Batman
Di çarçoveya 6'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Batman-Heskîfê de Mala Gel a Mehmet Sincar û Parqa Aramê Dîkran vebû.
6'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Batman-Heskîfê ku bi diruşma "Ji Baxçeya Çanda Şaristaniyê ber bi Aştiya bi Rûmet ve" li dar e, duh bi vekirina Parqa Aramê Dîkran vebû.
Di festîvalê de îro jî Mala Gel a Mehmet Sîncar hat vekirin.
Di vekirina Mala Gel a Mehmet Sincar de Şaredarê Batmanê Nejdet Atalay, mebûsê DTP'ê Selahattin Demirtaş, Ayla Akat Ata û Bengî Yildiz, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Serokê DTP'a Batmanê Ahmet Sormaz, Şaredarê Bajarokê Hezoyê Raşît Haşîmî, Şaredarê Kercewsê Esat Oner, rojnameger-nivîskar Fîlîz Koçalî û hevsera Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar jî di nav de gelek mirov amade bûn.
Di merasima vekirina Mala Gel a M. Sincar de Cîgirê Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê Selahattin Demirtaş û jina Mehmet Sincar Cihan Sincar axivîn.
Hevsera Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar, diyar kir ku vekirina malê ji bo Edîp Solmazan û Mehmet Sîncaran gelekî girîng e.
Piştî axaftinan hunermend Şoreş û pişt re Zelal Gokçe derketin ser dikê, stranên xwe pêşkêş kirin.
Di konsera ku li Bulvara Koçeran pêk hat de jî Hunermend Brusk, Turan Şengul û Koma Grava Rojê derket ser dikê.
Li Parqa Kî Ne Em jî Koroya Halkevî, Koma Nuarîn û Siya Şevê dekt ser dikê.
***
Nûçeyên eleqedar:


