirik" û "Bizinên Serhişk" pirr hez dikin. Bi çîrokên wî bi tîqînî dikenin, şadibin. Ne tenê zarok, em gişt li ser fablên wî fikirîne û me ders jê girtine. Me xewjînê zarokatiya xwe bi wan xemiladine.
Bêguman dibe ku di dema xwendin û guhdarîkirinê de, hin kesên ji kal û pîrên xwe çîrokên bi heman rengî guhdarî kiribin jî, gotibin, "Heyran, bav û kalên me jî tiştên wiha digotin! Nebe wî ji me girtibe, bi navê xwe nivisandibe û cardin firotibe me?" Ma ev pirsekî şaş e? Bi dîtina min na û na. Têkiliya gelan tim bi hev re hebûye. Gelan di her warî de dane hev û ji hev standine. Her gelî çîrokên di forma fablan de jî afirandine. Hin kesên jîr, zana û têgîhîştî jî, ev civandine, hinek reng dane wan û cardin pêşkêşê civakê kirine. Mînak: Birayên Jakop û Wilhelm Grîmm çîrokên di nava gel de civandine û bi şêweyeke gelek xweşik pêşkêşî gel kirine. Li ser wan fîlmên rast û karton jî hatine kişandin.
Dibe xwînêr bibêjin: Çima îro ev mijar? Ev jî ji ku derket? Ma ewqas derd û kulên me yên siyasî, civakî, perwerdeyî, tendûristî û xwezayî hene, çima tu me tînî û li mijareke wisa bi pirseşan asê dikî? Na, wisa nefikirin, em bixwazin, nexwazin, ev mijara bi guman, rasterast bi demekê dîroke ve me girê dide. Gelek Ewropiyan hin mijarên diroka me girtine, hinek reng danê û wek yê wan bin, cardin pêşkêşê me kirine. Hima bigire, di her aliyê jiyanê de mijarên wiha bi guman hene. Divê ev werin lêkolîn û rastiya wan were derxistin. Ev nivîsa jî zextkirineke wisa ye.
Ez bawer dikim hemû xwînêran navê Împaratoriya Urartuyan (Xaldî) û navê keleha Tuşpa ya li nava Wanê bihîstiye. Ev împaratorî li gor dîrokzanan li dora sala 1300´î beriya zayînê bi aliyê Xaldiyan ve ku bi bingeha xwe ve Hûrî ne û ji devera Waşûkanî hatine, hatiye damezrandin. Assuran jê re "Kur-Artaya /KUR-URÎ" Akadan KU- Uraştu û Heredot jî Urartu gotiye. Em îro êdî baş dizanin ku navê eşîra Xalta /Xaldî ji wir tê. Yanê ev împaratoriya xwedanê çand û hunereke zengîn ji pêşiyen me yên bi rûmet, yek e. Urartuyan gelek berhemên bi nirx li pey xwe hiştine, wek keleha Tuşpa, Palû, Piranya Keleha Xarpêtê, Keleha Seyîdbegê û hê bi dehan kelehên din wek mîrate ji me re kirine diyarî. Li gel wan rûmetan, Keyê Urartûyan, Sardûr II gotareke bi abc´ya mîxî li ser zinarekî di keleha Tuşpayê de li pey xwe hiştiye.
Ji paşmayîyên Urartuyan yek jî kembereke ji bronzê ye. Ev kember bi çand, bawerî û wêjeya demê hatiye neqişandin. Ew niha li Muzeya Edenê ya herêmî (Adana Bölge Müzesi) ye. Naveroka mijara me ya îro li ser vê kemberê ye. Li ser vê kemberê li gel wêneyên din, du bizinên li ser xêzekî bi rikî ling dane şah, bi serhişkî li hemberî hev sekinîne, hene. Di navbera wan de yan jî li kêlekê, darek heye. Yanê bi tevahî wek wê çîroka fabl a La Fontaine ye. Dema mirov vê rastiyê dibîne, bi awayekî xwezayî dibeje; "Gelo La Fontaine ev çîrok ji wê kemberê girtiye?" difikire û dibêje; "Sedîsed wî yan li derekê ew dîtiye, yan jî li ser wê xwendiye, bihîstiye û ew çîrok nivisandiye!" Yanê, ewqas tesadûf nabe.
Ewropî nebêjin û derbaz nebin. Her tişta li Ewropayê hatiye nivîsandin, wekî hilberîneke nû hatiye pêşkêşkirin, ne bi tevahî ya ewropiyan e. Bes gelek tişt berê bi qelemên wan derbazê ser kaxizê bûne. Lewma jî her kes wer zen dike ku her tişt yê wan e. Ewropiyan dema welatên parzemînên din dagir kir, ne tenê dewlemendiyên wan ên aborî talan dikirin, xwerû di warê wêje, zanîn, ezmûn û agahiyan de jî, ew welat talan dikirin û danîn li welatên xwe dadixistin qada jiyanê. Ji ber vê rastiyê, divê em ne tenê li hemberê tiştên dagirkerên welatê me ji me dizîne, lê belê divê em li hemberî hin tiştên wekî yên ewropî tê zanîn jî, bi guman nêzîk bibin. Mînak ev çîroka "Bizinên Serhişk“.
balani51@gmx.de
15.11.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Berlîn li benda filmên Kurdî ye

ad

Ji soranî pirtûkek din bo kurmancî: "Evara Perwaneyê

ad

Pirtûkeke nû ya çîrokan 'Ew ne ez bûm' derket

ad

Li Enqereyê "Riza" bi ser ket

ad

Sîdar Jîr: Di wêjeyê de kodên te xurt bin tu yê bi ser bikevî

ad

Di Lîga Tirkiyeyê de erdheja şîkeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname